dînar

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

dînarekî tunîsî

dînar nêr

  1. navê pareyê hin welatan e
    (wek: Iraq, Kuwêt, Urdin, Cezayîr, Lîbya, Yemen, Sûdan, Tunîsya, Sirbistan, Makedonya)
  2. li Îranê 100 dînar dibin yek riyal

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî دينار(dînar) ji aramî דינרא(dînara) ji latînî dēnārius (pareyekê hûrdezîvîn yê Imparatoriya Romî, hevberî 10 asan yan 4 "sēstertius") ji dēna (her deh) + -ārius ji ber ku her dînar 10 beramberî 10 hûrdeyên bi navê "as" bûn, "dēna" ji decem (deh) ku hevreha "deh" ya kurdî ye. Di hin zimanên ewropî de wek navê giştî yê pareyan li kar e: îtalî denaro, spanî dinero, portugalî dinheiro... Di hin zimanan de jî bi maneya hin pareyên taybet: fransî denier (hûrdeyek bû). Piraniya navên din jî yên pareyan ji Ewropayê hatine Rojhilata Navîn: dirav, derhem, pûl, filis, qurûş...

[biguhêre]

Werger[biguhêre]