crusade

Ji Wîkîferhengê

Îngilîzî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

crusade (forma pirjimar crusades)

  1. (dîrok) Seferên Xaçparêzan
    During the crusades, many Muslims and Christians and Jews were slaughtered.
    Di seferên Xaçparêzan de gelek misliman, xiristiyan û cihû hatin qetilkirin.
  2. Her herbê ku ji aliyê dêrê ve bi idîaya meqsedên dînî hatibe teşwîqkirin û wek pîroz hatibe nîşandan. Xisûsen kampanyayên eskerî yê li dijî kafir û murtedan yê ku ji aliyê Papayê ve hatibe pejirandin û teşwîqkirin.
  3. (mecazî) Micadele; Hewleke mezin yê hevgirtî yê ji bo xwedêgiravî armanceke biqîmet.
    A crusade against drug abuse.
    Hewleke mezin yê li hemberî bikaranîna hişbiran.
  4. (siyaset, Protestanî, kevnbûyî) Civîneke komî yê di kampanyayeke siyasî de an di hewleke hişyarkirina dînî de.
  5. (kevnare) Pereyekî metal yê portûgalî.

[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

crusade (nihaya sade ya yekjimar crusades, partîsîpa niha crusading, boriya sade û partîsîpa borî crusaded)

  1. (negerguhêz) Tevlî sefereke Xaçparêzan bûn.
  2. (negerguhêz) Micadele kirin.
    He crusaded against similar injustices for the rest of his life.
    Ew li dijî neheqiyên mîna vî di heyatê xwe yê mayî de micadele kir.

Herwiha[biguhêre]

Binêre herwiha[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]