come on

Ji Wîkîferhengê

Îngilîzî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker
  • (British Isles, Eastern New England)  IPA: /ˌkʌm ˈɒn/
  • (Southern US, Midland American English)  IPA: /ˌkʌm ˈɔn/
  • (Northern US, cot-caught)  IPA: /ˌkʌm ˈɑn/
  • Deng (DYA)
Baneşan

Lêker[biguhêre]

come on (nihaya sade ya yekjimar comes on, partîsîpa niha coming on, boriya sade came on, partîsîpa borî come on)

  1. (gerguhêz) Leqayî kesek/tiştekî bûn, rastî kesek/tiştekî hatin.
    Hevmane: come across
    Turning the corner, I came on Julia sitting by the riverbank.
    Bi zivirîna goşeyê, ez leqayî Julia hatim ku li kenara çemê rûdinişt.
  2. (negerguhêz) Li ser sehneyek an jî di performansekê de cih girtin.
    I think he's coming on too late after my line.
    Ez difikirim ku ew piştî replîka min pir dereng tê.
  3. (gerguhêz, negerguhêz) Hatin weşandin (bi rêya cîhazekê), an (weşanek) dest bi lîstinê kirin.
    I was going to turn off the TV, but my favorite show came on.
    Min ê televîzyonê bigirta, lê şowa min a favorî dest bi weşanê kir.
    A salsa song came on the radio.
    Straneke salsa li ser radyoyê dest bi lîstinê kir.
  4. (negerguhêz) Pêşve çûn, pêş ketin.
    The new garden is coming on nicely.
    Baxçeyê nû bi xweşî bipêş dikeve.
  5. (negerguhêz, ya cîhazeke elektrîk an elektronîk, xisûsen ronahiyek) Aktîv kirin; vekirin.
    The light came on as soon as I flicked the switch.
    Ronahî pêket gava min pêlî bûtonê kir.
    She pressed the power button and waited for the screen to come on.
    Wê pêlî bişkoka qewetê kir û li bendê ma ku ekran vebe.
  6. (negerguhêz, biwêjî, tevî "to") Bi gotinan an carinan bi kirinan re eleqeya cinsî an têkilî nîşan dan.
    Hevmane: hit on, pass, proposition
    She started coming on to me as soon as my wife left the room.
    Gava jina min ji odeyê derket, wê dest bi hatina ser min kir.
  7. (negerguhêz, biwêjî, zimanê rojane, brîtanî) Periyoda yekê hatin, dest pê kirin (ya menstruasyonê).
  8. (spor, ya yedekekê) Ketin saheya lîstinê.
  9. (negerguhêz, nefermî, tevî peyvên hokerî yên wek in, by, round, over, up, down) Pêşxistina lêkera "come (hatin)", balkişandina ser hereket an pêşketinê, an neqlkirina nuanseke aşînatiyê an teşwîqkirinê.
    Don't just stand there on the doorstep. Come on in!
    Li devê derî tenê nesekine, de were hundir!
    Don't leave without coming on round to see the baby.
    Bêyî hatina ji bo dîtina pitikê neçin.
    You told me to come on over whenever I get the chance, and here I am!
    Te ji min re gotibû ku gava firsend bi dest min bikeve ez werim vir de, û ez li vir im!
    Come on up to my place on the third floor.
    Were cihê min a li qata sêyem.
    Please come on home.
    Xêra xwe were malê.

[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Baneşan[biguhêre]

come on

  1. Bi min re were; tevî min were.
    I'll show you where the auditorium is. Come on!
    Ez ê nîşanî we bidim ku salon li ku ye. De were!
  2. Hevmaneya let's go, îfadeyeke kêfxweşkirinê an destekbûnê, teşwîqkirin hwd.
    Come on, George! You can win!
    De were, George! Tu karî qezenc bikî!
  3. (Îfadeyeke nebaweriyê) Mala te, heyho.
    Hevmane: come off it, shut up, c'mon, get out of here, no way, bullshit
    Come on! You can't possibly expect me to believe that.
    Mala te! Ne mimkin e tu li hêviyê bî ku ez ji vî bawer bikim.
  4. (Îfadeyeke hêvîşikestinê, hêrsbûnê, an bêsebriyê); ecele bike, de, yella, haydê.
    Aw, come on! Get on with it!
    Hew, de were! Tevî wê siwar be!
    Come on, we don't want to miss the train!
    De were, em naxwazin ku trenê ji dest bidin.
  5. (Îfadeyeke lihemberderketinê an wekî meydanxwendinekê); Xuya bûn; hatin ser.
    Come on! I'm not afraid of you.
    De were! Ez ji te natirsim.

Herwiha[biguhêre]

Dûnde[biguhêre]

  • Portugalî: camone

Anagram[biguhêre]