cadû

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cadû cadû
Îzafe cadûya cadûyên
Çemandî cadû cadûyan
Nîşandera çemandî cadû wan cadûyan
Bangkirin cadû cadûyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cadûyek cadûyin
Îzafe cadûyeke cadûyine
Çemandî cadûyekê cadûyinan
Cadûyek

cadû

  1. Pîrebok, pîrhevok, pîrevok, pîretewt, ecûz, pîrhebok, pîrelik, pîrejinên sihirbaz.
  2. Pîrejinên kirêt yan cirnexweş, pitpito.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-îranî *yatu-, hevreha avestayî yatu-, sanskrîtî यातु (yatû), pehlewî catû, belûçî جاتو(catû) û جادو(cadû), farisî جادو(cadû), soranî جادوو(cadû). Bo hin nimûneyên din jî, ku tê de "y" ya îraniya kevn di îraniya nû de dibe "c" binere: ciwan, cejn, cihû. Cadı ya tirkî ji zimanekî îranî hatiye wergirtin.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.