blog
Ji Wiktionary
Naverok |
Kurdî [biguherîne]
Wate [biguherîne]
- rojnivîskên elektronîkî yên ku li ser Internetê tên weşandin:
Navê bloga nivîskar Sîmar Masîcanik Xwejen e.
Bide ber [biguherîne]
Ji Wêjeyê [biguherîne]
Blog malperek e ku xwediyê wê, yan jî nivîskarê wê, ku jê re Blogger tê gotin, tê de behsa mijarine taybetî dike, yan jî nerîna xwe li ser hin bûyer û mijaran dide. Hin kes hene di Bloga xwe de behsa jiyana xwe ya rojane dikin, çi bi wan re çêdibe û çi çênabe. Hin hene behsa siyasetê, olê, sportê yan jî vexwarina bîrayê dikin. Blog derfeteke hesan e ji bo herkesî ku tê de agahiyan an jî nerîna xwe biweşînin. Mirov dikare ji xwe re li gelek deveran bêpere Blogekê veke, weke mînak li vê derê: www.blogspot.com
— (Amude.de, 1/2009)
Ji [biguherîne]
Ji inglîzî blog ji weblog ji web + log