bezm

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bezm bezm
Îzafe bezma bezmên
Çemandî bezmê bezman
Nîşandera çemandî bezmê wan bezman
Bangkirin bezmê bezmino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bezmek bezmin
Îzafe bezmeke bezmine
Çemandî bezmekê bezminan

bezm

  1. ikram, ziyafet, camêrî
    • Sal 1959 bû. Çend gencên Kurd li paytexta Tirkiyeyê li Enqereyê hatibûne ba hev û xwestibûne ku herin li Çewlika Daristana Atatirk pîknîkek pêk bînin. Çalak, li darî çavan de pîknîk bû lê ramana gencan a esasî kurd û kurdayetî bû. Bi rastî jî gencan di dema pîknîkê û piştî pîknîkê de axaftin û guftûgoyên siyasî li ser rewşa neteweyî ya Kurdistanê kirin. Wek ku em dizanin ku yek ji bezm û şahiya kurdan govend e, hemû tev dikevin destên hev û dibe xirindoşa govendê. Wek ku piştî mewlûda Melayê Bateyî di mewlûda kurdî ya nûdem de hatiye gotin, eynî wisan dîlanê dikêşin:
      Reqs û saz û govend û tilî milî
      Ket'ne govendê bi hev re hilhilî.
       — (Seîdê Sîsî: Senîha Xanim û 49an, Amidakurd.com, 12/2007)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî به‌زم(bezm) farisî بزم(bezm), sanskrîtî भग (bhaga: bereket), yûnaniya kevn φαγεῖν (fageîn), rûsî богатый (bogatiy: zengînî, bereket, kerem)... ji proto-hindûewropî *bʰag- ku herwiha serekaniya peyva îranî beg e ku di zimanên kevn yên îranî de maneya "Xwedê" dida.

Werger[biguhêre]