bext

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bext bext
Îzafe bextê bextên
Çemandî bextî bextan
Nîşandera çemandî bextî wan bextan
Bangkirin bexto bextino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bextek bextin
Îzafe bextekî bextine
Çemandî bextekî bextinan

bext nêr

  1. Çarenivîs, rojgar, şans, nesîb, qismet, siûd, talih, qeder, felek.
    Bextê wan reş e. (Ew bêşans in.)
  2. Wijdan, zemîr, hesta qencî û xirabiyan,
    dilovanî, rehm, dilsojî.
    Ez xwe diavêjim ber bextê we. (Ez ji we tika / rica dikim.).

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Zehre û 'iqda Sureyya keşşifî bûn ew di şerq
    Sayeya bextê me dayê ma li ser perde w niqab
    Wajigûn dewrê numa min çerx û bayê lewleban
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha farisî بخت‎ (bext), pehlewî bext, avestayî bexte, sanskrîtî भक्ति (bhaktí: par, behr, beş, pişk) û भक्त (bhaktá: parvekirî, dabeşkirî) ji bej (parve kirin), hevreha √bhaj (belav kirin) sanskrîtî, hemû ji proto-hindûewropî *bʰeh₂g- yan *bʰag- (belav kirin, parve kirin) ku herwiha serekaniya beş (1. par, pişk, behr 2. vekirî, jêkvekirî, jevvekirî), pişk û bac yên kurdî ye. բախտ (bext) ya ermenî ji zimanekî îranî hatiye deynkirin.

Werger[biguhêre]

Zazakî[biguhêre]

Mane[biguhêre]

  1. bext, talih, bawerî, şans;
    Bextê maye, cêzê keyna yo.
    Bextê dê, cihêzê qîzê.[1]

Çavkanî[biguhêre]