beheşt
Naverok |
Kurdî [biguherîne]
Wate [biguherîne]
- cenet, cihê pirr xweş yê tê bawerkirin ku jîngeha mirovên qenc e piştî ew bimirin
- her cihê pirr xweş:
Kurdistan biheşta ser dinyayê ye.
Bi alfabeyên din [biguherîne]
- kurdî-erebî: بهههشت / بهحهشت
Herwiha [biguherîne]
Hevwate [biguherîne]
Dijwate [biguherîne]
Ji Wêjeyê [biguherîne]
Belê, li pişt mezinekî gewre wek Barzaniyê nemir jinek hebû û ew jî Hemaîl Xan a nemir e ku heta nefesa xwe ya dawiyê ji bo xelkê Kurdistanê xebitî û têkoşiya. Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku li beheşta berîn de wê bigihîne Barzaniyê nemir û şehîdên din ên Kurdistanê.
— (serokkomarê Iraqê Celal Talebanî di behiyên Hemaîl-xana jina Mistefa Barzanî de, li gor Rudaw.net, 7/2011)
Ji [biguherîne]
Ji proto-hindûewropî * ṷesu- {baştir) > îraniya kevn *vehişte-axv, avestayî vêhu-/vohu- (baş) > vehya (baştir) > vehişto (baştirîn), vehişte-eyhu (baştirîn dinya/jiyan) > pehlewî vehişt > kurdî/farisî beheşt. Peyva paradise ya inglîzî û paradis ya frensî û hevwateyên wan di gelek zimanên rojavayî de jî ji zimanên îranî ne: bi rêya latînî paradissus ji yûnanî παράδεισος (paradeysos) ji avestayî 𐬞𐬀𐬌𐬭𐬌𐬛𐬀𐬉𐬰𐬀 (peyri-deêze: baxçeyê bi dîwar) ji 𐬞𐬀𐬌𐬭𐬌 (peyri: dor, ber) + 𐬛𐬀𐬉𐬰𐬀 (deêze: dîwar) anku cihê parastî.
Jê [biguherîne]
- beheşta berîn
- beheştane
- beheştî
- gorrbeheşt
- masiyên beheştê (Macropodus viridiauratus)
- teyrikên beheştê (Paradisea apoda)
Werger [biguherîne]
|