bahîv

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bahîv bahîv
Îzafe bahîva bahîvên
Çemandî bahîvê bahîvan
Nîşandera çemandî bahîvê wan bahîvan
Bangkirin bahîvê bahîvino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bahîvek bahîvin
Îzafe bahîveke bahîvine
Çemandî bahîvekê bahîvinan
Çeqekî dara bahîvê.
Libên bahîvan.

bahîv

  1. (dar) Sareke hûrik e û kakilêndişibin gûzan yan fisteqandirêjok in.
  2. (fêkî) Tov û berhemên xwerbar yên wê darê.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Navên zanistî[biguhêre]

  • Prunus dulcis
  • Prunus amygdalus
  • Amygdalus communis

Etîmolojî[biguhêre]

herwiha behîv, be'îv, hevreha soranî باوی(bawî) (bi metatezê ji *ba-îw, tenê di devoka Hewlêrê de), farisî بادام(badam), بايام(bayam) û بادم(badum), pehlewî watam, zazakî vame, sanskrîtî वाताम (vatama) ji zimanên îranî.

Dengê "d" ji kurmancî dikeve (wek farisî "bad" lê kurdî "ba") û "m" dibe "v" (wek farisî "nam" lê kurdî "nav") û A carinan dibe Î (wek kurmancî hêlîn lê soranî hêlane / lane û farisî lane/lanê) loma "badem" bûye "ba-îv".

Paşî H li peyva kurmancî lê zêde bûye daku du herfên dengdar nekevin pey hev. Ji ber ku bi rastî ew deng di peyva resen de nîne, tenê "ba-îv" e, her devokekê li gor xwe "h", "y" yan "eyn" lê zêde kiriye. Herwiha hin devokan "a" ya dirêj kurt kiriye û kiriye "e" yan "i".

"peyam/payam" ya Kobaniyê û hin deverên din bi rêya tirkiya devokî/kevnbûyî payam ji forma farisî ya devokî بایام‎ (payam) e.

Formên di soranî de tên bikaranîn باده‌م(badem) û بایه‌م(bayem) ji farisî hatine wergirtin. Eger na ew ê di soranî de *bayêw bûya lê ne wisa ye.

Ev peyv ji zimanên îranî - bi taybetî ji farisî - ketiye piraniya zimanên Başûrê Asyayê, Navenda Asyayê, Kafkasyayê û Tirkiyê û Balkanan: azerî badam / بادام‎‎, osmanî بادام‎‎ (badam) û بادم‎‎ (badem), tirkî badem, ermenî բադամ (badam), ûrdûyî بادام‎(bādām‎) (bādām), hindî बादाम (bādām), bengalî বাদাম (badam), gujaratî બદામ (badām), endonezyayî/malezî badam, ozbekî bodom, kirgîzî/qazaxî бадам (badam), tîbetî བ་དམ (ba dam), འབའ་དམ ('ba' dam), çînî 巴旦 (bādàn), bulgarî бадѐм (badѐm), makedonî/sirbî бадем (badem), kroatî badem, albanî bajame...

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.