bêr

Ji Wiktionary
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

1. darê kolanê yan livandinê[biguherîne]

navdêr,

du bêr
Wate[biguherîne]
  1. merr, darê devek madenî bi serikê wî ve ku mirov pê bi destan zeviyan dikole
  2. darê mirov pê qayîk û belemeyan diajo
Bi alfabeyên din[biguherîne]
Bide ber[biguherîne]
Bikaranîn[biguherîne]

Bêr û mer her du jî dişibin hev lê cudahiyek piçûk di navberê de heye. ji bo pêlêkirinê û bo zirarê negihe ling û pêlavan di aliyên jor ê merê hatiye tewandin. (Jiyan Alpîranî di koma "Zimanê Kurdî" ya li ser Rûnameyê de, 1/2012)

Li bal me kolan e. Dema te got kolandin, tê maneya yekî mecbûr bikî bikole. Min da kolandin, ango min bi xwe ne kola, lê yekî din kola. Bêr jî bal me her tenê ji dar e, pê berfê berev dikin. (Hamlet Muradov [= Têmûrê Xelîl] di heman komê de, 1/2012)

Em jî bi bêrê (bi Tirkî kurek) berhev dikin, belav dikin, didin ser hev an jî ba dikin. Bi merê jî em erdê, axê dikolin, mer dikin, ji hev dixin ku hewa û rewa bigire. Alava poztûjik mer e û ya pozpahn jî bêr e. (Abdurrahman Önen di heman komê de, 1/2012)

Ji[biguherîne]

Ji proto-hindûewropî *bʰedʰ- (kolandin, kolan), proto-aryayî *bedre-, hevreha avestayî veder, farisiya kevn veser, pehlewî bîr, belûçî berd, farisî بيل (bîl) û بال, soranî بێڵ (bêł) û بێرك (bêrik). Peyva ermenî beh ji zimanekî îranî hatiye deynkirin.

Çavkanî: Chyet

Werger[biguherîne]


[biguherîne]

2. dotin, doşîn[biguherîne]

navdêr,

Wate[biguherîne]
  1. doşîn anku dotina mih û bizinan
    (bi taybetî dema li çergehê ne, ne li malê)
  2. hewşa li dervî gund ya bi kevir yan bi kerpîçan lêkirî ku pez ji bo dotinê dihê xistin hundurê wê ku peyva bêrîvan qurma xwe ji vê distîne
    bêrîvan pez li bêrê didoşin
Herwiha[biguherîne]
Bi alfabeyên din[biguherîne]
Bide ber[biguherîne]

Ji Wêjeyê[biguherîne]

Ji vê hewşa beyarê ya bi keviran hatiye çêkirin ku pez ji bo dotinê dixinê re hûn çi dibêjin.Li Derdora Stewrê jê re "Bêr" dihê gotin.

[biguherîne]

==

Werger ==[biguherîne]