Wiktionary:sor-kurq
Ji Wiktionary
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Ferhenga soranî - kurmancî
[biguherîne] Daner: Husein Muhammed
|
[[Wiktionary: -kura|Aa]] | Bb | Cc | Çç | Dd | Ee | Êê | Ff | Gg | Hh | Ii | Îî | Jj | Kk | Ll | Mm | Nn | Oo | Pp | Qq |Rr | Ss | Şş | Tt | Uu | Ûû | Vv | Ww | Xx | Yy | Zz |
[biguherîne] Q q
qableme qazan, qûşxane, amana kûr û biqepax ya ku xwarin tê de tê kelandin
qabîl gengaz, qabil, mimkin, tişta ku dikare bêt kirin yan biqewime
qabîne bn kabîne
qaç pî, ling, nig, pê
qaçaw dijber, dijminane
qaçax, qaçax qaçax, revok, ne serbest, ne qanûnî
qaçaxçêtî qaçaxçîtî, karê qaçaxan
qaçaxçî qaçaxçî, kesa/ê ku tiştan yan mirovan dijî qanûnê dibe nav dewletek din
qaçî pêlav, sol, şekal
qaçor serjimara sewalan yan dewaran, jimartina sewalan yan dewaran
qaçûqûç lêb, hîle, fena, dekûdolab, qîle, xap, xapandin
qaf I navê tîpa ”Q” di alfabeya erebî de
qaf II: qaf kirdin birin eskeriyê, şandin eskeriyê, kirin leşker
Qaf çiyayê Qaf, çiyayê ku li gor çîrrokan li dor dawiya dinyayê bû
qafiye qafiye, bend, ristik (di helbesvaniyê de)
qafle karwan, konvoy, qafîle
qaîl bn qayil
qaîm bn qayim
qaj, qaje, qajeqaj qaj, qaje-waj, dengê zirav û bilind
qajandin qajîn, qaje-waj kirin, dengek bilind û zirav ji xwe derxistin
qal xwerû, saf, paqij, pak, petî
qalas cerr, cerrik
qalmask kevirkan, berdeqanî, tist_a ku mirov kevirkan anku û beran dike di nav re,
di destê xwe de badide û vediweşîne daku kevirê tê de bigihe dûr
qalib qalib, form, dirûv, dirh, şêwe, awa, terz
qalî, qalîçe xalî, xalîçe, berrik, mehfûr, hêsîl, rayêxek
qalonçe kêz
qalor xulole, qurmê darê yê ku di nav de hin der jê vala anku xalî ye
qalûşk tîvil, qalik, qaşil, tûşil, tûvil, kevil, beşa bi ser hin fêkî û sebzeyan ve ya
ku ji ser tê rakirin berî ku bên xwarin
qamçî T tazyane, tajank, vejendek, qamçî, şelaq, celde
qamik, qamk til, pêçî, tilî (hw: pence)
qamîş rûl, çîx, qamîş, qamûş, giyayê dirêj yê ku li beravan şên dibe
qamûs E ferheng, peyvname, qamûs
qan dor, sire, nobet, gerr
qang dû, dûkêl, dûxan, moran, hilm, bixar, mij
qangile, qangle girê, pêç, girêk, pêçik
qanûn I zagon, qanûn, yasa, bend, rêbaz, qeyd
qanûn II qanûn, amûrek muzîkê ye
qanzac, qanzanc bn qazanc
qap I qap, aman, firax, sênî
qap II gozek, girêkên ku li herdu rexên piyên mirovî hene
qapêlk qalik, zirx, tişta/ê req yê bi ser tiştek nerm ve daku ziyan negihe yê nerm
qapî derî, dergeh, derok, cihê ku mirov tê re diçe hindirr yan derdikeve derve
qapîwan dergevan, derîvan, zêrevana/ê derî
qaqa haha, kenîna bi dengê bilind û zêde
qaqbe-qaqb qebqeb, qaqbe-qaqb, gaziya kewan
qapût saqo, qapût, palto, çakêt, cilê stûr û germ yê ku mirov bi taybetî zivistanan li xwe dikin û
sîng û piştê ji sarmayê diparêze
qaqil qalik, qapik, qelpik, tişta/ê req yê bi ser tiştek nerm ve
qaqim qajik, delek, ajelek guhandar e ku pûrtê wî gewr e lê zivistanê spî dibe
qar xem, derd
qar, qare-qar qarr, qarre-warr, dengê bilind yê girînê
qarçik kivark, kuvark
qareman qehreman, çeleng, fêris, pelewan, şampiyon
qaremanane qehremane, çelengane, fêrisane, pelewanane, şampiyonane, wek qehreman
qarî pîrevok, pîrhebok, pîretewt, cadû; pîrejin, jina pîr
qarnan çepel, çil, nemerd, tema, çirûk, destgirtî, ne destvekirî
qarnanî çepelî, çilîtî, nemerdî, temahî, çirûkî
Qarûn Qarûn, li gor Quranê û Pîroznameyê kesek pirr dewlemend bû lê dîsan jî ji malê dinyayê têr
nedibû ta ku bi xwe di nav xezîneyên xwe re fetisî; her kesa/ê pirr zengîn
qarûne kirm, kurm
qars I hildayî (wek dang û huçikan)
qars II sil, xeyidî, xeyidandî, enirrî, kerbvekirî
qars III: qarsî qiyamet roja qiyametê, roja hesabê, dawiya dinyayê, roja axretê
qasîd peyamber, qasid, nameber, kesa/ê ku peyaman anku mesajan digihîne cihê wan; peyamber,
pêxember, resûl
qasnax amanek e bo pîvana dexlî, nêzî 32 kg dan diçiyê
qasp, qaspe, qaspe-qasp qeb, qebqeb, dengê kewan, dengê mîna yê kewan
qaspandin qebîn, qebqebîn, dengê kewan ji xwe anîn
qaş ker, pirt, parçe, teqal
qaşax pirêz, zevî piştî dirûnê
qaşk qelp, qalik, qaşik
qaşne cûnek masiyan e
qaşûlk bn qaşk
qat I (nimom) qat, xaniyên li ser hev, malên li ser hev
qat II car, bar, carî, -bare, qas, qat: Ew dû qatî min parey heye. Wî du car qasî min pere heye.
qat III (cilûberg) taxim, qat, pantolon û cakêt û krawat
qat IV kêm, hindik
qatir hêstir, qantirr
qaw 1) qaj, qarr, qaje-waj, qarre-warr 2) galegal, gotegot, çirr-çirr, gotinên derew
yan yên bêbingeh
qawe qehwe, qawe, vexwirakek wek çayê ye û bi taybetî ji ber kofeîna wê tê
vexwarin daku xewê yan westê verevîne
qawegêr qehwegêrr, kesa/ê ku li qehwexaneyan qehweyê îkramî bikirran dike
qaweltî taşt, têşt, xwarina spêdeyê, xwarina ku mirov serê sibê dixwe
qawexane qehwexane, cihê ku mirov dikare qehweya kelandî jê bikirre û lê vexwe
qaweyî qehweyî, qehwerengî, rengê mîna rengê qehweyê yan axa têrav
qaweçî qehwevan, qehweçêker yan qehwegêrr
qawit, qawut mêdek, xwarina ku mirov li gel xwe dibe seyranê yan seferê
qawix, qawix, qawux, qawux qelp, qalik, qaşil, tist_a req ya bi ser tiştek nerm ve
qayex, qayex belem, kelek, qayik, keştîk, gemîk, keştiyên biçûk
qayil, qayîl razî, qanih, îqna, qayil
qayim, qayîm xurt, qayim, xweragir, req, ne sist, tişta ku zû naşkê yan bi awayek
din ziyandar nabe
qayimî, qayîmî xurt, qayimî, xweragirî, reqî, ne sistî, ne şkêbarî
qayiş, qayîş kemer, qayiş, ben, doxîn
qaz qaz (werdekên gir)
qazan qazan, qûşxane, amana kûr û biqepax ya ku xwarin tê de tê kelandin
qazanc qezenc, feyde, kêr, kar, mifa, sûd, fêde, qazanc
qazax paqij, pak, bijûn, temîz, bimerêz; pejirandî, pesind, qebûl
qazewan qazvan, kesa/ê ku qazan xwedî dike
qazî qazî, dadgêrr, hakim, birêveberê dadgehê
qazme qezme, tevir, amûrek mîna biviran yan çakûçan e lê bo kolandina axa req û hişk tê
bikaranîna
Dûmahiya tîpa Q tê amadekirin.
[biguherîne] Ferhenga soranî - kurmancî
[biguherîne] Daner: Husein Muhammed
|
[[Wiktionary: -kura|Aa]] | Bb | Cc | Çç | Dd | Ee | Êê | Ff | Gg | Hh | Ii | Îî | Jj | Kk | Ll | Mm | Nn | Oo | Pp | Qq |Rr | Ss | Şş | Tt | Uu | Ûû | Vv | Ww | Xx | Yy | Zz |

