Wiktionary:sor-kurk

Ji Wiktionary

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Ferhenga soranî - kurmancî

[biguherîne] Daner: Husein Muhammed

Aa | Bb | Cc | Çç | Dd | Ee | Êê | Ff | Gg | Hh | Ii | Îî | Jj | Kk | Ll | Mm | Nn | Oo | Pp | Qq |Rr | Ss | Şş | Tt | Uu | Ûû | Vv | Ww | Xx | Yy | Zz

[biguherîne] K k

ka ka, giyayê hişkkirî

kaban kabanî, kevanî, jin, jina bermalî

Kabe Kabe, Ke'be, kevirê reş yê Mekehê yê ku hecî li dor dizivirin

kabîne kabîne, hukumet, civata wezîran

kabra camêr, zelam, mêr, mêrik, peya, kabra

kaç (dar) kaj; qaç

kaçax bn gamêş

kad kad, qad, meydan, gorrepan, com, gom, zom

kadan kadîn, xaniyê ka tê ve têt parastin

kaf navê tîpa "k" di alfabeya kurdî-erebî de

kafar bn nawçe

kafir kafir, gawir, bêîman, bêdîn, kesa/ê baweriya wê bi dînî (t bi îslamê) û Xwedê nîne; zalim, stemkar; bêwijdan

kafirman bn giwêzan

kahû xes, giyayek e selete jê tê çêkirin

kaj bn kaç

kajaw kajav, cûnek e ji tiriyê reş

kajelax kulox, ser

kajele bn kajelax

kajer bn katjimêr

kajere bn kajelax

kak kek, kak, birayê mezin; kek, hêja, birêz, berkeftî, ezîz, bihagiran

kake keko (forma bangkirinê ji peyva kak)

kakelê kako (forma şirînkirinê ji peyva kak)

kakeyî kakeyî: 1) endama/ê hozek kurd ya t li Başûrê Kurdistanê dijî 2) endama/ê rêbazek dînî (terîqeketê) ya t li Başûrê Kurdistanê peyda dibe

kakil 1) kakil, nava tiştekî ya giring 2) pirtik, parçe; pate, paçe

kakîbekakî (erdê) beyar / hişk

kako gidîş, koma kayê

kal kal, pîr, salmend, dijw. qenc, xort, ciwan

kal I 1) kerrik, kojik, şînik, xang, (fêkiyên / keskeyên) negihiştî 2) xav, nekelî, nekelandî 3) rengê jêçûyî; kej, rengê vebûyî, rengê ne tarî

            ~ kirç kerrik, kojik, şînik, xang, (fêkiyên / keskeyên) negihiştî

kal II bn kiştûkal

kala pertal, perrok, cil, libas

kalakut bn gelakutk

kalan kevlan, şûrdank, kaloxk, alava şûr tê de têt danîn dema mirov wî bi xwe re tîne û dibe daku ziyanan negihîne mirov yan daku pîs nebe

kalat talan, şelandin

kale pêlav, sol

kalek gundor, petêx, talik, kalik

kalemiste lîstikek e kesek herdu destên xwe û tiştikekî dibe pişt xwe û paşî herdu destan miçandî tîne û ji yê dî dipirse ka ew tişt di kîjan destî de ye

kalî kalî, pîrî, dijw. gencî, xortî, ciwanî

kalî navdêr e ji rengdêra kal I

kalîn bn helkalîn

kalyar cûnek xiyaran e

kam I kîj, kîjan, kîşk; kî; çi

kam II daxwaz, hêvî, xwestek, hez, bêrî, hesret

kamar dorber, tixûb

kamax ran, rehn, qalçe, derqûn

kame bn kam

kameran bextiyar, bextxweş, kameran, dilşa, dilşad; serkeftî

kameranî bextiyarî, bextxweşî, kameranî, dilşayî, dilşadî; serkeftinî

kameta ka, kanî, kanê, li kû ye, li kû ve ye

kamil kamil, temam, bêkêmasî; gihiştî

kamp kamp, war, wargeh

<?xml:namespace prefix = st1 ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:smarttags" /><st1:State><st1:place>kan</st1:place></st1:State> <st1:State><st1:place>kan</st1:place></st1:State>, kehn, kanî, kehnî, serekanî, ciyê tiştek lê çêdibe / dizê yan jê tê

-<st1:State><st1:place>kan</st1:place></st1:State> -yan: mamostekan wut mamosteyan got

kanaw kanav, ava binerdî

kanga bin, kûratî, kûrahî

-kanim -yên min: birakanim birayên min

-kanit -yên te: birakanit birayên te

kaniyedirozine kaniya havînan hişk dibe

kanî kanî, kehnî, ciyê av jê dizê, cihê av lê ji bin erdê hildibilqe

-kanî -yên: mamostekanî kurdî mamosteyên kurdî; -yên wê / wî: mamostekanî mamosteyên wê / wî

kanîaw kanîav, kehnîav, ava kaniyan / kehniyan

kanîberdîne kanîkevir, (ciyê) ava (lê) ji nav keviran derdikeve

kanîle kanîk, kehnîk, kaniyên / kehniyên biçûk

-kanman -yên me: hawrêkanman hevalên me

-kantan -yên we: hawrêkantan hevalên we

-kanyan -yên wan: hawrêkanyan hevalên wan

kanûn kanûn: ~î yekem kanûna yekê, berfanbar, meha 12 ji salnameya romî; ~î duwem kanûna duyê, rêbendan, meha 1 ji salnameya romî

kanza kanza, maden, metal

kanzayî kanzayî, madenî, metalîk

kapol kulox, ser

kar I kar, şol, îş, şuxl, sin'et; ked; mijûlî; pîşe: Ewan çi kar in? Ew mijûlî çi ne? Pîşeya wan çi ye?; karûbar; bandor, tesîr, karîgerî. Biwêj: Kar le kar tiraza Mesele ji dest derket

kar II kar, karik, kehr, kehrik, bizina hê mezin nebûye

-kar -kar, ya karê wê / yê karê wî tiştek e; -ker, ya / yê tiştekî dike

kara kara, bibandor, tesîrker, giring, fer, karîger

karame jêhatî, bişiyan, karzan

karask karxezal, xezalên hê mezin nebûne

karaşna şareza, karnas, pispor, kesa/ê karekî baş dizane / dinase

karaşnayî şarezatî, karnasî, pisporî

karbedest karbidest, rayedar, desthilatdar, kesên kar (t yên fermî / resmî) di bin fermana / rêveberiya wan de ne

karbedestî karbidestî, rayedarî, desthilatdarî

karbir karbirr, tişta dawiyê li karekî tîne

karbira hevkar, kesên li gel hev karekî dikin

karbirayetî hevkarî, kirina karekî li gel hev

karbîn pispor, şareza, zanaya/ê karekî

kardanewe bertek, bersiv, reaksiyon

kardîtû kardîtî, karkirî, şareza

kareba 1) kareba, kehreba, elektrîk, ceyran 2) zîqok, zîqzîqok, hin pirtikên gewerî yên biriqin in bi cilên <st1:City><st1:place>jinan</st1:place></st1:City> / keçan ve tên zeliqandin daku xweşik bin

kareker xidam, xizmetkara jin / keç

karesat bela, karesat, bextreşî

karez coya binerdî, kanala binerdî, ava di bin erdê re diherrike

karezaw karezav, ava di bin erdê re wek coyan / kanalan diherrike

karezken karezçêker, kesa/ê karê çêkirina coyên binerdî baş dizane

karg kivark, hacîlok, kuvark

karge karge, kargeh, cihê kar lê têt kirin

karger sedem, binas, sebeb, ho, faktor

kargêr kargêrr, serkêşa/ê yan birêvebera/ê karekî, kesa/ê serkêşiya karkeran dike

kargêrî kargêrrî, birêveberî, serkêşî

karguzar bikêr, bikêrhatî; xizmetkar, destsivik, kesa/ê dixwaze xizmetan bike

karguzarî kêr, bikêrhatin, bikêrî; xizmet, xizmetkarî

karhatû kêrhatî, bikêr, bikêrhatî

karî (êş / nesaxî ya) kujek, ya dikuje yan dikare bikuje

-karî -karî, kirina karekî: tawankar tawankar, kesa/ê tawanan / xirabiyan dike

karîger bibandor, karîger, tesîrker, efektîf

karîgerî, karîgerêtî bandor, tesîr, karîgerî, karîgertî, efekt

karîte karîte, darê dirêj û qayim yê banên xanî xwe lê digirin

karjole karik, kehrik, kara / kehra sava / nûçêbûyî

karkenar karkinar, zanenşîn, teqawid

karkenarî karkinarî, zanenşînî, teqawidî

karker karker, şolker, îşker, şuxlker, kesa/ê kar / şol / îş / şuxl dike

karkirde şareza, pispor, karzan, karkirde

karname karname, nameya / plana birêvebirina kar; karname, belgenameya ku kesekî filan kar li bêvan demê kiriye daku kesa/ê kar kiriye vê belgenameyê di pêşerojê de wek nîşaneya pisporiya / şarezatiya xwe bi kar bîne

karnas bn karzan

karniyar karxwaz, karniyar, kesa/ê daxwaz dike ku bikeve ser karekî

karniyarname karniyarname, karxwazname, nameya / forma têt dagirtin dema daxwaza ketina ser karekî têt kirin

kart, karte I karte, name, belgename, kaxez

karte II dirûna cara duyem, berhemrakirina cara duyem ji heman zeviyê

karsaz 1) karsaz, kesa/ê yan şirketa tiştan çêdike 2) çêker, kesa/ê tiştekî çêdike / karekî dike

karûbar karûbar, kar, kar û tiştên dî yên pê re

karûfirman bn karûbar

karûs waz, şiroveya dînî

karwan karwan, kerwan, koma mirovan / dewaran ya bi hev re dimeşe

karwançî karwançî, berpirsa/ê karwanekî

karwanî karwanî, endama/ê karwanekî, ya / yê li gel karwanekî

karwanker gerrestêr, planet

karwankuj stêra spêdeyê, karwankuj

karwanqiran bn karwankuj

karxane karxane, kargeh, cihê kar lê têt kirin; fabrîqe

karzan karzan, pispor, şareza, kesa/ê karekî (baş) dizane

karzanî karzanî, pisporî, şarezayî

kas gêj, bêhay; mat, ecêbgirtî, matmayî; mismid, ya / yê guhên wê / wî ji ber dengek bilind kêlîkekê tiştekî nabîzin

kase kase; kûp; tirar; şûşe, cam

kasib bazirgan, ticar, tacir; dikandar

kasibî bazirganî, ticaret; dikandarî

kasî gêjî, bêhayî; matî, ecêbgirtinî, matmanî; mismidî

kasp bazar, bazirganî, ticaret

kastî kêmasî, kêmûkasî

kaş cot, kêlan, çandin

kaşane koşk, koçk, seray, qesr, xaniyên mezin û bihagiran

kaşe kaşe, tiştê mirov li ser / têde rûdine û xwe li ser berfê dixwişînin

kaşî kaş, libin, blok

kaşka bn keşke

kat dem, wext, çax, zeman

katewkat carinan, car car, geh geh

katê dema, gava, hingê ku, (wê) dema ku, (wê) gava ku, wexta ku

katî demkî, navdem, berdem, rabor, neberdewam, neherherî, nemayinde

katjimêr demjimêrk, saet

katpêw dempîvk, alava pêpîvana / pêdiyarkirina demê

kaw kerb, kîn, nefret

kawêj cûn, cûtin

kawil kavil, wêran, xopan, xerabe

kawir kavirr, mihên di navbera temenê 3 û 6 mehî de

kawiş sosret, ecêb, seyr, neasayî, nesiriştî, nexwezayî

kawîr navê giyayekî ye

kawlî bn qereç

kaxez perr, kaxez, kaxiz, pel; name

kaxezdar kaxezdar, kesa/ê karê wê /wî (t li daîreyên hikûmî) tomarkirina kaxezan e

kaye 1) com, gom, meydan, sahe, gorrepan 2) dor ("Dora min e, ne ya te lew ez dê pêşî bikim paşî tu.") 3) rişte, biwar, şax (yê zanistê)

<?xml:namespace prefix = o ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:office" /><o:p> </o:p>

<o:p> </o:p>

<o:p> </o:p>

<o:p> </o:p>

<o:p> </o:p>

<o:p> </o:p>

ke I ku; dema (ku), gava (ku), wexta (ku); madem, pa madem: Ke wa ye, bo nayê? Madem wa ye, çima nayê?; daku, da: Hatim ke bitbînim Hatim daku te bibînim; ger, <?xml:namespace prefix = st1 ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:smarttags" /><st1:City><st1:place>eger</st1:place></st1:City>, heke, heger, heker, heko: Ne nazanî melê <st1:City><st1:place>Eger</st1:place></st1:City> nizanî nebêje

ke:  II dî ke / dîke ya / yê / yên dî / din

-ke paşbendika diyariya (# nediyariya) yekjimar e (Di kurmancî de bi pirranî nayê wergerandin: Pencereke sor e Pencere sor e. Bi inglîzî li şûna wê pêşpeyvika "the" cî digire: The window is red. Carinan di kurmancî de pêşpeyvika "ya / yê" li şûnê tê bikaranîn: Nawî jinî aşewaneke Zehra bû Navê jina yê aşvan Zehra bû.)

-ke- -k- (rayê dema niho ji lêkera "kirdin = kirin": [Min d]ekem, [to d]ekeyt, [ew d]eka[t], [ême d]ekeyn, êwe [d]eken, ewan [d]eken

kebab kebab, pirtên goşt yên bi şifşeyan ve li ser yan ber agir tên biraştin

kebar xumamiya / tarîgewrikiya spêdeyan; dawayên (bi li meha rojîgirtinê remezanê) berspêdeyan ji mizgeftê bi bangek bilind tên xwendin

kebat cûnek lîmonan e

keç (serê) şorr / berjêr

keçe (heywanên / lawirên) şaxbadok, şaxçemiyayî

keçel keçel, hewês [h wek heft]

keçelî keçelî, hewêsî, keçeltî

keçeşax bn keçe

keçî lê; tevî ku, herçend e

kede bn namo

kef I kef (ya sabûnê / pêlên deryayê); bilq (ya şorbê); gilîz (yê ji devî)

            ~ çandin gilîz (ji devî) hatin

kef II lêb, lêhb, hîle, xap, xîf

            ~ bûn (xwe) xîfandin, hîleyan xwe jê xilas kirin

            ~ lê dan (jê) xîfandin, lêb lê kirin, xapandin, bi fêl û hîleyan jê standin

kefalet kefalet, gerew; garantî, misogerî

kefaret filitîn, xilasî, azadî, silametî

            ~ bûn (ji belayekê / nexweşiyekê) filitîn, xilas bûn

kefaw kefav, ava kefdar

kefîl kefîl, gerewdêr; garantor, misogerker

kefûkol bilq, kefa bi ser tiştekî dikele dikeve

kehlan (hespên) kihêl / kehêl [h wek 7]

kej tat, teht, helan; zinar; rizde; gir

kejawe şixre, darqetkên / darbestên wek baran li hespan / hêstiran tên barkirin

kejel bn keçel

kejmal kom, gurûb, deste

kel I ker, pirt, par, parçe, qet

kel II gupik, gupîtk, lûtke, cihê herî bilind (yê çiya / darê û hwd)

kel III hût, rût, hilû, keçel

kel nêr (t heywanên mezin)

            ~ girtin telew bûn, nêr xwestin, (hin lawirên mê dema dixwazin yên nêr li gel wan di nav             têkiliya leşî de bin)

kela varê, avarê, dûrî rê / navendê, dûr

kelafe bn kilaf

kelak kelex, term, leşê mirî

kelam kelam, kilam, nivîsên pîroz yên hin mezheban (t. kakeyiyan): we kelam bi kelam, bi sond, sond dixwim ku...

kelan serek, serok, mezin

kelanter bn kelan

kelar 1) gidîş, koma giyayê dirûyî û li ser hev civandî 2) navê bajarokekî ye li Başûrê Kurdistanê

kelare kum, kulav, şewqe, şepqe

kel bn kil

kelb gumtil, gumtilk, komik

kelbe kêlbe, kelbe, didanên tûj, didanên dirrinde (wek yên seyan < kelb (A) = se, kûç)

kele kulox, kele, ser; ser-, sere-: kelepaçe serûpêk (xwarinek e ji ser û piyên heywanan tê çêkirin), keleberaz înato, serhişk, sereberaz, kelegurpe seregamêş, sermezin

kele- nêre-: kelejin nêrejin, jina wek mêran, keleşêr dîk, dîkilê, mirîşkê nêr

-kele, -kele -ve (paşpirtikek e bo diyarkirina hin rengên dişibin rengekî lê ne tam ew reng in): sûrkele sorve, rengek nêzîkî sor lê ne tam sor

keleget bejndirêj, dirêj

kelek I 1) kelek, darên bi hev re girêdayî yên pê mirov di ser avê re derbas dibin 2) kom 3) gidîş, koma giyayê li hev civandî

            ~e kirdin kom kirin, danîn ser hev, kirin gidîş

kelek II lêb, fêl, hîle, xap, fen, lêhb

kelekbaz lêbo, hîlebaz, xapînok, hîleker

kelekçî I kelekvan, kesa/ê rêveberiya kelekekê dike

kelekçî bn kelekbaz

kelekuç perasû, parsû

kelela seqet, bêdest yan bêpî, birîndar, kirêtkirî

kelem kelemî, kelem

kelepçe kelemçe, kelepçe

keleper şeq, tîk, tiştê ji hin deran ji hev vebûye û kunek dirêj ketiyê

kelepûr kelepûr, mîras, bermayî, torre, çande

kelepûrî kelepûrî, mîrasî, mermayî, torreyî, çandeyî

kelerm bn kelem

keles bizîng, werîs

keleşeq serhişk, înato, biînat

keleşêr dîk, dîkil, mirîşkê nêr

keletezên tikîtezî, cipîcemidî, sirrûsar, pirr tezî / cemidî / sar

kelewê giyayek borr û strîtûj e

kelêj bn deselat

kelên 1) şeq, tîk 2) meydan, qad

kelk sûd, sûde, mifa, feyde, kelk, kar, qezenc, qazanc

kelle bn kele

kelos kesa/ê didanên wê / wî yên pêşiyê ketine

keltûr çande, torre, kultûr

kelûkom bêserûber

kelûpel kerûper, pirtûmirt, hûrûmûr

kelûrî cûnek stiranên gelêrî yên kurdî ye

kelwaz sirrûseqem, sirrûsarma

kelxane kelxane, dikana çek-/ tivengçêkeran

kem kêm, hindik, piçek

            ~ keme piço-piço, kêm-kêm, hindik-hindik

kemal kemal, kamil, tam, temam, bêkêmasî, têrûtijî

keman keman, alavek jendar ya muzîkê ye

kemançe kemançe, viyolîn, alavek jendar ya muzîkê ye

kemançejen kemançejen, viyolînîst, kesa/ê li kemançeyê dide

kemax bn simt

kemayesî kêmayesî, kêm yan biçûk hesibandin

kemayetî kêmayetî, mînorîte, kêmanî

kemayî bn kemî

kembîr kêmbîr, kesa/ê tişt baş namînin li bîrê, kesa/ê bi asanî tiştan ji bîr dike

kemçîkildane venehewayî, bêsebr, balkurt, dw. baldirêj, bisebr

kemdest destkurt, hejar, feqîr, belengaz, perîşan

kemdû kêmbêj, kesa/ê kêm suhbetê dike

keme rex, kinar, qirax, tenişt, serlêvî, sersinorî

kemekêk piçekê, kêmekê, hinekî

kemer kemer, navteng, newq

            ~î zewî kemera zemînê, ekwator

kemebend kemerbend, kemerek pan e

kemerbest, kemerbeste 1) parastî, neşkê, îmmûn 2) camêr, qenc

kemerbestî îmmûnîte, parastinî

kemerçîn çarşev, mêzer

kemerdar kemerdar, kemerkirî, bikemer

kemereyî kemerî, ekwatoriyal

kemeyî rexî, kinarî, qiraxî, teniştî, serlêv, sersinor

kemêl pîsatiya bi dawa / derqûna mihan ve hişkbûyî

kemêtî bn kemî

kemî kêmî, piçekî, hindikî, kêmayî, hindikahî

kemnaw kêmnas, kesa/ê yan tişta/ê kêm tê nasîn

kemo jîr, zîrek, jêhatî, hişyar

kemokar manîpûleker

kemokarî manîpulasyon

kemoyar jêhatî, dîplomat

kemoyarî jêhatinî, dîplomasî

kemrû şermîn, fedîker, kesa/ê şerm / fedî / fihêt dike

kemsal kêmsal, kêmtemen, jîkêm, kesa/ê ji alî temen / jî / umur ve biçûk (t ya / yê hê nebûye 18-salî)

kemşîr kêmşîr (bizina / miha / çêla û hwd) ya kêm şîrî dide

kemterxem xemsar, sersar, kesa/ê baş pûte bi tiştek giring nake, kesa/ê giringiyê nade tiştek giring

kemterxemî xemsarî, sersarî

kemtiyar kemtiyar, hiyena, lawirek kûvî yê dirrinde ye û dişibe gur û seyan

kemtîn kêmtên, kêmbandor, kêmtesîr

kemûkastî bn kemûkûrî

kemûkurtî bn kemûkûrî

kemûkûrî kêmasî, kêmûkasî, netemamî

ken I ken, kenî

ken II (kiç) keç, qîz; dot

kenar kinar, qirax, lêv, serlêv, rex, alî, hêl, tenişt

kenaraw avdestxaneya / tiwaleta derveyî xanî

kenareyî asoyî, kinarî, horîzontal

kenargir terkemirov, kesa/ê zû-zû nayê nav civatan lê bi tena serê xwe dimîne

kenargirî terkemirovî

kend kend, çal, xendek, newal, nihal

            ~ û kosp kend û kosp, astengî, dijwarî

kendal kendal, cihê av yan ax tê de datêt

kendaw kendav, xelîc, cihê ava deryayekê lê dike navber du bejayiyan (Agadarî: Ger av li van bejayiyan bisekine, jê re 'kendav' (ing. 'gulf') tê gotin. Ger di wê navbeyna du bejayiyan re bibore û dîsan bigihe ser avek berfire, jê re 'tengav' (ing. 'straits') tê gotin

kendek xendek, kendek, kend

kendekar kolîner, kolînkar, kesa/ê dikole

kendelan kend, şeq, kun, tîk, çal

kendesme bn kenesme

kendin kolîn, kêlîn

kene bn kine

keneft hewce, lazim, neçar, mecbûr, pêdivî, pêwîst

keneftî hewcetî, lazimî, neçarî, mecbûrî, pêdivîtî, pêwîstî

kenesme navê teyrikekî ye

kenêr, kenêre navê giyayekî ye

kenişt, kenişte kinîşte, perestgeha / pîrozgeha cihûyan (hevberî mizgefta misilmanan û dêra fileyan)

kenî bn ken II

kenîçe navê teyrikekî ye

kenîlê 1) keçik, qîzik, keça / qîza biçûk 2) zerî, canik, bernavê rêzgirtinê bo keçan (li şûna 'camêr' bo zelaman û 'xanim' bo jinan)

kenîse bn kilêse

kenîşk bn ken II

kentor kentor [di kurmancî de k-ya nerm wek 'kêm'], dolaba cilan

kenzek 1) yar, hevala keç, destgirtî 2) xidam, bermalî, keçika karûbarên navmalî yên malbatek biyanî dike

kepçe bn eskiwê

kepek sivî. bn sos

kepenek kepen, kepene, kepenek, qapûtek / saqoyek / çakêtek dirêj e (t şivan şivan bi ser milê xwe de dikin)

kepir bn kepr

kepiran bn kepran

kepke bn lûtke

kepr kepir, banek e ji çeq û çilû ye ku li ser çar stûnan yan jî du stûnan û aliyek dîwarê xanî hatiye danîn û daku hîn û sîber be û bo lêrûniştina yan lênivistina heyamên germ e

kepran kepiran, heyama / demsala mirov li bin kepiran dijî / dinive

keproke kepirk, kepirok, kepirên biçûk

kepû 1) (limoz) lixav 2) (lût) kepî, poz, difin, bêvil

ker 1) ker, guhdirêjk (lawirek e) 2) ker, kerçove, bêaqil

ker I kerr, kesa/ê (ti tiştî) nabîze, kesa/ê guh lê (li ti) nabe

ker II qerrisî, (pirr) tezî / cemidî / sar

-ker -ker (paşbendikek e bo diyarkirina ya / yê dike): niwêjker nivêjker

keranbawkgaw kerbav, kerbab, keça / kûrrê keran (dijûn)

kerane kerane, mîna keran / bêaqilan

kerbeş kerbeşk, kelbeşk, giyayek bistrî ye (t ker jê hez dikin)

kerdir kerdirr, navê giyayekî ye dişibe garis

kere nîvişk, rûn

kerecî <st1:City><st1:place>belem</st1:place></st1:City>, keştîk, keştiyên biçûk, amraza raguhezandinê ya seravî

keredêz mejîreş, kesa/ê ti tişt naçe mejî / serî yan tê nagihe yan fêr nabe

kerekêwî kerekûvî, zebra

kerekî kerî: barêkî kerekî barek kerî

kerekontê (bi temamî) kerr

kereniso bêxem, sersar, xemsar, kesa/ê t tişt bo ne xem e

kerentû şalok, alava giyadirûnê

kerese kerese, materyal

kereste bn kerese

keret car, gav, dem, bîsk, kêlîk

keretî carcarî, carinan, carcar

kerewale 1) jêhatî û dilsaf 2) navê teyrikekî ye

kerewz kerefs, bexdenoz, meydenoz, navê giyayek xwerbar e

kerêtî kerî, kertî, kerînî, kerîtî

kergez xertel, sîsalk, sêmirr, dalereşk, kergezk

kerheng kerhing, hingên (ango mêşên hingivî / hingivînî yên) dixebitin

kerî kerrî, nebûna hinêra bîstinê / guhlêbûnê

kerke nîvgirav, bn nîmçedorge

kerkuj kerkujk, jale (giyayek e. ing. orleander)

keroke kerok, kerkok, bêaqilok, peledîn

kerpese xemegurî, margîsok, marik, marok

kerpiyaw kermêr, mêreker, mirovê mîna keran

kerseg kerse, mirovê mîna keran û seyan

kerû pijûk; kûfîk

            ~ hêlhênan pijûkîn, pijûkê girtin, bûn pijûkî; kûfikîn, kûfîkê girtin, bûn kûfîkî

kerûwawî pijûkî; kûfîkî

kerûbar kerûbar, karwanê keran

ker-û-xolemêş kêrhatî, lihevhatî, mîna ker û mêşan li hev

kersek bn gilimtik

kert ker, pirt, [k-ya nerm wek kêm], pişk, par, parçe, pirtik

            ~ bûn ker bûn, kerîn, hatin kerkirin

            ~ kirdin ker kirin, kerandin

kerte 1) kîte, kite, kit, pirtikên peyvan. Nimûne: peyva "azadî" sê-kîteyî ye: a-za-dî 2) piç, piçek

kertî kerî, pirtî, pişkî, parî, parçeyî

kertkiraw kerkirî, bn kert

kertûpert kerûper, pirtûmirt, kitûmat, hûrûmûr, bn kert

kerwêşk kerguhk, kîroş, kêvrûşk, xirrnîfk, xirnaq

kerwêşke çirisok, biriqok, teyisok, birqdar

kerx bn sinor

kes 1) kes, mirov, şexs 2) (kesûkar) kesûkar, xizm, lêzim, mrov, eqrebe

kesane kesane, prîvat, şexsî, kesî

kesîre qerrisî, qefilî, cemidî, tezî, teziyayî

kesk (rengê) kesk, bn sewz

keskî keskî, ji rengê kesk, bn sewzî

keskûn tîj, xwarina tama wê bihêz

keskûsor keskûsor, keskûala, bûka baranê, bn pelkezêrîne

kesnedar kesnedar, împersonal

kesnedîw nedîtî, kesê-nedîtî, berê-nedîtî

kestek guloka berfê / befrê, goga / hola / topa / tepika ji berê çêkirî

keş I seqa, avûhewa, siqa, rewşa tevayî ya avûhewa

keş II bn keşûfiş

keşakeş derd, kul, keder, keser, eger, elem, êş, jan

keşe werz, demsal; car, dem, gav, kêlîk, bîsk

keşeng kincirr, perritî, dirryayî, çirryayî

keşîde bn keşye

keşîş keşîş (di filetiyê de hevberê "feqe" yê misilmanan)

keşk keşk, mastê / şîrê / penîrê hişkkirî

keşke xwezî, xwezîka, xweziya, xozî, hêvî dikim ku..., baştir e / bû ger...

Keşkelan (stêrgela / koma stêran ya) Kakêşan, Rêya Kadizan

            ~î felek ber perrên esmanan, cihê pirr bilind, ciyê mirov nikare bi asanî bigihiyê

keşmekeşm qerebalix, heytûhot, geremol

keştiyewan bn keştîwan

keştî keştî, gemî, sefîne, baxîre, vapor

keştîgel keştîgel, koma keştiyan, fîlo, donenme

keştîwan keştîvan, keştîgêrr, kesa/ê karê meşandina keştiyekê dike

keştîwanî keştîvanî, keştîgêrrî

keşûfiş pesno, metho, xwemezinker

keşxe keşxe, xweşik, delal, spehî, bedew, ciwan

keşye keşye, şaşik, cemedanî, dersok (t ya zer ya hecî dikin zerê xwe)

keşzan seqanas, hewanas, kesa/ê bi zanista hewa û seqayê mijûl; seqadêr, hewadêr, kesa/ê di navgînek ragihandinê de (televizyon yan radyo) rewşa seqayê radigihîne

keşzanî seqanasî, hewanasî

ket bermayiyên ar / ard dema tê patin

ketan kitan, ketan, qumaşek e; kitan, caw, ketan

ketane kitane, ketane, cûnek stranên gelêrî yên kurdî ne

ketanî kitanî, ketanî, cûnek behîvan / bahîvan e

ketan-û-kewan kule, ketan-û-kevan. bn kule II

kete gir, milpan, mezin, girs, debdebe, gembolan

ketik bn ketk

ketin lêb, xap, lêhb, hîle, fêl, fen, xapandin

ketîre gezo, ava / dewê daran

ketk kitik / ketik [k-ya nerm], hejîrên hişkkirî

ketn bn ketin

ketû alavek e bo kolîna coyan / cokan / kanalan

kew I kew, firrindeyê neteweyî yê kurdan

kew II kew, saxkirina birînan

            ~ kirdin kewandin, kew kirin

kew III moxel, bêjing, alavek e bo bijartina t birinc yan ar ji qirşikên pîs

kew IV (şîn) şîn, rengê şîn

-kew- -kev- (rayê dema nihoyî ji lêkera "kewtin = ketin / keftin")

kewa eba, hin cûn cilên dirêj

kewale kavil, xopan, xerabe, wêran

kewan I kevan, kivan (tîr û kevan)

kewan II (qareman) pelewan, mêrxas, çeleng, fêris, qehreman, egîd, gernas

kewane I 1) (le nûsîn da) kevanek, ev nîşandeka nivîsînê: (...) 2) kevane, banê ji alî binî ve mîna kevanê

kewane II (law) kele, cûnek pêlavên / solên ser berfê yên ji rûlên vehûnayî çêkirî ne daku pî di berfê re kûr daneçin

kewankoşe kevanek, ev nîşandeka nivîsînê: (...)

kewbar têjkew, kewên sava / temenbiçûk

kewbaz kewgîr, kesa/ê kewan digire û xwedî dike

kewbazî kewgîrî, nêçîra kewan, xwedîkirina kewan

kewbedar kewlidar, ew heyama salê ya kew bi pirranî li ser daran in

kewçik kefçik, kefçî, kevçik, kevçî, alavek pêxwarinê ye

kewçî bn kewçik

kewdaw kewdav, vedana kewekî li ber kewan daku bên nik kewa vedayî daku bên girtin

kewden mejîreş, kesa/ê ti tiştî fam nake; peledîn, tirredîn, hepletiraş, delodîn, bêhiş

kewe şînî zelal, rengê şînî esmanî

kewer cûnek pîvazterrkan e

kewêl 1) bn kepr 2) bn eşkewt

kewgîr mifsik, heskû, kefçiyek e di çêkirina xwarinê de bo têkvedanê tê bikaranîn

kewirk cûnek hirmiyan e

kewî kedî, kehî, malî, dj. kûvî, kovî

kewj hez, dilbijî, daxwaz, dildarî, azwerî, arezû

kewjîn kewjîn, dil bijîn, xwestin, hez kirin, dil ketin tiştekî

kewl kevl, pîst, çerm, post

kewmar navê cûnek marên rengzelal e

kewn bn kon

kewot kevot, kevotk, navê darekê / terraşekê ye

kewş pêlav, sol, kalik

kewşek navê lîstikekê / yariyekê ye

kewşeken berrika / cihê pêlavan / solan / kalikan

kewşekon navê lîstikekê / yariyekê ye

kewşen bazarr, cihê kirrîn û firotinê; meydan, qad, gorrepan

kewtin ketin, keftin, kevtin

kewtû ketî, keftî, kevtî

key kengî, çi demê, kinga, kingê, çi wextê, çi çaxê

keybanû kabanî, kevanî, xanim, bermalî, jin, hurmet

keyf 1) kêf, keyf, xweşî, şadî, zewq 2) rewş, hal

keyl 1) xemgîr, xemgîn, têrxem, xembar 2) serxweş, mest, sermest

keylan spehî, delal, bedew, şirîn, şeng

keyn: keynûbeyn tiştûmişt: her xerîkî keynûbeyn e Her mijûlî tiştûmiştan e / Her bi hin tiştan ve mijûl e.

keynê bn key

keys delîv, derfet, delîve, keys, şens

Keywan Keywan, Satûrn (planetek e)

kezaxe kezaxe, qusandina / kurrkirina mêwên tirî

                                                                                                                                                                     &nbs p;  ~ kirdin kezaxtin, kezaxe kirin

kezî kezî, pirça / porê hûnandî

kî; kê: Kê ye? Kî ye? Bo kê ye? Bo kê ye?

kêç kêç, spih

kêçawî kêçewî, kêçan-girtî

kêl I (berdî ser gorekan) kêl, kevirê li ser gorrê tê vedan û pirrî caran tekstek li ser tê nivîsîn

kêl II (kox) kol, kolik, kox, koxik, xanîkê bêserûber

lan kêlan, bo çandinê ax (ne kûr) kolan, cot kirin, gasin lê dan

lge kêlgeh, zevî, cihê kêlanê

lraw kêlayî, (ne kûr) kolayî

kêr kîr, xirr, pido, doqişk, organê cinsî yê mêran

r xet, rêz

kêrat kêrat, terraş, devî, tirraş

kêrd bn çeqo

kêrzil pozbilind, difinbilind, kesa/ê xwe pirr mezin dihesibîne

kêrzilî pozbilindî

kêş kêş, kêşandin, kişandin; giranî, qursî; kêş, pîvana helbestan

                                                                                                                                                                     &nbs p;  ~ kirdin kêşandin, kişandin, kêşan

kêşan kêşandin, kişandin, kêşan; (xayandin) vekêşan (Civîn dê du saetan vekêşe" ango "Civîn dê du saetan dirêj be)

kêşanewe vekişandin, paşve kişandin / kêşan

kêşdar dirêjvekêş, bûyera demek dirêj didome

kêşe 1) pirsgirêk, arîşe, kêşe, problem, girift, dubendî 2) ked, rênc, rêncberî

            ~ dan ked kirin, rêncberî kirin

kêşedar bn kêşdar

kêşk kêşik, alava tişt pê tên kişandin

kêşman kêşman, dirêjker: gurîsî kêşman werîsê kêşman, werîsê li werîsek din hatiye zêdekirin daku dirêjtir bibe û bigihe ciyekî

kêşmekêş şerrenîx, nîgaş, gengeşe, rikmane

kêşran kişîn, kêşîn, hatin kişandin / kêşandin / kêşan

kêşraw kêşayî, kişandî, kêşandî

kêw çiya

            ~î agirpirjên volkan, çiyayê agiravêj

kêwî kûvî, kovî (dijberî 'kedî', 'kehî'); hov, wehşî

kêwîle dêm, beyar, giyayê / fêkiyê bi xwe (ne bi avdana bi destê mirovan) çêdibin

kêyetî, kêyêtî kesîtî, kiyetî, nasnav, îdentîte

kibrît şixar, şixart, kibrît, gogird

kiç keç, qîz, kiç, dot

kiçane keçane, mîna keçan yan yên keçan

kiçetîw keçsêwî, keça bav yan dayik yan herdu nînin

kiçeza keçeza, nevî, zarokên keça kesekî

kiçênî, kiçêtî keçanî, dema mirovekê ya ew tê de keç e / bû

kiçinî keçok, mîna keçan (t peyvek neşirîn e bo kurran / zelaman)

kiçke bn kiçole

kiçkole biçûk, biçûkok, biçkok

kiçole keçik, kiçik, keçên biçûk

kif pif

               ~ bûn pif bûn, perçivîn, nepixîn, werimîn

               ~ kirdin pif kirin, perçivandin, nepixandin, werimandin

kifin kifin, kefen, cilên (t spî yên) li miriyan dikin û wan binax dikin

kifindir kifindirrîn, ya / yê rê lê nikare bêt girtin; berxwedêr

kifir kufur, kifir, guneh, bêîmanî

kifirbaz kufurbaz, gunehkar, bêîman

kift betilî, westî, tehibî, mandî, westiyayî

kij demsal, werz, heyam

kil kil, dermankek reş e li mijûlankên / bijangên çavan têt dan

kil çêkirina cerran û alavên dî ji axê bi agirdanê

kila bn kela

kilaf, kilafe gulolk, gog, hol, tepik, benê / deziyê / rîsê li hev hatiye alandin û wek gogekê lê hatiye kirin

kil kalik, pêlava / sola serê wê ji rîs hatiye çêkirin

kilaşçin kalikker, kalikçêker

kilaw kulav, kum, tiştek e mirov dike serê xwe t daku serê xwe biparêze

kilawasin kumzirx, kumasin, kulavasin, kumê / kulavê madenî / asinî / hesinî

kilawçin, kilawdirû kulavçêker

kilawe gupik, gupîtk, lûtke, serikên çiyayan

kilawkure bn kilawne

kilawne navê firrindeyekê ye

kilawqij perûk, pirça / porrê çêkirok / nerastîn

kilawzirê kumzirx, kumasin, , kumê / kulavê madenî / asinî / hesinî

kilçan fanos, lampe

kilçêwk kilçîv, kilçîvik, çîvê / çîvikê / pênivîskê kildanê

kildan 1) kildan 2) kildank, cihê alavên kildanê tê de tên parastin / ragirtin

kildûman mij, moran, dû, mij û moran

kile bn helm

kiler embar, depo

kilês birihayî, qelihayî, qirr, nemayî; demborî, kevnbûyî

               ~ bûn birihîn, qelihîn, qirr bûn, neman; dem lê borîn, kevn bûn, êdî kêr nehatin

               ~ kirdin birihandin, qelihandin, qirr kirin, nehêlan

kilêse dêr, kilîse, perestgeha îsawiyan

kilêsman seramîk

kilêşe kefş, binkefş; gulte

kilift stûr, qalind; asê

kilîl kilîl, kilît, vekerk, enextar

kilîle I cihê kilîl dikin tê re

kilîle II gulolika berfê, komikek berfê ya hewa bi xwe re dimeşîne

kilîm kilîm, xalîçe, berrik, mehfûr, merş

kilk 1) kilik, kurî, dûv, daw, kurîk, dûvik, dawik, tiştek dirêj e bi derqûna gelek cûn lawiran / ajalan / heywanan ve 2) destik, li alavên pêkarkirinê (wek bivir / das / kêr) cihê mirov dikare destê xwe biavêjiyê û pê bibirre; çembil, li amanan / firaxan cihê mirov dikare destê xwe biavêjiyê û pê rabike 3) (pence) til, tilî, tibl 4) (pênûs) qelem, pênivîsk

               ~ kirdin kilik / kurî / dûv qusandin / kurt kirin

kilo gumtil, gumtilk, kom, komik

kiloc bn şêwe

kilol bextreş, bêsiûd

kilolî bextreşî, bêsiûdî

kilonce bn kulonce

kilor xulole, dara jixwe kunek yekderî li qurmê wê heye

kil cehê li ber gihiştinê lê yê hê nehatiye dirûn

kilpe qirç, qirçik, çirûsk, çirîsk (yên agirî)

               ~ lê helsan hilbûn, (agir) berbûnê, vêketin, geş bûn

kilpûhûr gurrmij, agirê pirr gurr

kilt navê giyayekê ye hin cûnên tilyakê jê tên çêkirin

kiltûr kiltûrik, tûrikê alavên kildanê

kin nik, cem, bal, ba, def, deve; rex, tenişt: Malyan le kin malman e Mala wan li rex mala me ye

kina, kinaçe bn kiç

kinan, kinanewe [-kinê-] (giyayek çandî) şên nebûn, çênebûn

kinar I rex, kinar, qerax, lêwar

kinar II kinar, navê darekê û fêkiyê wê ye

kine lêkolîn, hûrlênerî, ezmûn, cerribandin, vekolîn

kinekar lêkol, hûrlêner, ezmûnker, cerribîner, vekol

kinêr navê giyayekî ye

king qûn, paşî, pişt, derqûn

kingder qûnde, qûnder, kesê qûna xwe dide / difiroşe (herw. mecazî)

kinge- 1) qopik, bermayiya nayêt bikaranîn ya hin tiştan: kingecigere qopikê cigareyê, pirtika nekêşandîmayî ya cigareyê 2) kundiloşk, qut, qutok, kurt, kin: kingeçinoke kundiloşk, quto / qutê, bejnbost 3) biçûk kingeşer pevçûn, lêkdan, lihevxistin

kingir I kereng, kengir, giyayek xwarbar e

kingir III ben, dezî, ta, rîs

kingxilîskê qûndaxwişk, qûndaxwişînk, xwexwişandina jêrve li ser qûnê

kingxişkê qûnxwişk, qûnxwişînk, meşîna li ser qûna (t zarok dema hê nikarin xwe li ser piyan bigirin lew qûna xwe dixwişînin ta ku xwe digihînin tiştekî)

kinîwal pîvazterrk

kinoşe bn gesk

kip 1) kip, kesa/ê bi demkî kerr, kesa/ê bo demek neberdewam tiştan nabîze 2) mit, ciyê / kesê / tiştê qet ti deng jê nayên; kip, dengek pirr kêm

kipene bêkipên, bêdeng, mit

kipî 1) kipî, kerriya / kerrbûna neberdewam 2) mitî, rewşa tê de ti deng nayên bîstin

kir 1) kirr, mit, kerr, bêdeng, bêpêjn 2) kurk, mirîşk û çengdarên dî dema li ser hêkên xwe rûdinin daku wan bimeriqînin û çûçelokan / çêlikan jê derbixin

            ~ kewtin kurk bûn

kiras kiras; gumlek, qemûs

kiraw kirî, hatî kirin, (ya / yê) hatiye kirin

kirawe vekirî, dijw. girtî

kirç I qirç, dengê "qirçe-qirç"

kirç II, kirçûkal req (fêkî / keske ji ber ku hê negihaye)

kird kir, dema borî ji lêkera "kirdin" ango "kirin"

kirdar 1) lêker, verb 2) kirar, kiryar, kirin, kir

            ~î lêkdiraw lêkera hevdudanî

            ~î têper lêkera gerguhêz, transîtîv verb

            ~î têneper lêkera gerneguhêz, întransîtîv verb

kirdarî kirarî, pratîkî, jiyanî

kirde kar, xebat: Kirdey min û birdey ewe Ez dikim û ew dixwe

Kirdegar Yezdan, Afirîner, Xwedê

kirdekar rêveber; çêker

kirdewe kirar, kir, kirin; reftar, rabûn-û-rûniştin

Kirdgar bn Kirdegar

kirdin kirin

kirdinewe vekirin, dijw. daxistin, girtin, girê dan

kire conî, cuhnî; destarr

kirek bêruh, nejîndar

kirê 1) kirê 2) paletî 3) miz, heq, heqdest, meaş

kirêbar kirêbar, mizê / heqê barhilgirtinê

kirêkar kedkar, pale, şolker, îşker, karker

kirêkarî paletî, kedkarî, karkerî, palehî, şolkerî, îşkerî

kirêne berzûr, zeviya ber / kevir / xij lê pirr in lew kêrî kêlan û çandinê nayê

kirêş keveşk, kepek, pab, serebêj

kirêşawî keveşkî, kepekî, pabawî, serebêjî

kirêwe berfebahoz, rewşa seqayî ya tê de bi hev re berf dibare û bayê tund tê

kirisp kerefs, giyayek xwarber e

kirîn kirrîn, standin, stendin, dijw. firotin

kirîv heval, hogir, dost, yar; xizm, lêzim, mirov, eqreba

kirk deşt, nizmistan, nizmgeh, rastgeh

kirkewtû 1) kurk, kurkbûyî 2) pûjber, kesa/ê ketiye hizir û pûnijina û kûr difikire

kirkirage kerrik, kirrik, kerrika guhî

kirm kirm, kurm

kirmanc kurmanc, kirmanc, kurd

kirmancî kurmancî, kirmancî, kurdî, kurdiya bakur

kirmawî, kirmê, kirmol kirmî, kirmewî, kirman girtî / xwarî, kurmî, kurmewî, kurman girtî / xwarî

kirmdil biguman, bişik, kirmdil

kirok kakil; gewer; nav, hindirr

kirosk cûnek hirmiyan çolê ye

kiroştin kirrandin, kerritandin, bi dengê "kirre-kirr" tiştek req xwarin

kirot cûnek hirmiyan e

kirtnak tîrok

kirûhur dengûdor, dengê bilind û berdewam

kirûzanewe kizîn (girîna zarokan / savayan)

kirûze kiz, kizgirî, giriyê savayan / zarokan

kiryar bikirr, kirryar, kesa/ê dikirre; mişterî

kisok bn seg

kisp kerb, kîn, qehr

kispûko kerb, kîn, qehr, kerb û kîn

kisse kişe! bigire! (bang li se / kûçik)

kiş bn kişûmat

kişan kişîn, kêşîn, xwe kişandin / kêşan; xwişîn; qeliqîn, velivîn, lebitîn; (stêr) darijîn, xwiricîn; jêk çûn, ji hev çûn

kişt çandin, cotkarî, çandinî, zîraet

kiştek ben, dezî, rîs, benik, ta

kiştgeh cotgeh, çandingeh, zevî

kiştkar cotkar, cotyar, çîner

kiştûkal çandinî, cotkarî

kişûmat mit, kirr, bêdeng, bêpêjn; bindest, çewisandî

kişûmatî mitî, kirrî, bêdengî, bêpêjnî; bindestî, çewisandinî

kitêb pirtûk, kitêb, kîtab

kitêbbaz pirtûkbaz, kitêbbaz, kesa/ê pirr dixwîne; kesa/ê serê xwe ji pirtûkan / kitêban venake û karek dî nake

kitêbevan pirtûkxanevan, kesa/ê li ber pirtûkxaneyekê kar dike

kitêbfiroş pirtûkfiroş, kitêbfiroş, kesa/ê pirtûkan / kitêban difiroşe

kitêbxane pirtûkxane, kitêbxane, ciyê pirtûkan

kitik kitik, pisîk, pişîk

kitiknewtîne belakirr, kesa/ê dixwaze her belayan peyda bike

kitkî kufîkî, kifîkî, rizî, genî, fistewî

kitûpir tavil, tavilê, di cih de, di cî de, derhal, serdanser

kiwê kû, kû der, kîj cî, kîjan cih: le kiwê li kû, li kû ve, li kû derê; le kiwêwe ji kû ve, ji kû, ji kû derê

kiwêle kole, xulam, xizmetkar, berdestk

kiwêledar koledar, xwediyên koleyan, kesên kole hene; kolekirî, kesên hatine kolekirin

kiwêledarî koledarî, pergala / sîstema hebûna / kolekirina / firotina / kirrîna / xwedîkirina mirovan wek kole

kiwêletî bn kiwêleyî

kiwêleyî koleyî, koletî, rewşa koleyan

kiwênderî kûderî, xelkê kîj derê / deverê / bajarî / welatî: Êwe kiwênderîn? Hûn kûderî ne? Hûn ji kû ne?

kiwêr 1) kor, kore, ya / yê nikare (ti tiştî bi çavên xwe) bibîne 2) bêûcax 3) (kaniya) hişk(bûyî)

kiwêra (di) kû re, (di) kêrê re, çawan wa zû: Kiwêra hatît!? Kû re hatî!? Çawan wa zû hatî!?

kiwêrane korane, mîna koran

kiwêraw korav, ava hêdîka dimeşe (ya çem / rûbar)

kiwêrayî bn kiwêrî

kiwêrdere kordere, ava / çemê / rûbarê çikbûyî / hişkbûyî

kiwêredê gundên varê / avarê, gundên marjînal

kiwêrekanî korekanî, kaniya hişkbûyî, kaniya (êdî / niha) av jê nayê

kiwêremar koremar

kiwêremûşe şêlîbîn, kesa/ê bi çavên xwe baş nabîne

kiwêrerê korerê, rêya dawî lê tê û bi derek din ve naçe; tengerê, rêya teng

kiwêreşeqam korekolan, korekuçe, kuçeya / kolana dawî lê tê û bi derek din ve naçe

kiwêrewerî tengasî, tengavî, rewşa dijwar

kiwêrî korî, koreyî, kortî, korbûn

kiwêstan zozan, deverên hîn(ik) yên (t koçer) havînan lê dijîn dema ji germiya li deştan direvin, dijw. deşt

kiwêstanî zozanî

kiwêt (hespên) kihêl

kiwêwe kû ve, kû de: Le kiwêwe gerawît? Ji kû ve vegerriyayî?

kiwêxa axa, muxtar, serokê / serdarê gundekî / hozekî / êlekî / eşîrekî

kiwêxayetî axatî, muxtarî, serdarî

kix kix, pîs e, nexwe, biavêje (bo bangkirina li zarokan)

kiz 1) kêmron, nîvtarî, mat 2) kiz, bêhêvî, dilsar, xeyalşkestî

kizandinewe kuzurandin, bi êşek tûj şewitandin / sojandin / suşandin

kizanewe kuzurîn, bi êşek tûj şewitîn / suşîn

kize jan, azar, êş, şewat

kiz rîsî, giyayê nû hatiye dirûn û hê hişk nebûye; solhe, birincê nû hatiye dirûn û hê hişk nebûye

kizele bn kizole

kizir kizir, nîvziwa, erda ne herrî û ne jî toz

kizî 1) kêmronî, nîvtarîtî, matî 2) kizî, bêhêvîtî, dilsarî

kizole kizok, bêhêvî, dilsar

kîf kalox, kaloxk, tişta demanceyan dikin tê de

kîj keç, qîz, kiç, kîj, bn kiç

kîjele keçik, qîzik, kiçik

kîjole bn kîjele

kîla bn kela

kîn, kîne kîn, nefret, qîn, dijminatî, heznekirin

kînedar, kînekêş bikîn, kînedar, nefretdar, kesa/ê di dilî de kîn û nefret heye

r, kîre qîrr, qîj, qîrrîn, qîjîn, dengek pirr tûj û bilind derkirin

rekîr, kîrehûr qîrreqîr, qîjeqîj, qajewaj

kîs I kîs, kîsk, çiwal, torbe, telîs, zerf; cizdan, berîk

kîs II peq, pelq, porg, peqlîşk, peqik, pelqik

kîs III bn keys

kîsel kûs, kûsî, kûsele, req

kîşwer kîşwer, parzemîn, qita, kontînent

kîşwerbir navkîşwer, transkontînental, tişta navberî kîşweran

kîşwerî kîşwerî, parzemînî, qitayî, kontînental

kîtele cerrik, cerr

kîwar strî, dirr, giyayek çeqiktûj e

ko 1) kom, berhev; tevayî, tevahî, hemû, giş 2) tax, mehel, pişkek / beşek ji bajarekî 3) ~î zoxal kul, derd, xem, keser, azar, ezyet, êş, jan, kovan 4) kox, çiya

            ~ bûnewe civîn, kom bûn, berhev bûn

            ~ kirdin kom kirin, berhev kirin, civandin

Ko Perwîn, navê komstêrek heftstêrî ye (bi îngilîzî "Pleiades" e)

kobend kombend, civang, civîn

kobûnewe kombûn, civîn

kocele kas, kasik, tirar, tirark (amanek / firaxek e)

koç koç, (mal)barkirin, ji ciyekî bar kirin cihek dî

            ~î diwayî koça dawîn, mirin, wefat

koçawkoç koçerî, koçkirina berdewam

koçek 1) koçek, gerrok 2) koçek (hin alim û zanayên êzidiyan in)

koçeke kum, kulav (t cûnek kulavên bo jinan)

koçer koçer, kesên bi berdewamî yan jî li gor demsalan malên xwe bar dikin û ji ciyekî diçin yek dî (t yên zivistanan li deştan û havînan li zozanan diborînin)

koçerêtî koçertî, (awayê) jiyana koçeran

koçerî koçerî, mîna koçeran

koçî koçî, hicrî, salnameya îslamî

koçker koçker, gerrok, geştiyar

kod den, dewlik, bîdon; zerik (amanek e şîrî ji bizinan / mihan didoşinê)

kode bn bac

kofiroş komfiroş, kesa/ê yan şirketa tiştan kom bi kom difiroşe

kofiroşî komfiroşî, firotina tiştan bi kom / li ser hev

koga, koge komgeh, civîngeh, cihê kombûnê / civînê yan komkirinê / civandinê; enstîtu; embar; dikan

kogawan, kogewan komgehvan, civîngehvan, rêvebera/ê yan karmenda/ê komgehekê / civîngehekê

koje pisto, pistok, berstu, berstuk, yax, girîvan

kojo xirab, xopan, kembax

kokirdinewe berhevkirin, komkirin, berhevkarî

kok I kêlî, kêlîk (karê derzî û dirêziyan)

kok II lihev, lihevkirî, pêkhatî

            ~ bûnewe li hev kirin, pêk hatin, sulh kirin, aşt bûn

            ~ kirdinewe li hev anîn, pêk anîn, sulh pê kirin, aşt kirin

kok III bn koke

koke kuxik, kux

kokekok kuxekux, kuxîna berdewam

kokêtî lihevkirin, pêkhatin, sulh

kokîn kuxîn, dengê kuxikê jê hatin

kol I 1) pişt (t beşa jorîn ji pişta mirovan) 2) pişto, piştî, barê mirovek dide pişta xwe û hildigire

kol II 1) goc, (kesên) destên (wan) baş naxebitin, destên nikarin tiştan zeft bikin 2) goc, reben, feqare, nejêhatî, nekar, nikar

kolan kolan, kuçe, cadde, rê, şeqam

kolandoz kolanname, kuçename, berhevoka / ferhengoka / îndeksa kuçe û kolanan,

kolankut kolanî, gerrok, kesa/ê li kolanan dijî (ango ne di xaniyekî ve / ne li mala xwe)

kolare 1) (yariyeke) firrfirrok, pirrpirrok (navê pêlîstokekê ye ku têt firrandin) 2) (balendeke) kolare, qereqûş, xertel, qertal (navê firrindeyekî ye)

kole I zarokên bavê wan miriye û dayika wan dîsan zewiciye

kole II cehê / genimê avêtî / çandî

kole III tenê: koley sing hestiyê sîng(î)

-kole paşbendikek e wateya "pûç" / "nebaş" dide peyvan

koleke stûn, dîrek

            ~ dan li ber xwe dan, xwe çirrikandin

koler 1) koler, kesa/ê tiştekî dikole 2) vekoler, lêkolîner, kesa/ê azmûnan li ser tiştan dike

kolewar gocewar, bi dijwarî seqet / birîndar

kolêk 2) piştoyek, piştiyek, barek piştê 2) pirr, gelek, zêde (kar, bar, berpirsiyarî)

kolr piştgêrr, kesa/ê malê firotinê (t çît û qumaşan) dide pişta xwe û digerrîne û difiroşe

kolhelgir piştohilgir, piştîhilgir, hemal

kolinc qolinc, milreqî, êşîna ji ber reqiya navbera <st1:City><st1:place>milan</st1:place></st1:City> û patikê

kolincan 1) qolincan, pirrjimariya "kolinc" 2) qolincan, giyadermanek e bo saxkirina ji êşa qolincê têt bikaranîn

kolinge patik, paşstu, pate, stukur

kolîn kolîn, kolan, kolandin; kêlîn, kêlan, kêlandin

kolînewe vekolîn, lê kolîn

kolîsk alavek e kefçiyên darîn pê tên çêkirin

kolît kolik, xanîk, kox, koxik; stargeh, asêgeh, senger

kolk I kok, qurm

kolk II bn amanc

kolkêş piştokêş, piştîhilgir

kolneder xweragir, xurt, kesa/ê (bi asanî) rê nade ku kesek zora wê / wî bibe

kolraw kolî, qewartî, kolayî, tiştên (darên / kevirên) hatine kolandin

kolû cûnek nanê tenûrê ye

kom I qoz, kûz, xûz, qilûz, piştkûz, piştqoz, piştxûz, kesa/ê pişta wî daçemiyaye û rast nabe

kom II avsûrk, ava sûr(kirî/bûyî)

kom III bn ko

kom III bn king

koma qumtil, qumtilk, komikek (axê / şekirê û hwd ya) hevgirtî

koman, komanewe daçemîn, (pişt) qoz / xûz / kûz / qilûz bûn

komar 1. komar, cimhûriyet, cumhûriyet, pergala / sîstema dewletî ya tê de gel (bi hilbijartinên rasterê yan jî bi rêya nûnerên gel) seroka/ê dewletê hildibijêre 2. êl, hoz, eşîr 3. civak; civat

komarî komarî, cimhûrî, cumhûrî

komawe qozbûyî, kûzbûyî, xûzbûyî, qilûzbûyî

komek alîkarî, arîkarî, harîkarî, harî, alî, arî

komekî 1. bn komek 2. kêrhatî, guncav; alîkar

komel komel, civat; kom, grûb; berhevok; cûn; birr; kerî; ref; deste; civak

komelayetî civakî, sosyalî

komele komele, komîte, sazî, rêxistin, yeketî; kom, grûb; berhevok

komelga civak, tevaya têkilî û peywendiyên navbera komek mirovan t yên bi hev re çandeyek hevpar pêk tînin yan li welatek hevbeş dijîn

komelzan civaknas, sosyolog

komelzanî civaknasî, sosyolojî

komfiroş komfiroş, kesa/ê yan şirketa eşya li ser hev difiroşe, dijw. kitfiroş

komfiroşî komfiroş, firotina eşya li ser hev, dijw. kitfiroşî

komî (pişt) qozî, xûzî, kûzî, qilûzî

kon kevn, dijw.

kone kincirr, kevne, kevnekincirr, tiştên (t cilên) kevn; kevnenû, tiştên (t cilên) hatine bikaranîn lê hê pûç nebûne

kone- kevne-, yê kevn; ya / yê berê

konebaw mêjîn, dijw. nûjen / modern

konefiroş kevnefiroş, kesa/ê yan şirketa tiştên kevnenû difiroşe

koneperist kevneperest, konservatîf

koneperistî kevneperestî, perestina irf û edetên berê û dijberiya nûbûnê

konepoş kinc, cil û bergên mêjîn (ne nûjen / modern)

konesal pîr, salmend

konî kevnî, kevntî, kevnatî

konîne kevnar, kevnare, mêjîn, dêrîn, qedîm, antîk, (tiştek zemanê) berê

kopan bn kurtan

kopare kovik, qozik, xûzik, cihê bilind yê pişta hêştiran

kor bn kiwêr

kor 1) nav, navend, hindirr 2) kom, gel, grûp 3) civîn; semînar, semposyûm

            Bw: Çi heye le korê? Çi xeber hene? Çi nû heye?

korge civang, encûmen, şûra

korpe sava, zarok(ên nûbûyî / welidî)

korpele savak, zarokên hê di zikê diya xwe de

kos I bn dehol

kos II bn kosp

kosar koxistan, çiyastan, cihê çiyayîn / koxîn

kose semasî, sêmasî, dirrindeyek avî ye (ing. shark, tirkî köpekbaligi)

kosp kosp, asteng, kend û kosp, rêya nexweş

kospayî kospayî, erda nedûz / ne-edil

kospe bn kospayî

koste 1) kose, mirov bêmû (t zelamê bêrih) 2) şatir, fena, hîlebaz, fêlbaz, jîrek, şeytan

kostewewî sexte, sixte, ne resen, ne rast

koş koş, pêsîr, hemêz, dergûşan

koşan koşîn, xebitîn, dan xwe, hewl dan, mihawele kirin

koşiş 1) xebat, koşiş, hewl, koşîn 2) ra-anîn, rahênan, ders, temrîn

koşîn bn koşan

koşk koşk, koçk, eywan, dîwan, seray, qesr

koşyar koşyar, xebatker, têkoşer, koşer, hewldêr

kot I qurm, kok (yê daran); stûn

kot II: kot û zincîr bend û zincîr, nîr û zincîr

kota I dawî, talî, kuta, kota, hew, bes

kota II kurtenerî, kurtebêjî, kurtebas

kotan kotan, koz, guhêrr, cihê tankirî / çeperkirî bo têve parastina terş û tewal

kotayî I dawî, ya dawî, dawîn

            ~yî pê / dan hênan dawî lê anîn, bes kirin, hew kirin

kotayî texsîr, xemsarî, sersarî

kotel I  qirş, qirşik (t zîwan / reşreşk / narîcank / birabirinck û hwd yên di nav dexl yan birinc re şên dibin lê divê yên bên derxistin çiku kêr xwarinê nayên)

kotel II li gor hin edetan spêdeyek şînî û behiyan / taziyan e bo kesek mirî

kotere qurmik, kokik; stûnik; serikê stûnan

kotir kevok, kotir, kotirk, kevot, kevod, kevotk, navê firrindeyekê ye

kovan kovan, kul, xem, derd, keser, keder

kox kol, kolik, kox, koxik, xanîk

koxte bn kox

koxwazî lihevkirin, konsensûs

koz 1) koz, kozik, kotan, guhêrr, cihê tankirî / çeperkirî lê bêban bo têve parastina terş û tewal 2) koze, kom, komel, rêxistin, komek mirovên li pey hin armancên hevpar bn koze

kozanîn komzanîn, akademî

koze koze, kom, komel, rêxistin, komek mirovên li pey hin armancên hevpar

kozere belim, pûşk, tûşk, çeltûk, qirş, qirşik

koziman saziya / akademiya ziman

kozir bn kozere

kuçk bn berd

kuçûle xefik, dav, tepik

kudele bezarok, têjikên berazan

kuf: ~ kirdin pif kirin (t dema lava û dua tên xwendin)

kufar kafir (t pirrjimar)

-kuj -kuj, paşqertafek e: piyawkuj mirovkuj, ya / yê mirovan dikuje, qatil

kujandinewe temirandin, vemirandin, mirandin, birhandin, nehêlan

kujanewe vemirîn, temirîn, birhîn, neman

kujaw, kujawe vemirî, temirî, birhayî, nemayî

kujênraw, kujênrawe bn kujraw, kujrawe

kujran hatin kuştin

kujraw kuştî, (ya / yê) hatiye kuştin

kul ko, kuh, koh, devê / devikê (birrekan / kêran yê) xweş nabirre, dijw. tûj, xweş

kul I kel, pirr germ, tişta ku dikele; kel, kela dil

kul II kund, firrindeyên kilikên / dûvikên wan hatine birrîn; qut, lawirên (ker / çêl û hwd yên) kuriyên / kurîkên wan hatine jêkirin yan kurtkirin; qut, kurt, kin, dijw. dirêj

            ~ pê dan kel dan (tiştekî), piçekî kelandin

kulaf pencirrk, dest û tilên firrindeyan

kulan kelîn, kel hatin (tiştekî), pirr germ bûn

kulandin kelandin, pirr germ kirin

kulandinewe kulandin, êşandin, arandin, zûrandin; vekulandin, vezûrandin, dîsan kulandin / êşandin / arandin / zûrandin (t bi bîranînên têrxem)

kulanewe arîn, ariyan, zûrîn, êşîn; vearîn, vezûrîn

kulaw kelî, kelayî, keliyayî, tiştê ku keline yan hatiye kelandin

kule I kulî

kule II kule, perdeyek e bo xweparastina ji pêşûmêşan (t dema havînan mirov li derveyî odeyan li bin kepiran dinivin / radizin)

kule- kurte-, qut-, kin-

kulebes nevisî, nevis, zarokên jina kesekî yên ji mêrê wê yê berî yê niha

kulebine bejnqut, kin, kurt, bejnbost, qut, qutik, quto, qutê, kinê, kino

kulehesar balavgeh, ciyê jin lê leşê xwe û cilan dişon (t li beravên çem û rûbaran)

kulemergî astengî, dijwarî; tegasî, tengavî

kulenan sêr, efsûn, cadû, sihir

kulenanî sêrker, cadûbaz, efsûnkar, sihirbaz

kulence çoxik, êlek

kulepaç tevir

kulepêç neliv, kesa/ê nikare bilive

kulêre cûnek nan e

kuling kulîn, kûratiyek e di dîwaran re û li şûna dolaban tê bikaranîn, bb stêrrk

kulîçe kulîçe, kulîparçe, xwarinek ji nan û gûzan û şekirê / xurmê yê

kulîn bn kulan

kulk kul, birîn

kulk 1) (pirça / porrê) qijavij, ne hilû 2) (vexwiraka) tîr

kulkule avreşînk

kulle bn kule II

kulm alek, gep, hinarik, rû

kulo bn kilo

kulok kelok, tiştên baş kêrî kelînê / kelandinê tên, dijw. çirr, nekelok

kulol bn kilol

kulor bn kilor

kul bn kil

kulot kemax, hêt, ran, qorrik

kulp tengasî, tengavî, rewşa dijwar

kulûko: ~ damirkan vemirîn, temirîn (çirûsk / ronahî / hest)

kulxan argûn, ciyê agir tê ve tê hilkirin li hindirrî xaniyan ve

kumse bn tiwana

kun kun, qul, kulek

kunar kenarî, navê deviyek / terraşek strîtûj e

kunawder kunkirî, qulkirî

kunbir hewaragir, tişta hewa nikare tê re biçe

kunc I kunc, qunc, ciyê ne ber-rê / ser-rê; kuncal, quncal, ciyê du dîwar lê digihin hev

kunc II zîwanî, zîwanîk, çinçinî, çinçinîk; bazbazî

kuncên kuncanê, navê lîstikekê / yariyekê ye

kuncire cûnek giyayê mord / mûrtik e

kuncî kuncî (Bot. Indicum)

kunçik kunik, kunên hûr(ik)

kuncûr bn qujbin

kunde bn meşk

kundebebû bn kunebebû

kune- pêşpirtikek e wateya "kuna / kunên" ya kurmancî dide: kunegiwê kuna guh; kunelût firrnik, kunên pozan / difinan / bêvilan / kepiyan

kunebace pixêrîk, pace, kuna sobeyan, kuna li ban dûkêl tê re derdikeve derî xanî

kunebebû kund, bum, pepûk

kungî bn kotan

kunîle kunik, kunên hûr(ik)

kunîledar kunkunîk, kunkunîşk, tiştê pirr kunik / kunên hûr lê hene

kunkere kunkerk, alava kunkirinê; birxû

kunkiraw kunkirî, qulkirî

kuntîle kuntîle, leqem, tunel

kunzeyn delodîn, tirredîn, peledîn, netemam, aqilsivik

kur kurr, law, pis, xort, gede, sebî, kurrik, lawik. dijw. keç, dot, qîz, kiç

kurane kurrane, lawane, xortane, gedane, sebiyane, mîna kurran / lawan / gedeyan / sebiyan

kurd kurd

kurdane kurdane, mîna kurdan

kurdayetî kurdayetî, kurdîtî, kurdînî, hesta neteweperweriya kurdî / kurdistanî, tevgera neteweyî ya kurdan

kurdewan bn kurdşinas

kurdewarî kurdewarî, jiyana (mîna ya) kurdan

kurdhez kurdhez, kurdvîn, kesa/ê ji kurdan hez dike

Kurdistan Kurdistan, welatê kurdan, deverên (pirraniya) nişteciyên wan kurd

kurdistanî kurdistanî, kesa/ê yan tişta/ê ji Kurdistanê; kurd û gelên dî yên li Kurdistanê dijîn; welatiyên Kurdistanê; kurd

kurdî kurdî: 1) zimanê kurdî 2) tiştê ser bi kurdan ve

kurdîaxêw kurdîaxiv, kurdîpeyiv: 1) kesa/ê bi kurdî diaxive / dipeyive yan dizane biaxive / bipeyive 2) kesa/ê zimanê wê / wî kurdî ye

kurdîzan 1) kurdîzan, kesa/ê zimanê kurdî dizane 2) kurdînas, kesa/ê pispora/ê zimanê kurdî ye

kurdîzanî 1) kurdîzanî, zanîna zimanê kurdî 2) kurdînasî, pisporiya li ser zimanê kurdî

kurdîziman kurdîziman: 1) kesa/ê zimanê wê / wî kurdî ye 2) tişta bi zimanê kurdî ye

kurdînî bn kurdayetî

kurdkuje navê cûnek xurmeya / qespên bêxêr / nexweş e

kurdperwer kurdperwer, kesa/ê dilsoza/ê doza kurdan e

kurdşinas kurdnas, kurdevan, kurdolog, kesa/ê lêkolînan li ser (jiyana) kurdan dike, kesa/ê li ser (jiyana) kurdan pispor e

kurdşinasî kurdnasî, kurdevanî, kurdolojî, karê lêkolînan li ser (jiyana) kurdan

kurdziman bn kurdîziman

kurgel xort, kurrgel, komek kurran / lawan

kure kurro! lawo! (bangkirina li kurran / lawan)

kurek nîvek, nav(a tiştekî), navik, navend

kureza kurreza, lawza, zaroyên kurrê kesekî, nevî

kurezaza kurrezaza, lawzaza, zaroyên zaroyên kurrê kesekî, nevîçirrk

kurêtî 1) kurrtî, kurrîtî, xortanî, xortî, lawanî, lawtî 2) tolazî, tûletî 3) kurrgerrî, karê keç dibin pey kurran

kurk kurk, cilek e ji hiriya / pûrtê hin heywanan têt çêkirin

kurk bn ciwanû

kurkandin kinkinîn, bi kinkinkî girîn / nalîn

kurke, kurkekurk kin, kinekin, kinkin, giriyê / nalîna kinkinkî

kurkure kolare, qereqûş, xertel, qertel, qertal, navê firrindeyekî ye (zool. Milvus)

kurnûş tewîn, çemîn

            ~ birdin / kêşan (bejna xwe li ber kesekî / tiştekî) tewandin / çemandin

kursî kursî, rûniştek, cihê liserrûniştinê; kursî, text, cihê rûniştina mîr / serok

kurt kurt, kin, qut, gurc. dijw. dirêj

            ~ û kirmancî kurt û kurmancî, rasterast, bêyî dirêjkirin, bi sadeyî

kurtan kurtan, palik, hawid

kurtandirû kurtançêker, kurtandirû, kesa/ê kurtanan didirû

kurtbir kurtbirr, kurt û kurmancî, bi kurtî

kurtbirî kurtbirrî

kurtbîn kurtbîn: 1) ya / yê ku çavên wê / wî tiştên li dûr (baş) nabînin 2) ya / yê ku (baş) li encamên karekî nikare binirxîne. dijw. dûrbîn

kurtbînî kurtbînî

kurte kurte, kurtebêje

kurtebala bejnkurt; bejnbost

kurtebine kurtik, kinik, qutik, hûrik, hûrkok, qutok

kurtek qutik, êlek

kurtim qut (zelam: quto; jin: qutê), kinik, kurtik, bejnbost, kurt û qelew

kurtî kurtî, kinî, qutî, gurcî

kurtîle kurtik, kinik, qutik, kurtok, pirr kurt / kin / qut

kurtîle- kurtike-: kurtîleçîrok kurtikeçîrok, çîrrokên pirr kurt

kuşinde kujer, kujende, bikuj (tiştê dikare bibe sedema kuştinê wek jehr)

kuştar kuştar, kujî, karê kuştinê

kuştbendan komkujî, kuştina gelekan bi carekê

kuşte I kuştî, mirandî, birhandî, telaftî, telifandî, qetlkirî

kuşte II gêç, cis, ces

kuştera rende, planya

kuştin kuştin, mirandin, telaftin, telifandin, birhandin, qetl kirin

kut pirt, pert, qet, ker, parçe, parî, pirtik

kutal pertal, kerkon, qerpal, eşya

kutan 1) qutan, kutan: a) lê dan, lê xistin b) hûr kirin, hûr-hûr kirin c) derzî lê dan, şirînqe kirin 2) (~ be zewî da) avêtin erdê, li erdê dan

kut-kut kut-kut! (bangkirina li seyan / kûçikan e: "were vir")

kutûmit tam, tam wa, eynî

kutûpir tavilê, di cî de, bi lez

kuwa, kuwanê ka, kanê, li kû ye

kuwang, kuwanû kuçk, cihê li derve agir lê hatiye hilkirin; argû, cihê li hindirr agir lê têt hilkirin

kuz quz, virçik, zî, zîlik, poz (endama cinsî ya mêyan)

kuzan kuzirîn, kuzîn, suşîn, şewitîn, sotin, kuziryan

kuzandin, kuzandinewe kuzirandin, kuzandin, sujandin, şewitandin, sotin

kuzanewe bn kuzan

çawan, kusan, çilo, çawa, kusa, bi çi awayî bn çon

kûçe kuçe, kolan, cadde, şeqam, şarih, rêyên nav bajar yan gund (t yên çîmento- yan kevirkirî)

kûkele kulind, kundir

kûkû kûkû, dengê pepûkan

kûkûkere pepûk, kund, bum, kûkûk

kûnî 1) qûnde, qûnder 2) bêkulek, newêrek, newêrok, bizdok

kûp kûp, amanek e çay / qawe / av pê tê vexwarin

kûpe kûp, kûpe, tas, tirar (amanek e)

kûpele kûpik, tirarok, tasik, kûpê biçûk

kûr kûr [k-ya nerm], nêriyê xort ku êdî ne gîsk e lê hê nebûye nêriyê temam (Ji yên mê re bi kurmancî "tiştûr / tiştîr / teştîr / tuştîr" û bi soranî "tiştîr / çiştîr" tê gotin.)

r çemiyayî, tewiyayî; xwar, xwehr, xêl; badok; qoz, xûz, qilûz, kûz; rizde, nişîviyê asê

            ~ bûnewe girrêl bûn, gindirrîn

kûre agirdank, ciyê agir: argûn, di mal ve ciyê agir tê de tê hilkirin; kuçik, li derî xanî ciyê agir lê tê hilkirin

kûreperxane bn kûre

kûrexane bn kûre

kûz ker, parçe, pirt, par (t ji hin fêkiyan mîna sêv / pirteqal)

kw... bn kiw...


[biguherîne] Ferhenga soranî - kurmancî

[biguherîne] Daner: Husein Muhammed

Aa | Bb | Cc | Çç | Dd | Ee | Êê | Ff | Gg | Hh | Ii | Îî | Jj | Kk | Ll | Mm | Nn | Oo | Pp | Qq |Rr | Ss | Şş | Tt | Uu | Ûû | Vv | Ww | Xx | Yy | Zz