Wiktionary:sor-kurh

Ji Wiktionary

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Ferhenga soranî - kurmancî

[biguherîne] Daner: Husein Muhammed

[[Wiktionary: -kura|Aa]] | Bb | Cc | Çç | Dd | Ee | Êê | Ff | Gg | Hh | Ii | Îî | Jj | Kk | Ll | Mm | Nn | Oo | Pp | Qq |Rr | Ss | Şş | Tt | Uu | Ûû | Vv | Ww | Xx | Yy | Zz

[biguherîne] H h

ha ha? çi? çawan? (Te) çi got?

ha (2) ha? ma ne, yan: Toş dêyt, ha? Tu jî, ha? Tu jî dêyî? Tu jî dê bêyî, ma ne? Tu jî dê bêyî, yan?

ha (3) ha, hanê, de ha, de hanê, işte, va ye, de va ye, kerem ke, fermû (t dema tiştek ji kesekî re têt dan li şûna bêt gotin: "Bigire")

ha (4) ha! bizane ha! bizane ku, de min ji te re got

ha (5): ha ... ha ... ha ... ha, geh ... geh, car ... car: Le lêre ha lewê li vir li wir, geh li vir geh li wir, car li vir car li wir

ha (6) ([min] ham, [to] hayt, [ew] ha, [ême] hayn, [êwe] han, [ewan] han) Li şûna lêkera "bûn" têt bikaranîn: Ham le mal [Ez] li malê me. Hayt le mal? [Tu] li malê yî? û hwd.

-ha: -an (pêşpirtikek e bo diyarkirina pirrejimariya t jimaran): hezarha (bi) hezaran, milyonha (bi milyonan)

hac bn har û hac

hacet, hacet alav, amûr, hacet

hacî hecî, hacî, kesa/ê heca xwe bi cî aniye

hacîbadam navê birrek biskewîtan e

hacîbayef bahîvtirşk

hacîleqleq hacîleglege, leglege, quling

hacîreng bn hacîreş

hacîreş hacîreşk, hechecîk, çivîkek rewş e

haçe bn dirêjayî

hafiz 1) hafiz, kesa/ê Qur'anê ji ber dizane, kesa/ê Qur'an ji ber kiriye 2) kor, bêçav, kore

haj mat, matmayî, ecêbgirtî, sersam

hajandin xwişîn, xuşîn, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê jê hatin

haje, hajehaj xwiş, xwişexwiş, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê

haka haha, aniha, di vê gavê de

hakayî hahayî, tişta aniha / haha bibe / bêt / biqewime

hakim 1) (fermanrewa) hakim, padişah, fermanber, walî, rêveber, mîr 2) (dadgêr, serokî dadga) dadgêrr, dadger, hakim, serokê dadgehê

hakimane hakimane, wek / mîna hakiman; hikûmî, hukumetî, fermî

hakimêtî hakimî, hakimtî, rêveberî, fermanberî, hukim

hako keteberî, tesadif: le ~ bi keteberî / tesadifî

hal hal, rewş, çawanî

               ~ û ehwal çawanî, rewş, hal û ehwal

halî serwext, fama, têgihiştî, têgihandî, fehma

               ~ bûn tê gihîn, serwext bûn, fam kirin, tê gihiştin

               ~ kirdin tê gihandin, serwext kirin, famandin, fehmandin

halaw hilm, buxar, hewayê germ, ava wa germ bûye ku hildikeve hewa

halet rewş, destûdar, hal

halî bûn tê gihîn, tê gihiştin, fam kirin, serwext bûn, fehm kirin, fêm kirin

halî kirdin tê gihandin, dan famkirin, serwext kirin

ham bn haw

hamar rastgeh, deşt

hamêz hemêz, hembêz, koş, dergûş

han pal, def, dehf, han, teşwîq

            ~ dan şarandin, (li tiştekî) sor kirin, han dan, teşwîq kirin, berev (kirina tiştekî) def dan / pal pê radan

han (1) dinyadîtî, xwedîtecrûbe, pêzan

han (2) bn ast

hana (1) hewar, pena, stare, daxwaza alîkariyê kirin

            ~ birdine ber ... xwe spartin (kesekî / tiştekî), avêtin hewara (kesekî  / tiştekî)

hana (2) hingiv, hingivîn. Tenê di vê gotinê de bi kar têt: Hanam kirde demit Devê te bihingiv be ("Min hingiv kir devê te." Dema kesek tiştekî pirr baş vedibêje û li şûna "sehet xweş" yan "dev xweş" mirov dixwaze gotinek hê şirîntir bibêjiyê)

hanaber hewarber, stareber, kesa/ê xwe dispêre (kesekî / tiştekî)

hanehan bn han

hander palder, defder, şarîner, sorker, teşwîqker

handiraw şarandî, (li tiştekî) sorkirî, teşwîqkirî, berev (kirina tiştekî) defdayî

hane bn kanî

hanê bn ha (2)

hanîn bn hênan

hapulk bn derfet

har har, dînûhar, dirrinde, venehewayî, bêtebat, şûm, neqet, destmatî

            ~ û hac şûm, neqet, venehewayî, destmatî, ya/yê destê xwe dike di nav her karî re tevî ku ne karê wê / wî be jî, t zarok yên ku ji ber nesekinîna xwe xirabiyan dikin û ziyanê digihînin kesekî yan tiştekî

<?xml:namespace prefix = st1 ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:smarttags" /><st1:City><st1:place>haran</st1:place></st1:City> bn harîn

haraw hêrayî, hêrandî, destarrkirî, (genimê, goştê û hwd) hûr-hûrkirî

hare, harehar şinq, şingeşing dengê şkestina caman / şûşeyan

            ~ kirdin şingîn, dengê şkestina caman / şûşeyan jê hatin

hare kêzikek e

hariye kêzek e

harî harî, dînûharî

harîkar alîkar, arîkar, alîkar

harîkarî alîkar, arîkar, alîkar

harîn hêran, hêrandin, hêrîn, destarr kirin, (genim, goştê û hwd) hûr-hûr kirin

harû pidû, pû, alûne, pidî, goştê ber didanan

harûhûrt pozbilindî, qurretî, xwe mezin hesibandin / kirin

h bn bêkelk

haşa haşa, ne wa / wisan / wiha / wilo / hosa; ji bilî, ji xeynî, ... ne tê de: haşa huzûr haşa huzûr, ji bilî yên amade / hazir / li hizûrê

haşûhûş dengûdor, qerebalix, qerqeşe, gengeşe, şerrenîx

hat (1) dema borî ji lêkera hatin

hat (2) bext, nesîb, şans: rêy çûn û nehat rêya bêvegerr, rêya çûn û nehatinê

hatin hatin

            ~e dî bi cî hatin, bi cih hatin, rast derketin: Awatekanman hatine dî Hêviyên me bi cî hatin

hatinewe vegerrîn, vehatin, hatinve, dîsan hatin

            ~ yad / bîr hatin bîrê

hatûçû hatin-û-çûn; trafîk: polîsî ~ polîsê livok, polîsê gerrok, polîsê trafîkê

havil havil, xebat, berhem, encam

haw- hev-, hev-, eynî-, êkûdu, hevûdin

hawahengî hevahengî, lihevanîn; hevkarî, amadekirina tiştekî bi hev re

hawar (1) hawar, bang, gazî, hewar

            ~ birdin (bo) xwe spartin (kesekî), hawara xwe gihandin (kesekî)

            ~ lê hestan hawar kirin, kirin qîrîn û hawar

            hey ~! hey hawar! wey li vî halî; hawar e!

            Xwa ~! Hewar Xwedê!

hawar (2) bn hewar

hawarî hewarî, berbedel, mînek

hawarker hewarker, gazîker, bangker, kesa/ê hewarê dike

hawbend hevbend, hevgir

hawbeş hevbeş, hevpar, mişterek, pêkve, şirîk

hawbeşêtî, hawbeşî hevbeşî, hevparî, mişterekî, şirîkî

hawbîr hevbîr, hemfikir, kesên (li ser mijarekê) dîtin û baweriyên wan mîna hev in

hawcê hevber, tiştên mîna / beramberî hev in

hawcor hevbirr, hevceleb, hevçeşn, hevcor, tiştên ji heman birrê ne / eynî hev in

hawcot hevcot, tiştên tam mîna hev; hevtov, zarokên cêwî / hevalcêmik yên ku tam dişibin hev

hawçaw hevrik, dijber, kesên dijî hev

hawçawî hevrikî, dijberî, berberkî, dijîtiya hemberî hev

hawçax hevçax, hevserdem, hevdem, eynî demî; nûjen, hevçerx, nihoyî, modern

hawçek hevçek, kesên bi hev re dijî tiştekî / kesekî şerr dikin

hawçeq hevçeq, hevbin, tiştên bingeha wan yek e

hawçerx bn hawçax

hawçeşn bn hawcor

hawçire hevbêj, kesên bi hev re (tiştekî, t stranan) dibêjin

hawderd hevderd, kesên derd û kulên wan eynî ne

hawdest hevdeste, mîna hev

hawdîn hevdîn, hevol, kesên dînê wan eynî ye

hawen hawin

-hawêj -avêj, paşqertafek e dikeve pey hin peyvan û kirdeyan ji wan çêdike, nimûne: rimhawêj rimavêj, kesa/ê riman diavêje, tîrhawêj tîravêj

hawêr jihevkirina mih û berxan bo dema dotina mihan

hawha, hawhaw dengûdor, dingering, xiringediring, teqereq

hawîn havîn, tavistan, germtirîn demsal, demsala piştî biharê û berî payizê, dijw. zivistan

hawîne, hawînî havînî, havînîk, tiştên li havînê çêdibin (wek fêkî) yan kêrî havînê tên (wek cil)

hawînhewar havîngeh, havînwar, cihê bênvedanê yê havînê

hawîştin avêtin, havêtin, avêştin

hawîtin bn hawîştin

hawkar hevkar, hevxebit, hevşol, kesên / tiştên li gel hev karekî dikin yan dixebitin

hawkarî hevkarî, hevxebat, hevşolî, karkirina bi hev re, şol kirina li gel hev, xebata pêkve

hawkat hevdem, bûyerên di eynî demê de diqewimin

hawkêş hevkêş, paralel

hawkêşe hevkêşe, hevber, beramber, wekhev

hevkêşî hevkêşe, paralelî, paralelîzm

hawla hevhêl, hevla, hevlayen, tiştên aliyên wan eynî ne

hawlif bn hawta

hawmal hevmal, kesên (ji / li) eynî malê

hawmil hevnîr, gayên bi hev re vot pê têt kirin; (m) heval, hevrê, hevbar

hawnaw 1. hevnav, kesên navên wan eynî ne 2. hevwate, sînonîm, hevmane, du yan zêdetir peyv yên ku wateya / maneya wan eynî ye yan pirr nêzî hev e, nimûne: wek, mîna, şibî, eynî, nola, fena û hwd

hawneberd hevrik, dijber, rikeber, kesên dijî hev

hawnişîn hawjîn, kesên bi hev re dijîn

hawniştiman bn hawwilat

hawnore hevdor, kesên doranê dikin, kesên bi dor cihê hev digirin û karekî dikin

hawpa hevtawan, hevguneh, kesên ziyanek / xirabiyek bi hev re kirine

hawpaye hevpaye, kesên di pileya / dereceya xwe de hindî hev in

hawpeyman hevpeyman, hevsoz, hevalbend, kesên li ser heman soz û peymanan hevkarî û alîkariyê didin hev û bi hev re dixebitin

hawpirsî hevpirsî, suhbet, pirsîna li halê hev

hawpişt hevpişt, hevpal, kesên alîkariya hev dikin

            biray ~ birabav, birabab, kesên bavê wan yek e lê her yekê dayikek cuda heye; (m) birabav, kesên wa dilsozî hev in qey birayên hev in

hawraz hevraz, kesên tiştek / tiştên hev yê(n) raz / nepenî / nehînî dizanin

hawrê heval, hevrê, hogir, dost, birader

hawrêtî hevalî, hevaltî, hevalînî, hevrêtî, hogirî, dostî, biraderî

hawsal hevjî, hevtemen, hevsal, kesên jiyê / temenê wan hindî hev e

hawsame hevbînahî, hevbîr, hemfikir, kesên baweriya / bînahiya / dinyabîniya wan wek hev e

hawsaz hevgir, hevsaz, hevkêr, tiştên kêrî hev tên

hawsede hevsedsal, kesên / tiştên li eynî sedsalê jiyane / qewimîne

hawseng hevseng, serbiser, hevterazû, tiştên / kesên / giraniya / giringiya / bandora wan hindî hev e; rewşa yan rawesteya normal / asayî

hawsengî hevsengî, serbiserî, balans

hawser şû, hevser, jina yan mêrê kesekê/î

hawserdem bn hawçax

hawsê bn dirawsê

hawsinûr hevtixûb, hevsinor, cihên (t welatên) sinorên wan bi hev re ne

hawsiwênd hevsoz, hevsond, hevpeyman

hawsiwêndî hevsozî, hevsondî, hevpeymanî, komplo

hawşan hevmil, kesên di pileya / asta / dereceya hev de; hevta, kesên hindî hev zîrek / jêhatî

hawşar hevbajar, hevşar, hemşerî, kesên ji eynî bajarî

hawşêwe hevawa, hevşêwe, hevreng, tiştên bi eynî awayî / şêweyî / rengî

hawşîre hevşîr, kesên şîrê eynî dayikê xwarine lê ne ji eynî dayikê ne

hawta hevta, kesên hindî hev zîrek / jêhatî / xurt û hwd

hawtek pêvek, pêrek, tiştê(n) bi hinek / yek dî ve / re

hawtemen hevjî, hevtemen, kesên jiyê / temenê wan hindî hev e

hawterazû bn hawseng

hawwilat hevwelat, kesên ji eynî welatî

hawwilatî hevwelatî, kesa/ê ji welatekî ye û mafê wê / wî yê asayî wek ya / yê herkesa li wî welatî dijî heye

hawxak hevax, cîran

hawxef hevxew, kesên bi dinivin / radikevin / radizin

hawxiwan hevsifre, kesên bi hev re dixwin û vedixwin

hawzêd bn hawwilatî

hawzig cêwî, hevalcêmik, hevzik, kesên bi hev re di heman demê de ji eynî dayikê bûne

hawziman hevziman, kesên bi eynî zimanê wan (yê zikmakî) eynî ye

hawzom hevzom, hevcom, hevgom, kesên ji eynî zomê / comê / gomê / herêmê / deverê / aqarî

hazir amade, hazir

hazirî hazirî, amadeyî

he he!? çi? ha!?

he, he' he', hi', ne', na, ne, no: He', nayem He', nayêm

he- he-: [min] hem [ez] heme, [to] heyt [tu] heyî, [ew] heye [ew] heye, [ême] heyn [em] hene, [êwe] hen [hûn] hene, [ewan] hen [ew] hene; [min] heme min heye, [to] hete te heye, ew heyetî wê / wî heye, ême hemane me heye, êwe hetane we heye, ewan heyane [e]wan heye

heb heb, hebik, tablet, dermanê lib-lib

hec (1) hec, çûna Mekeh û Medîneyê bo bicîanîna yek ji erkên /erkanên îslamê; ziyaretkirina cihek pîroz

hec (2) armanca dawîn di lîstika tebelanê / xarbaziyê de

hecû bn daşorîn

heçulûr rew-rew, reyîn / rewîna / hewîna har ya seyan / kûçikan

hed 1) hed, sinor, tixûb, rade, ast 2) wêrekî, bistehî

hedîs hedîs, pendên / şîretên / çîrokên têt bawerkirin ji devê Mihemed Pêxember in

heft heft (jimare 7, VII)

hefta heftê (jimare 70, LXX)

heftamîn, heftamîn heftêyem, heftêyemîn, (di rêzê de ya / yê / yên) heftêyê

heftane heftane, meaşê heft rojan; hefteyî, tişta her hefte (carekê) dibe

hefte hefte, heftî, heft roj, yekîneyek demî ye ji heft rojan pêk têt

heftem, heftemîn heftem, heftemîn (di rêzê de ya / yê / yên) heftê

hefteyî hefteyî, tişta her hefte (carekê) dibe

hej bn heş

hejan hejîn, hejiyan, hejihan, hatin hejandin, şilqîn, qeliqîn, livîn; (wurûjan) arîn, ariyan, arihan

hejandin hejandin, şilqandin, qeliqandin, livandin; (wurûjandin) arandin

hejar hejar, jar,belengaz, feqîr, reben, kêmhe, destkurt

hejarî hejarî, jarî, belengazî, feqîrî, rebenî, destkurtî

hejde hejde, hijdeh (jimare 18, XVIII)

hejdeha, hejdîha bn ejdeha

hejdehem, hejdehemîn hejdem, hejdeyem, hejdemîn, (di rêzê de ya / yê) hejdeyê

hejend hejok, qeliqok, livok, venehewayî

hejêner hejîner, qeliqîner, livîner, ya / yê dihejîne; arîner, ya / yê diarîne

hejg 1. çeq, çiqil, çeqik, çikilk (yên daran / deviyan / tirraşan) 2. zend, dest; pî, ling

hekîm hekîm, bijîşk, nojdar, dermanker, luqman

hel delîv, derfet, firset, fersend, mecal, keys; car, gav, dem, kêlîk, bîsk, hal, neql

hel- hil- (pêşqertafek e dikeve pêşiya hin peyvan û wateya berev jor / serî / silal dide wan)

helahel bn helayil

helahela rîçalok, zîçarrok, perritî, pirtepirt, parçe-parçe

helal pûyîn, debax

            ~ dan pûyîn, debax kirin

helal helal, rewa, durist, tiştê (bi taybetî ji alî dînî ve) destûr heye bêt kirin

helale (1) 1) lale, alale, le'le 2) sergul, gerrik, toza kulîlkan

helale (2) awaz, melodî, dengê birêk û lihevhatî

helalxor helalxwer, kesa/ê malê heram naxwe; kesa/ê malê ne yê wê / wî be bêyî destûr destdirêjiyê lê nake

helalza, helalzade helalza, helalzade, zaroka/ê ji dêbavên markirî çêbûye

helamet persîv, arsim, harîk, zekem, asrîm, sarma

helametî persîvî, arsimî, harîkî, zekemî, asrîmî, sarmayî, kesa/ê persîvê girtiye, ya / yê bi persîvê ketiye

helamsan enflasyon, bihabûna tiştan û daketina qîmetê pare

helane zembîl, sepet

helat meth, pesn (t yên bêbingeh)

helat bên, bêhn, bihn (ya pîs)

helat tenê di rojhelat de: rojhilat, hêla / alê roj jê hiltê / radibe / derdikeve

helatû revok, ya / yê direve

helatin bn helhatin

helawêz hilawîstî, daliqandî, (bi dîwar / ristê ve) kirî

helawird(ji hev) veqetandî / cuda(kirî)

helawirdin ji hev kirin, ji hev cuda kirin, ji hev veqetandin

helawisan 1. werimîn, perçivîn 2. berfire bûn, belav bûn

helaxinîn 1. girtin, qepat kirin (t kun yan rê) 2. xwe hilpîvan, qedirê kesekî şkandin bi gotina dijûnan li kesek wê / wî yê mirî

helayil: jehrî ~! jehremar! quzilqurt! qurresim!

helbest 1) helbest 2) lihevînayî, çêkirok, xapînok, lêbok

helbeste helbest, t çîrok yan dersa wek helbestê vehûnandî / lihevînayî

helbestin 1. hûnandin, vehûnandin, li hev anîn, hilbestin, kirin helbest 2) li hev anîn, çêkirin (t derek yan tiştek bo xapandin û lêb û hîleyan)

helbestiraw 1) hûnandî, vehûnandî, lihevînayî 2) lihevînayî, çêkirî, çêkirok, xapînok, lêbok

helbet, helbete elbet, helbet, bêguman, jixwe, bêşik; belkî, dibe ku

helbez (xwe)hilavêtin, xwe bilind avêtin

helbezîn, helbezînewe vejenîn, bi erdê ketin û jê bilind bûn

helbijardin hilbijartin

helbijêr hilbijêr, ya/yê ku hildibijêre yan jî mafê hilbijartin û dengdanê heye

helbijar 1) hilbijar, ya/yê tê yan dikare bê hilbijartin 2) bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî

helbijarde bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî; hilbijartî, bijartî, yên ku hatine bijartin

helbijardin hilbijartin, bijartin, ji nav hinan yek yan çend (kes / lib) qebûl kirin

helbijêr hilbijêr, ya / yê (hin kesan / tiştan) dibijêre; ya / yê mafê wê / wî yê dengdanê di hilbijartinan de heye

helbijêrraw hilbijartî, ya/yê hatiye hilbijartin

heldan hilavêtin

helbirîn 1) hilketin, rabûn, bilind bûn 2) (ronahî) hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gurr bûn 3) rê lê girtin, bersîng lê girtin (t li êrişên dijmin û nehiştin dijmin bi pêş bikeve)

helbirwandin merriçandin, merçiqandin, perçiqandin, zirviçandin

helbizirkan (rûyê mirov ji tirsan) zer bûn / spî bûn

helbizirkaw (rûyê mirov ji tirsan) zerbûyî / spîbûyî

helçeqîn tê kutîn, tê çûn, tê re çûn, çûn tê re (bizmar, derzî, strî û hwd di tiştekî re çûn)

helçinîn 1) nijinîn, nijinandin, gidîş kirin, (li ser hev) kom / berhev kirin; dîwar danîn 2) (av yan ruhniyek dî) mêtin / mijîn (xwe)

helçinraw nijinî, nijinandî, gidîş kirin, (li ser hev) komkirî, (li ser hev) berhevkirî

helçûn 1) firûn (t şîr dema zêde germ dibe û di ser qazanê / qûşxanê re diavêje) 2) hilketin, hewa ketin, berev jor / serî / silal çûn

heldan hilavêtin, avêtin hewa; (firrfirrok) hilfirrandin; (çadir, kûn, xîvet) vedan; (zêde) pesnên / methên kesekî / tiştekî kirin; (gotina kesekî) vebirrîn; geş bûn, xemlxweş bûn

heldanewe (qepax / kevînk / serpoş / nivîn û hwd ji ser) rakirin

heldêran hilqulipîn, xwe hilqulipandin, li hewa / firrê xwe xwe qulipandin

heldiran dirrîn, çirrîn, perritîn, hatin dirrandin / çirrandin / perritandin

heldiraw dirrî, çirrî, perritî, dirrayî, çirrayî, (ya / yê) hatî dirrandin / çirrandin / perritandin

heldirîn hildirrandin, hilçirrandin, dirrandin, çirrandin, bi devek tûj (t yê kêrê) dirrandin / çirrandin

heldirûraw hildirû, derdirû (tişta/ê deriyê wê / wî bi dirûnê / kêliyan hatiye girtin)

heldirûn hildirûn, derdirûn (bi dirûnê / kêliyan deriyê tiştekî girtin)

hele şaşî, xeletî, çewtî

heledawan lez, bizav, lezûbizav, ecele, pele

helehel qîrrîn, qîjîn, dengûdor

heleke 1. venehewîn, li cihê xwe nesekinîn / netebitîn 2. navê govendekê ye 3. navê birrek teyrê baz e

helhele tilîlî, dengê kêfxweşiyê di şahiyan de (t jin vedidin)

            ~ kêşan / lê dan tilîlî vedan, kirin tilîlî

helengûtin hilingivîn, hilingiftin, likumîn, terpilîn

heleqmeleq ehmeqî, serserî, gotinên / tiştên dûrî hiş û aqil

heleşe lezok, bilez, bizivok, bilezûbizav, bêsexbêr, bêdîqet

heleşeyî lezokî, bizivokî, lez, bizav, bêsexbêrî

helet asê, cihê mirov nikare bi asanî lê bimeşe; serhişk, neguhdar, mirovê serkêşiya wê / wî kirin dijwar e

helewer kesa/ê têkilî nav karên (t axiftina) xelkê dibe

helexerc felîte, destbelav, kesa/ê malê / pareyê xwe pirr xerc / pûç dike

helfilîqandin merriçandin, merçiqandin, zirviçandin, perçiqandin

helfilîqan merriçîn, merçiqîn, zirviçîn, perçiqîn

helfilîqaw merriçîn, merçiqîn, zirviçîn, perçiqîn

helfirandin hilfirrandin, wa kirin ku tiştek bifirre (t bi lez)

helfirîn hilfirrîn, firrîn (t zû firrîn dûr)

helfirîwandin xapandin, lê(h)b lê kirin, hîle lê kirin

helgeran hilgerrîn, li hindavî / raserî tiştekî gerrîn yan dewr dan; hilketin, hewa ketin, ji derek nizm meşîn derek bilind; berbelav bûn (dar yan giya dema pelên / çeqên xwe belavî derdorî xwe dike); (reng) guherrîn, lê bûn (rengek): Rengî zerd helgera Reng lê zer bûn (ango bûn spîçolkî / zerik)

helgeranewe qulipîn, vequlipîn, serberjêr bûn, berejavî bûn, dijber bûn

helranewe bn helgeranewe

helgiloftin perixandin, mizdan, destê xwe pêve anîn û birin

helgirtin hilgirtin

helgîran hatin hilgirtin

helgîraw revandî, revayî (jin yan keç bi armanca markirina li xwe)

helgîrsan hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gurr bûn (agir); çêbûn, dest pê bûn, berpê bûn, afirîn; berbûn hev, li hev sor bûn

helgîrsandin hilkirin, vêxistin, berdan, geş kirin, gurr kirin (agir); çêkirin, dest pê kirin, berpê kirin, afirandin; berdan hev, li hev sor kirin

helguşîn givaştin, şidandin, guvaştin, jidandin

helhatin 1) (roj / heyv) hilhatin / rabûn / derketin 2) revîn, bazdan 3) (reng) guherrîn / guhorrîn 4) (hevîr) pif / bilind bûn; (bi hevîrtirşk) tirşîn, tirş bûn 5) (hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqîn

helhênan 1) (metelok / pirsgirêk) tê derxistin, pê hesîn, zanîn 2) (hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqandin 3) (çav[ên xwe] piştî nivistinê / nesaxiyê / bêhişiyê) vekirin

helhênanewe vereşîn, hilavêtin, tişta xwarî / vexwarî zikê xwe dîsan di devê xwe re avêtin

helhêncan 1) (av ji bîrê) hilkişandin / hilkêşan 2) (av ji derekê) çikîn, miçikîn, miçiqîn, çik / hişk / ziwa / zuha bûn, (t ji ber germayê av jê) qut bûn

helhênciraw 1) (av ji bîrê) hilkişandî / hilkêşayî 2) (av ji derekê) çikî, miçikî, miçiqî, çik / hişk / ziwa / zuha bûyî, (t ji ber germayê av jê) qutbûyî

helhêner têderx, kesa/ê metelokekê / pirsgirêkekê tê derdixe / hel dike

helhênge hêlîn, kurkgeh, cihê mirîşk lê kurk dibe û hêkên xwe dimeriqîne

helhênraw 1) têderxistî 2) meriqî; meriqandî 3) vekirî bn helhênan

helîz çerm, pîst, post (yên heywanan); meşk

heljimar hiljimar, statîstîk, jimarko

heljimardin hejmartin, hiljimartin, hijmartin, jimartin

heljimêrraw jimartî, hejmartî, hijmartî, hiljimartî

helk zimanxweş, zimanşirîn, peyvzêrrîn

helkalîn pitpit kirin, gilî / gazin / lome kirin

-helken -kol, -hilkol: gorhelken gorrkol, kesa/ê gorran dikole / çêdike

helkendin 1) hilkolîn, hilkêlîn 2) hilkêşan, hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) deranîn / derînan 3) qewirandin, derxistin, kesek / tiştek neçar kirin ji derekê bireve

helkenran 1) hatin hilkolîn / hilkêlîn 2) hatin hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) hatin deranîn / derînan 3) hatin qewirandin / derxistin, kesek / tiştek hatin neçarkirin ji derekê bireve

helkenraw 1) hilkolî, hilkolayî, hilkêlayî, (ya / yê) hatî hilkolîn / hilkêlîn 2) (ya / yê) hilkêşayî, hilkişandî, hatî hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) derînayî, hatî deranîn / derînan 3) qewirandî / derxistî, kesek / tiştek hatî neçarkirin ji derekê bireve

helkewt hilkeft, bone, minasebet

helkewte, helkewtû berkeftî, bijare, jêhatî, hêja; awarte, nejirêzê, têvel, cuda

helkêş hilkêş, hilkişîn, ya / yê hildikêşe / hildikişîne

helkêşan hilkêşan, hilkişandin, kêşan / kişandin jor / serî / silal / hewa

helkêşraw hilkêşayî, hilkişandî, ya / yê hatiye hilkêşan / hilkişandin

helkiran selixîn, veçirrîn, verûçîn, verûçikîn, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vebûn / çûn, bi sivikî birîndar bûn

helkirandin selixandin, veçirrandin, verûçandin, verûçikandin, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vekirin / rakirin, bi sivikî birîndar kirin

helkiraw (ala) hildayî bilindkirî; (ben, dezî, rîs) alandî, alayî; (huçik) hildayî; (agir / ronahî) hilkirî, vêxistî, berdayî, geşkirî

helkiraw selixî, veçirrî, verûçî, verûçikî, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vebûyî / çûyî, bi sivikî birîndar(bûyî)

helkizirandin kizirandin, kuzurandin, (goşt) li ser / ber agirî sor kirin

helkişan hilkişîn, hewa ketin, hilketin, hilçûn, berev jor / serî / silal ve çûn

helkişe rabûn, bilindbûn (a seviyeya avê)

helko lezok, bêsexbêr, nehişyar, kesa/ê ne têr hişyar / sexbêr / bidîqet e dema tiştekî dike, kesa/ê di karê xwe de zêde dilezîne û li xwe ne hişyar e

helkolan, helkolîn hilkolîn, ax (kûr) kolîn daku tiştek di bin derbîne

helkolraw hilkolî, hilkolayî; hilkolandî

helkulîn hilkelîn, hilfûrîn, wa zêde kelîn / fûrîn ku di ser re avêtin

helkutan: ~e ser bi ser de girtin, êriş kirinê

hella şerrenîx, xirenîx, dengûdor, dijberî

hellûşîn daûrandin, dabeliandin, dabeli'andin, da'ûrandin, zû yan bi hesûdî xwarin; nîçandin, nîç kirin, çipek / dilopek ji avê yan vexwirakek dî nehêlan

helm hilm, bixar, buxar, dû, dûkêl

helmalîn hildan, hilmalîn, hilmaliştin

helmalran hatin hildan / hilmalîn

helmalraw hildayî, hilmalî, hilmaliştî, hilmaliyayî

helman hilmîn, bûn hilm / buxar

helmat tebel, xar, tîl, holik, gogik

helmatên tebelanê, xaranê, tebelbazî, lîstika tebelan / xaran / tîlan

helmeqo pêncokanê, lîstikek / yariyek e bi pênc berkokên / kevirokên biçûk têt kirin

helmet 1) êriş, pelamar, lêdan, biserdegirtin

helmetcar operasyon, êriş, lêdan, biserdegirtin

helmijîn hilmijandin, hilmêtin, av bi boriyan hilkişandin, av / hewa kişandin devê xwe, mêtin xwe

helmîzan hilmîstin, hilmîzîn, ji piyan ve mîstin / mîzîn

helnan 1) gavîn, gav avêtin, pêngav avêtin, hewa ketin 2) (dav / xefik / feq) venan / danîn

helnîştin venîştin, (mirîşk / dîk li ser lîsê xwe) nivistin / razan / raketin / di xew çûn; venîştin, rehet rûniştin

helo eylo, elih, qertal, holî, qertel

helol xilole, xulole

helok kaşok, gopal, dar

helork, helorke landik, dergûşan, lehndik, dergûş, mehdik, dêdîk, deydik, colank, textê zarok tê de tên nivandin / razandin dema hê sava / biçûk in

helpaçîn qusandin; kurr kirin; cewandin, cew kirin

helpaçraw qusandî; kurrkirî; cewandî, cewkirî

hepandin bn hepîn

helpe bêrî, bêrîkirin, (tiştek pirr) xwestin, ji dil xwestin

helpenman werimîn, perçivîn

helperandin (zarok) hilavêtin (û vegirtin)

helperdawtin bn helpaçîn

helperîn govend / dîlan / dawet kirin / girtin, reqisîn

helper govend, dîlan, dawet, reqas

helpesardin spartin, pal dan, pişt dan, pala / pişta tiştekî / xwe dan tiştekî

helpesarraw paldayî, piştdayî (tiştekî)

helpêç dang, daw, dawên, berdang

helpêçan 1) hilpêçan, hilpêçandin, hildan, rakirin 2) gihîn, gihiştin, ji kulîlk bûn fêkî

helpêçraw 1) hilpêçayî, hilpêçandî, hildayî, rakirî 2) gihayî, gihiştî, ji kulîlk bûyî fêkî

helpiçran perritîn, çirrîn, dirrîn, hatin çirrandin / dirrandin

helpiçraw perritî, çirrayî, dirrayî, çirrandî, dirrandî

helpiçrîn perritandin, çirrandin, dirrandin, vekirin

helpijan (av û hwd) hilbilqîn, vemistin, hilvizîn, hilvizikîn, di ser re avêtin

helpirûkan betilîn, westîn, kerrixîn, mandî bûn

helpirûkandin betilandin, westandin, kerrixandin, mandî kirin

helpirûkaw betilî, westî, kerrixî, mandîbûyî

helpirûzan kizirîn, suşîn, sujîn, şewitîn, bûn qerqûş(k)

helpirûzandin kizirandin, sotin, sujandin, şewitandin, kirin qerqûş(k)

helpirûzaw kizirî, suşî, sujî, şewitî, (bûyî) qerqûş(k)

helqe bn elqe

helqirçan çikîn, miçikîn, miçiqîn, çik bûn, ziwa bûn, hişk bûn, ji ber germayê av jê qut bûn

helqirçan çikandin, miçikandin, miçiqandin, çik kirin, ziwa kirin, hişk kirin, bi germayê av jê qut kirin

helqirçan çikî, çikiyayî, miçikî, miçiqî, çik(bûyî), ziwa(bûyî), hişk(bûyî), ji ber germayê av jê qut(bûyî)

helqulan, helqulîn hilbilqîn, bulqîn, dengê bilq-bilq / bulq-bulq yê ji avê têt (t dema dikele / difûre)

helqunan, helqunîn îşqilîn, xwe hilavêtin (t bi lingekê gav avêtin)

helqun-helqun îşqilk, îşqilkî, îşqilkanê, meşîna / bi rêveçûna li ser lingekî / piyekî

helqurandin qurtandin, qurçandin, (av û hwd) qurç-qurç / qurt-qurt vexwarin

helqurtandin (xwe tê ~) (destê) xwe kirin di nav karekî re, xwe têkilî karekî / tiştekî kirin

helqutandin bn helqurtandin

helrijan hilrijîn, hilrijan, hilrijiyan, av bi ser de çûn, av yan tiştek dî yê ruhn dema aman tijî dibe û av / ruhnî di ser lêvan re dirije

helrijraw hilrijî, hilrijayî, hilrijiyayî (bn helrijan)

helriştin hilrijandin, hilriştin, hilrêtin (bn helrijan)

helsan rabûn

            ~ û danîştin rabûn û rûniştin, irf û edet, rewişt

            ~ û kewtin bizav, leptûliv, tevger

helsandin rakirin

helsanewe verabûn, dîsan rabûn

helsaw rabûyî

helsengandin hilsengandin, nirxandin, berisandin, dan ber hev, li hev pîvan, nirxê / bihayê / giringiya tiştekî texmîn yan hesab kirin; kêşandin, giraniya tiştekî pîvan

helsengêner hilsengîner, nirxîner, kesa/ê dinirxîne / hildisengîne; pîvan, krîter

helsipardin bn helpesardin

helsûkewt leptûliv, tevger, rabûn-û-rûniştin

helran çêbûn, durist bûn, saz bûn, pêk hatin, afirîn, amade bûn, hatin pê, berpê bûn

helrandin çêkirin, durist kirin, saz kirin, pêk anîn, afirandin, amade kirin, anîn pê, berpê kirin

helraw çêkirî, pêkînayî, durist(kirî), sazkirî, afirandî, amadekirî, berpê(kirî)

helrêner çêker, pêkîner, duristker, sazker, amadeker, afirîner, birêveber

helşaxîn (piya) lê xwirrîn, gef lê kirin, enirrî û bi qehr li gel kesekî axivîn

helşêlan hilşêlandin, şêlandin, têkil kirin (t hevîr)

heltekan hilhejîn, bi bingeh ve hejîn yan hatin hejandin

heltekandin hilhejandin, bi bingeh ve hejandin; hêrandin, hûr-hûr kirin; (bejnûbala) xwe hejandin

heltek-heltek hêdî-hêdî, bi sexbêrî, bi hişyarî (meş û birêveçûn)

heltekîw hilhejî, hilhejandî, bi bingeh ve hejî yan hatî hejandin

heltilîşan perritîn, pirt-pirt bûn, parçe-parçe bûn, hûr-hûr bûn

heltilîşandin perritandin, pirt-pirt kirin, parçe-parçe kirin

heltilîşaw perritî, pirt-pirt(bûyî), parçe-parçe(bûyî), hûr-hûr(bûyî)

heltirûşkan totî kirin, totî vedan, rûniştin

heltirîn finîn, finihan, ne li ser xêrê çûn (Wek nifirîn têt bi kar anîn: Heltire! Bifine! Bifinihe! Here ji ber çavên min!)

heltîzandin bezandin, revandin, dan bazdan / bezîn

heltoqîn bilqîn, hilbilqîn, bilq dan; derketin, serê xwe deranîn; pirzik

helrandin bezandin, revandin, dan bazdan / bezîn

heltûtan bn heltirûşkan

helûje hilû, hilûk, încas, hilîk, hulûk

helûjereşe hilûreşk

helûmerc şertûşirûd, rewş, destûdar, kewdan, barûdox

helwasîn hilawîstin, daliqandin, (bi dar / dîwar ve) kirin; li sêdare dan

helwasran hatin hilawîstin, hatin daliqandin, hatin (bi dar / dîwar ve) kirin

helwasraw hilawîstî, daliqandî, (bi dar / dîwar ve) kirî

helweran werîn, weşîn, weriyan, dawerîn, daweşîn, vewerîn, veweşîn, werihan, pel / dindik / tov jê veqetîn / cuda bûn

helwerandin werandin, weşandin, vewerandin, veweşandin, pel / dindik / tov jê veqetandin / cuda kirin

helwerîn bn helweran

helweşan 1) hilweşîn, ruxîn, têk çûn, pûç bûn 2) verûşîn, verûşan, verûşiyan, verûşihan, (girêk / dirûn) vebûn

helweşandin 1) hilweşandin, ruxandin, têk birin, pûç kirin 2) verûşandin, (girêk / dirûn) vekirin

helweşaw 1) hilweşî, hilweşiyayî, ruxî, ruxiyayî, têkçûyî, pûçbûyî 2) verûşî, verûşiyayî

helweşênraw 1) hilweşandî, ruxandî, têkbirî, pûçkirî 2) verûşandî, (girêk / dirûn) vekirî

helwêst, helwîst helwest, bîrewerî, dîtin û nerîn

helwutin pesinandin, pesn dan, metihandin, meth kirin

helxeletan xapîn, hatin xapandin, bi ser de çûn, lêb lê bûn, hîle lê bûn, lêhb lê hatin kirin

helxeletandin xapandin, bi ser de birin, lêb lê kirin, hîle lê kirin, lêhb lê kirin, fêl lê kirin

helxeletaw xapî, xapandî, lêblêbûyî, lêhblêkirî, hîlelêbûyî, biserdebirî

helxeletêw xapînok, lêbok, lêhbok, ya / yê xapan / hîleyan / lêban dike yan dikare bibe sedema wan

helxilîskan hilisîn, tehisîn, şemitîn, hulusîn; xwişîn, xijîn, xuşîn, xîj bûn, xwiş bûn, terrişîn, şelipîn, xijikîn

helxilîskandin hilisandin, tehisandin, şemitandin, hulusandin; xwişandin, xijandin, xuşandin, xîj kirin, xwiş kirin, terrişandin, şelipandin, xijikandin

helxiran hatin raxistin / raêxistin, (t cil bo ziwabûnê) hatin bi ristê ve kirin

helxistin raxistin, raêxistin, (t cil bo ziwabûnê) bi ristê ve kirin; bi cî kirin; berdest kirin

helxwêndin (piya ~) bi xerabî basa kesekî kirin

helzilepîn pifîn, pif bûn, perçivîn, werimîn

helzilepîw pif, pifî, pifbûyî, perçivî, werimî

helzinîn bn helgeran

hem hem, him, herwa, jî, û, herwiha: Hem eme û hem êwanîş hem em û hem jî ew, em jî û ew jî

hem z 'em, xweş e bo xwarinê: emî ke 'em ke, bixwe (zarê zarokan e)

hem- bn haw-

-hem -yem, paşqertafek e bo çêkirina jimarên rêzî ji jimarên sade dema jimara sade bi tîpek dengdêr bi dawî bêt: nohem nehem, (di rêzê de ya) nehê

hemahengî bn hawahengî