Wiktionary:sor-kurg
Ji Wiktionary
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Ferhenga soranî - kurmancî
[biguherîne] Daner: Husein Muhammed
|
[[Wiktionary: -kura|Aa]] | Bb | Cc | Çç | Dd | Ee | Êê | Ff | Gg | Hh | Ii | Îî | Jj | Kk | Ll | Mm | Nn | Oo | Pp | Qq |Rr | Ss | Şş | Tt | Uu | Ûû | Vv | Ww | Xx | Yy | Zz |
[biguherîne] G g
ga (1) ga, gamêş
ga (2) ge, geh: ga ga carinan, car-car: Ga ga tarîk e û ga ga rûnak Geh tarî ye û geh (jî) ron, Carinan tarî ye û carinan (jî) ron
ga (3) rayê dema borî yê lêkera "gan"
ga- 1. ga- 2. gir-, gire-: gaberd girekevir, kevirên gir
-ga -ge, -geh, paşqertafek e cih diyar dike: firoşga firoşge, cihê tişt lê tên firotin, fêrga fêrge, cihê fêrkirin û fêrbûnê
gabor orrîna gayan
gaf navê tîpa "g" di alfabeya kurdî-erebî de
gagel gagel, celebê gayan, çeşnê gayan
gagêre gagêre, gêreya bi gayan
gagolkê çarlepk, meşîna li ser herdu destan û herdu piyan
gakêwî gakûvî, gayên kûvî
gal gazî, bang, dey, deng, hewar
gale qîrrî, qêrrî, qîjî, qêjî, giriyê bi dengek bilind
galekut galegot, galgal, gotinên bêbingeh
galîske erebe, erebane (ya hesp li dû xwe dikêşin)
galok gopal, kaşok (t yên gavanan)
galte qerf, henek, tinaz, tirrane, galte, yarî, şoxî, tinazî
galtebêj henekbêj, qerfbêj, tinazbêj, tirraneker, galtebêj, tinazîker, kesa/ê henekan dike / dibêje
galtecar qerfok, pêkenok, qeşmer
galteçî henekbêj, tirraneker, tinazîbêj
galtegê deqşkên, kesa/ê henekan / tirraneyan / galteyan bi kesekî daku wê / wî bide şermê yan qedirê wê / wî bişkîne
gamelas serhişkî, dijberî
gamêş gamêş, ga
gan gan, niyan, nan, tê nan, seks, cot bûn, têkiliya cinsî
ganawî seksî, ganawî
ganek ganek, sefîh, tûle, tolaz
-gar -ger, paşqertafek e bo diyarkirina ku kesek tiştekî dike: parêzgar parêzger, kesa/ê tiştekî / kesekî diparêze
garandin qidîn, qidqidîn (dengê mirîşkan)
garegar qidqid (dengê mirîşkan)
garis garis
gasin gasin, gêsin
gaşe kaş, kevirek hilû ye
gaûgotal garran, koma çêl û gayan
gav 1. (hengaw) gav, pêngav 2. (kat) gav, bîsk, kêlîk, dem
gawan gavan, çavdêrê çêl û gayan
gawanî gavanî, karê gavanan
gaware dergûş, landik, cihê lêçêbûna yan jêdestpêkirina tiştekî
gawir, gawur kafir, gawir, bêdîn; file, mesîhî, îsawî, xrîstiyan
gawus meşk
gayilke hêstir, qantirr
gayî geyî, car-carî, carinan, hin car
gayîn bn gan
gaz (1) gaz, maddeyek sotemenî ye
gaz (2) (qepal) gez, leq, didanlêdan
~ lê girtin gestin, leq lê dan, didan lê dan, dan ber didan
gaz (3) (gazî pişt) hestiyê piştê
gaz (4) gazî, bang, dey, deng
gazera nav, nêv, nîv, nava / nêva / nîva tiştekî / derekê
gazinde gazin, gazind, gazinc, gazinde, gilî û gazin; nalîn, kul û kovan
gazindok gazinok, gazindok, kesa/ê pirr gilî û gazinan dike
gazir spîkirin
-ge -ge, -geh, paşqertafek e cih diyar dike: firoşge firoşge, cihê tişt lê tên firotin, fêrge fêrge, cihê, karge karge, cihê kar(lêkirinê)
gecer, gecerûgucer (mirovên) tûle, tolaz, pûç, bêwec, bêkêr
geç gêç, cis, ces
geda geda, parsek, xwestok, xwazo(k)
gedayî gedatî, parsekî, xwestokî, xwazokî
gede zik, ûr bn sik
gef gef, hereşe, tehdîd; rey, rew, hew (dengê se û kûçikan)
gefe, gefegef hewhew, rewrew, reyrey (dengê berdewam yê se û kûçikan)
gefîn reyîn, rewîn, hewtîn (dengê se û kûçikan)
gefûgur gef, tehdîd, hereşe
~ lê kirdin gef lê kirin / xwarin
gel gel, milet, xelk, mirov, netewe; kom; birr, celeb, ker, ref
~ bestin civîn, (gel) hatin cem hev, (gel) kom bûn
gel (1) kel, navran, nava herdu piyan / lingan
gel (2) (dê, çilûy wuşk) gil, gilgile, çilûyê hişk (pelên / belgên hişk yê daran) ku payizê ji daran werîne
gela pel, pelg, belg (yê daran / gulan), çilû, belçûn, pelçûn
geladar peldar, bipel, belgîn
gelarin pelwerandin, werandin, weşandin, dawerandin, ji pel / belg kirin, belgwerandin
~ kirdin (pel ji daran / gulan) werandin, (dar / gul) ji pelan / belgan / çilû / belçûnan rût kirin
gelarêzan 8em meh ji salnameya kurdî, meha pelwerînê, bi salnameya julyanî (romî) her sal 21.10 - 20.11
gelakutk şûnik, darek pan e cil û xalîçe pê tên qutan dema tên şûştin daku baş paqij bibin
gelal celal, meyav, rûbarok, rûbar
gelale pêşnima, miswede
gelawêj gilavêj: 1) stêra Gilavêj (bi zimanên ewropî Sirius) 2) meha 5em ji salnameya kurdî, bi salnameya julyanî (romî) her sal 21.8 - 20.9
~ kewtin (li payizê) seqa / hewa sar bûn
gelawgel lingjevkî, pîjevkî, (meşîna yan rawestîna bi) herdu pî / ling ji hev dûr
gelawer pelwer (dara / gula pelên / belgên wê [payizê] diwerin / dikevin [û biharê dîsan pelên nû dide])
gele birr, celeb, ker, ref, kom
gelerawêjî komdevjenkî, komsuhbet, suhbeta di navbera gelek kesan de
gelexan kotan, cihê tankirî / çeperkirî bo tê ve parastina sewalan
gelê, gelêk gelek, pirr, zor, zaf, zêde
gelho famkor, mejîreş
gelî gelî, newal, nihal, dol
gelor peledîn, aqilsivik, mejîreş, famkor, xwelîser, delodîn, tirredîn, hepledîn, hepletiraş
gelû bn gelî
gemal birrek seyan / kûçikan e
gemaro dorpêç, dorgirtin; ambargo
~ dan dorpêç kirin, dor (lê) girtin; ambargo danîn ser
geme (yarî) lîstik, yarî; (galte) henek, qerf, galte, tinazî, tirrane, yarî
gemî, gemye keştî, gemî, vapor, papor, sefîne, baxîre
gemûre gilîz, tif, bilxem
gen (1) gen, bîna genî
gen (2) bn gend, geng
genandin genandin, genî kirin; rizandin
genaw genav, ava genî
genc (1) genc, ciwan, (kurekan) xort, (kiçekan) cehêl, gênc: kesên êdî ne zarok in lê hê bi temamî mezin jî nebûne; kesên êdî ne zarok in lê hê pîr jî nebûne
genc (2) bn gencîne
gencêtî, gencî gencî, gencîtî, ciwanî, ciwantî, xort(an)î, cehêl(t)î, gêncî
gencîne 1. gencîne, xwençe, xezîne 2. embar; paşdav, serdav 3. destavgeh, tiwalet
gend, geng genî, fistewî, bînew, bêhnewî, bînpîs, bêhnpîs
gende- pêşqertafek e ku wateya biçûkî û kêmiyê dide peyvên dikeve pêşiyê: gendepiyaw mêrkok; gendexor gemşo, gemşok, kesa/ê çi xwarin (ya pîs û ne xweş jî) bikeve ber dixwe
gendel riziyok, tişta/ê dirize
gendûgû pîsî, qirêjî, bîna pîs
genim genim, dexlûdan
genime balûk
genimeşamî genimê şamî, garis
genimgirdî bênavbirr, bêrawestan
genîn genîn, genî bûn; rizîn, riziyan
genîw genî, genîbûyî; rizî, riziyayî
gep (1) devjenkî, suhbet (t ya sivik û nefermî)
gep (2) gir, zexm, girs, mezin
gepegep devjenkî, suhbet; galgal, galegot, gotinên bêbingeh
ger ger, eger, heke, heger, heku
ger (1) gerr, geş, geryan, hatin û çûn; lêgerrîn
ger (2) gerrewî, girrewî, gurrî, pîs, lewitî
ger (3) hêcet, bihane, hincet; qerqeşe, şerrenîx, teşqele, gengeşe
-ger paşqertafek e kirde diyar dike: asinger
gera hêk (yên masiyan yan pêşû-mêşûyan)
geran gerrîn, gerriyan, gerrihan, hatin û çûn
gerandin gerrandin, anîn û birin
gerandinewe vegerrandin, veanîn, dîsan anîn, înan ve
geranewe vegerrîn, vehatin, hatin ve
geraw gerrav, ava li hin sewalan têt kirin daku ji girrewîtiyê bên parastin
gerd (1) gêrr, girrêl, çerx, dor, qulp, zivir
gerd (2) çip, piç, pirt, piçek, pirtik, pirtkok, hûrik, zirret, misqal; toz
gerdan gêrr, girrêl, çerx, dor, qulp, zivir
gerdane gerdenî, ristika gerdenê
gerdaw 1. tevlihev, serobin 2. zivirok
gerde (1) tozik, toz
gerde (2) armûş, hevrîşm
gerdelûl babelîsk
gerdemil bn gerdin
gerdin gerden, sto, hustu: Gerdinit azad bê Gerdena te azad (Ango: Tu hatî bexşandin / lêborandin), Gerdinim azad ke Gerdena min azad bike (Li min bibore, Li min negire), Gerdinim le mû barîktir e (bw) Li ber emrê / fermana te me
gerdinkeç nefsbiçûk
gerdinkeş dijraber, serhildêr; xweragir, mukum
gerdinkêl biînat, înato
gerdeş pevçûn, şerrenîx, ajawe; şoreş
gerdîle pirtik, atom, zirret, misqal
gerdûgela elind, berspêde, gizing, berbeyanî
gerdûn gerdûn, kaînat, erd û esman; felek
gerdûxul zivirok, çerxok
gerek gerek, lazim, hewce, pêdivî, pêwîst, divê; daxwaz
gerekî gerekî, lazimî, hewcetî, pêdivîtî, pêwîstî, divêtî
gerek tax, mehel, beşek ji bajarekî
gerelawje tevlihevî, serobinî, bêahengî
gerî gerrewî, girrewî, gurrî, pîs, lewitî
gerîde 1. geryayî, dinyadîtî 2. lêgerr
germ germ; (dax) kel, gurrî; (şîletên) tênşîr, tînşîr, têhnşîr
germa germa, germî (hewayê germ)
germajo bn germbirdû
germanî bn germiyan
germacman 4em meha salnameya kurdî, bi salnameya julyanî (romî) her sal 21.6 - 20.7
germapêw germapîv, germîpîv, termometre
germaw germav, ava (ji xwe) germ (e û têt bawerkirin ku derman e)
germawgerm tavil, di cî de, serdanpê
germayî germî, germayî, germatî
germbirdû germbirî, tiştê li ber germayê pûç bûye
germegilê 1. bênavbirr, bêbênvedan, bêîstîrehet 2. navê lîstikek goganê / holanê ye
germesêr bn germiyan
germêtî germî, germatî
germiyan deşt, nizmistan; herêmek e li Başûrê Kurdistanê; germiyan û kiwêstan deşt û zozan
germiyanî deştî; xelkê herêma Germiyan li Başûrê Kurdistanê
germî germî, germatî
germîpêw germapîv, germîpîv
gerok gerrok, kesa/ê pirr digerre
gerol reben, rebenok, xwelîbiser, tepeser
gerole! rebeno! rebenê!
gerû (1) (ûk) gewrî, hefk
gerû (2) (gelî) gelî, newal, nihal, dol
gerûêş gewrîêş, hefkêş, anjîn, angîna
gerwanke pakêt
gesk gesk gezik, gêzik, sivnik, melkes, pêmalik, alavek pêmalînê ye ji giyayine hişkkirî tên çêkirin
geske xeleng, gezik, giyayê gezik jê tên çêkirin
gestin gezandin, dan ber didanan, leq lê dan, gestin, gez kirin, leqandin; (mar) pê vedan
geş geş, vebûyî, xweş, zelal, birqok, biriqdar, teyisok, gurr
geşan, geşanewe geşîn, geş bûn, (gul) vebûn
geşandin, geşandinewe geşandin, geş kirin
geşayişt geşedan, firajî, pêşketin, pêşveçûn
geşbîn geşbîn, xweşbîn, hêvîdar, optimîst, umêdewar
geşbînî geşbînî, xweşbînî, hêvîdarî, umêdewarî, optimîzm
geşe gihiştin, geşe, pêşketin, zêdebûn, pêşveçûn
geşekirdû gihiştî, pêşketî, pêşveçûyî
geşî geşî, vebûyîtî, xweşî, zelalî, birqokî, biriqdarî, teyisokî, gurrî
geşke heyranî, şadmanî, mestî, jihalçûn, hîsterî, ekstasî
~ girtin / kirdin ji hal çûn, mest bûn, şadman bûn
geşkedar jihalçûyî, mest(bûyî), şadman, heyran
geşt geşt, gerr, seyran, rêvingî, sefer, seyahet, rêwîtî
geştname gerrname, geştname: 1) pirtûka bîranînên nivîser yên geştê 2) pirtûka şîretan bo rêvingan
geştûguzar turîzm
geştwer gerrok, lêgerr
geştyar geşyar, turîst, rêving, rêwî
gew kevan (tîr û kevan)
gewad pezeveng, jinfiroş, gewad, bênamûs
gewah govan, gova, şahid, kesê bûyerek dîtiye dema qewimiye
gewahî govanî, govahî, şahidî, dîtina qewimîna bûyerekê
gewal 1. pîne, pinî 2. kom, deste, grûp
gewar kêrhatî, baş, têr(a tiştekî dike); saxlem, sax, qenc
gewc aqilsivik, peledîn, tirredîn, hepledîn, hepletiraş, delodîn; gêj, gêjok, gêjelok
gewe zivirok, xwarovîç (rê); lêb, lêhb, hîle, xap, xapandin, dekûdolab
gewekar lêbok, xapînok, hîlebaz, cambaz, xapîner, lêhbçî
gewher gewer, cewer, gewher, dirr, micewher, kevir û berên bihagiran; gewer, resenî, pakî, rindî, delalî; bingeh, esas
gewherbend gewerlê, gewerkirî, bigewer
gewherdar (pirr) delal, bedew, rind, xweşik; bingehîn, giring, esasî
gewherkar gewerkar, kesa/ê karê geweran dike
gewerî gewerî, ji gewer; resen; bingehîn, esasî, giring
gewr gawir, kafir, ne-misilman
gewre mezin, gir, girs, zexm, giring
gewreyî mezinî, mezintî, girî, girsî, zexmî, giringî
gewz gevz, qulipîna berdewam yan çendcarî ji aliyekî li aliyê din di nav axê / herriyê / xwînê de
gewlaz kesa/ê pirr car jin / mêr kirine
gewun devî, tirraş, kêrat
gewûr, gewûrk kotan, cihê tankirî / çeperkirî bo parastina pez yan terş tê ve; gov, axur, xaniyê pez yan terş; şkefta sewal tê ve tên parastin
gewzan gevizîn, perpitîn, pirpitîn, xwe gevizandin, di nav axê / herriyê / xwînê de her ji aliyekî qulipandin aliyê din û dîsan her wa
gewzandin gevizandin, perpitandin, pirpitandin
gewzîn bn gewizan
gey kerb, kîn, qehr, nefret, nifir
geygir bikerb, bikîn, binefret, binifir, qehirî, qehirokî, sil, aciz, xeyidî
geyandin gihandin, gehandin
geyîn gihîn, gihan, gihiştin
geyiştge gihiştge(h), cihê (hev)gihiştinê
geyiştin gihîn, gihan, gihiştin
geyiştû gihayî, gihiştî, gehiştî
geyîw, geyû gihî, gehî, gihayî, gihiştî (t fêkî)
gez (1) gez, leq
gez (2) gez, yekîneyek pîvanê ye, hemberî 0,5625m ye: ~î Heleb gezê Helebê = 0668m, ~î şa = 0,72m
gezaf metho, pesno, xwemezinker
gezen ziyan, zerer, ezyet, azar
gezgezan baraneberfa giran
gezîn gezîn, gestin, gezandin, dan ber didanan, didan lê dan, leq lê dan, leqandin
gezinde gezok, gezînk, gezinde, leqok, kesa/ê yan tişta/ê digezîne / dileqîne; ziyandêr, bive
gezne gezgezok, gezgezînk (giyayek e)
<o:p>
gêçel şerrenîx, xirrenîx, gengeşe, qerqeşe, lihevnekirin
gêj gêj, çavzivirok, serzivirok
~ bûn gêj bûn, ser / çav zivirîn
~ kirdin gêj kirin, serê yekî gêj kirin, nerehet kirin, mejîreş kirin, ser êşandin
gêjaw 1. serzivirok, çavzivirok 2. pirsgirêk, arîşe
gêjûwêj gêjelok, mejîreş, kesa/ê tişt li bîrê namînin û hişên wê / wî ji ser tiştekî diçin yek dî û nikare serdariya hişê xwe bike
gêl peledîn, aqilsivik, tirredîn, hepledîn, hepletiraş, bêaqil, delodîn, behle
gêlas gilyas, kîraz, gêlas
gêlekî bn goranî
gêlke bn mêrûle
gêlî peledînî, aqilsivikî
gêloke peledînok, aqilsivikok
gêpere hefik, sto, hustu, stu
gêr (1) 1. şel, seqet; kulek 2. xwar, xwehr, nerast
gêr (2) gêrr, guhorrek, vîtes, fitêz
gêr (3) gêrr, gerr, zivir, dor, dewr, çerx
gêran 1. gerrandin, gêrran 2. (karûbarek) meşandin, bi rê ve birin; li dar xistin
-gêr -gêrr, paşqertafek e kirde diyar dike: şorişgêr şoreşgêrr, kesa/ê şoreşê dike yan di nav (karûbarên) şoreşê de ye
gêranewe vegotin, gêrran, basa / çêrra / qala tiştekî (t wek çîrok ji serî ta binî) kirin
gêre gêre, gerrandina alavek makîneyî yan hin dewaran yan gayan li ser dexlûdan daku ew hûr bibe û paşî bi danebayê / hilavêtinê dan û ka ji hev bên cudakirin
~ pê kirdin gêre pê kirin; m bo xwe dan xebitandin û heqdestê wê / wî nedanê
~ tiya kirdin m serobin kirin
gêreûkêşe şerrenîx, xirrenîx, gengeşe, qerqeşe, lihevnekirin
gêsû bisk, kezî (pirça / porrê jinan)
gêtal neti, çine, bêqîmet, erzan
gêtî bn cîhan, dinya
gêwe kalik, pêlavên / solên ji bilî binê wan bi dest hatine kêlîkirin
gêzer gêzer, gizêr, gêzel
giçik, giçke biçûk, biçkok, dijw. mezin
gift soz; axivîn, peyivîn
giftar peyv, gotin
giftûgo danûstandin, giftûgo, gotûbêj, mizakere; suhbet; devjenkî
gij (1) bejn, bejnûbal
gij, gijgiya giya, gulûgiya, şênkatî; êm, alif
gije, gijegij gij, gijedij, dengê bayê tund
gijeba gijeba, bayê gijok, bayê wa tund û tûj ku "gijegij" jê tê
gijnîj gijnîj
gil (1) gêrr, girrêl, gilo, gindêrr
~ bûnewe gêrr / girrêl / gindêrr bûn, gindirrîn
~ kirdinewe gêrr / girrêl / gindêrr kirin, gindirrandin
gil (2) zûrîna / êşîna çavan
gil (1) ax, herrî, gêç
gilan gindirrîn, gêrr / girrêl / gindêrr bûn
gilandin gindirrandin, gêrr / girrêl / gindêrr kirin
gilar gilar, libên tirî yên yek-yek ji mêwê / darê ketine
gilare bîbika çavan
gilaw pîs, kesa/ê ne wa paqij e ku bikare nivêjê bike
gileban (ser)banê (ji) axê
gilespî tebeşîr
gildan hiştin, wek xwe hiştin
gilexan mexel, cihê bênvedana lawiran / ajalan / heywanan
gileyî gilî, gazin, gilî û gazin; nalîn
gilêce zik, 'ûr
gilêne reşika çavan
gilêr kom, berhev
~ bûnewe (li hev) kom bûn, civîn
~ kirdinewe (li hev) kom kirin, civandin
gilîn axî, axîn, (tişta) ji axê (hatiye çêkirin yan çêbûye)
giloftin (çav) perixandin, firikandin, mizdan
gilole gulolik
gilop gulop, şewle, lampe, ronahî, çira
gilpe bn kilpe
gindor gundor, petêx, talik, kalik
girifte pirsgirêk, kêşe, girift
giriftar bibela, bipirsgirêk, kêşeyî, giriftar
gir (1) gurr, geş, gurrmij (ya agir)
~ dan (agir lê) geş / gurr kirin
~ girtin (agir lê) gurr bûn, geş bûn
gir (2) (dengê) girr
gir (3) (di lîstikan de) sujandin, sotandin, şewitandin, wa kirin ku kesek di lîstikê de têk biçe û êdî nikare beşdar bibe
~ dan sujandin
gir (4) dewr, zivir, zivirîn, li dor xwe yan tiştekî zivirîn / dewr dan
giran giran, bihadar, nirxbilind; dijwar, asê, zehmet. (Berevajî kurmancî, di soranî de "giran" bi wateya "gelek kîlogram" nayê bikaranîn. Bo vê giraniyê "qurs" heye.)
giran suşîn, sotin, şewitîn, agir berbûnê / vêketin
girandin sujandin, şewitandin, sotandin, agir berdanê / vêxistin
giranî giranî, bihadarî, nirxbilindî; giranî, dijwarî; xela, neyîna yan kêmheyîna qût û xwarinê
gird (1) gir, cihê bilind lê ne hindî çiyayan mezin û bilind
gird (2) 1. dor, dewr, zivir, zivirok 2. tev, tevayî, sercem, giş
~ bûnewe berhev bûn, kom bûn, civîn
girde hevok, tevok, cumle
girdeba babelîsk, bagerr
girdele 1. zivirok, dewrok, dorok, dewra / zivira biçûk 2. qelewok, qelew
girdepiyaw qut, kin, bejnbost, bejnkurt
girdîle bn girdele
girdoke, girdolke girik, gir, girê biçûk
girdoko berhevok, tiştek komkirî / berhevkirî
girdolk gend, gidîş, kom
girew şertanê, qumar
girê girê, girêk; xilf
~ dan girê dan
girêdiraw girêdayî
girêkiwêre girêkor, girêya nikare bi asanî bêt vekirin
girgir agirgir, tiştaagir dikare (bi asanî) berbibiyê / vêbikeve
girgirtû agirvêketî, geş, gurr
girift bela
giriftar (rewşa) dijwar, asê, zehmet, giriftar
giriftarî bela, arîşe, kêşe, nexweşî
giring giring, fer, muhîm, watedar, şandar
giringî giringî, ferî, muhîmî, watedarî, şandarî; pûte
~ pê dan pûte pê dan, giring hesibandin
girî (1) girî, dijw. ken
girî (2) fereziye, hîpotez: Girîman ew naye, tu çî dekeyt? Me hesab kir ku ew nayê, tu dê çi bikî? Em bêjin ku ew nayê, tu dê çi bikî?
girîn girîn, rondik ji çavan hatin, dijw. kenîn
girînok kizgiriyok, girînok, kesa/ê bi asanî digirî
girîmane bn girî (2)
girîşme nazdarî, qiştik, tewşik
girj 1. (rûgirj) rûtirş, buxumî, dijw. rûgeş, rûxweş, rûken 2. qirmiçî, çilmisî, qurmiçî, qermiçî
girjî 1. rûtirşî, buxumîtî 2. girmiçîtî, çilmisîtî
girmejine gurrmij, agirê gurr û geş
girmole badayî, badok, tişta bi dirûvê gogekê li hev hatiye badan
~ kirdin (bi dirûvê gogekê li hev) badan
girmoleyî badokî, badayîtî
giro boş, pirr, gelek, zaf, zehf, kom
giroyî, girohî boşî, pirrî, gelekî, zafî; tevahî
giroz gazindo, nerazî
girs borr, boş, asê, di nav hev re
girtek girtek, fatura; kupon
girtin girtin
girtinewe vegirtin, girtin
girtû girtî, dîl, esîr, êxsîr
girtûxane girtîxane, zindan, hefs
girûgal axivîna pêşîn ya zarokan dema hê baş nizanin peyvan bi lêv bikin
girûn girûn, çerm / pîst / post ji ser vekirin, ji kevil kirin
girwê girrewî, qirêjî; pûrtikî
girwêyî girrew, qirêjî; pûrtik
giryan girîn, dijw. kenîn
giryandin giryandin, wa kirin ku kesek bigirî, dijw. kenandin
gisik, gisk bn gesik, gesk
gişt giş, hemî, tev, gişt, gî, hemû, seranser
giştgir gişgir, hemîgir, tevgir, seranser, komprehensîv, tişta gişan / hemûyan / tevan di xwe de dihewîne
giştî giştî, hemûyî, tevayî, seranserî
giv (1) (pirç, porr yan birû) borr, boş, zêde dirêj / borr; qijavij
giv (2), give, givegiv dengê "give-giv"
givî borrî, boşî; qijavijî
giwan guhan (memikên lawiran)
giwê 1. guh 2. rex, serlêv, berlêv, kenar, qerax
~ leqandin qaşo guh dan, guhdarî kirin lê ne ji dil
~ lê bûn guh lê bûn: bîstin; guhê xwe danê
~ xefandin guh(ê xwe) girtin (daku nebîze)
giwêbel guhbel
giwêcke, giwêçke bn guh
giwêdêr guhdêr, kesa/ê guh dide tiştekî (wek radyo)
giwêdirêj 1. guhdirêj 2. ker, guhdirêjk
giwêgir 1. bn giwêdêr 2. bn giwêrayel
giwêgiran guhgiran, kesa/ê xweş nabîze, dijw. guhsivik
giwêkip guhkip, guhên ku bi demkî nabîzin
giwêlemist zûbawer, kesa/ê zû ji tiştê têt gotin bawer dike bê ku bi rexneyî mijarê binirxîne
giwênî tûr, kîs, telîs, tûrik, kîsik, telîsk
giwêqulax hişyar, guhlê, bidîqet, kesa/ê guhê wê/wî lê ye ka dê çi biqewime
giwêqurs guhgiran, kesa/ê xweş nabîze, dijw. guhsivik
giwêrayel guhdar, kesa/ê guhê xwe dide kesekî / şîretekê, kesa/ê bi gotina / fermana kesekî / şîretekê dike
giwêrayelî guhdarî
giwêre gor, dû, wek: be giwêrey ke delên li gor ku têt gotin, wek ku tê gotin, angorî gotinê
giwêreke golik, çêla / gayê biçûk û berşîr
giwêrep guhrep
giwêsûk guhsivik, xweşbîz, kesa/ê xwe guh li dengan dibe, dijw. guhgiran
giwêsûkî guhzivikî, xweşbîzî
giwêz gûz, gwîz
~î ferîk gûzterrk
~î kiwêr / pûç gûza xirş / xalî
giwêzan gûzan
giwêzer gêzer
giwêzeranewe bn guwastinewe
giwêziringanewe zingîn, ziringîn, dengê "zing" yê dirêj di guhê mirov de
giya giya, gîha, gulûgiya
giyan 1. can, giyan, ruh 2. beden, leş, gewde; kelex 2. can, ezbenî, ezgorî, ezqurban, ezheyran, ruha min: Bira giyan bira can
~ bûn li ber mirinê / sekeratê bûn
giyanas giyanas, kesa/ê giyayan (t yên dibin derman) dinase û karûbarê wan dike
giyandar jîndar, candar, biruh; sax, zindî, nemirî
giyane, giyaneke bn giyan 2
giyanelaw jana / janên mirinê
giyanewer jîndar, candar, biruh; lawir, ajal, heywan
giyankêş canstîn, ruhstîn, firîşteyê mirinê, Ezrayil
giyanleber lawir, ajal, heywan; jandar, biruh, jîndar
giyansext ezyetkêş, kesa/ê ji berî mirina xwe pirr ezyetê ji nesaxiyan dibîne û paşî dimire
giyayî giyayî, gîhayî, ji giya / gîha
giz (1) daxwaz, xwestek (t. xwestinek zêde yan bêhed)
giz (2), gizî lêb, fêl, hîle, xap, lêhb
gizing gizing, tava spêdeyan, tîrêjên pêşîn yên rojê dema spêdeyan roj hiltê
~ dan tav dan (dema spêdeyan roj hiltê û tîrêjên xwe yên pêşîn digihîne derekê)
gizir kizir, (ax yan giyayê) zuha / hişk yan kêmav
gizîr (wezîr û) gizîr, serok, rêveber, serperiştkar
gîr girê, girêk; asteng; dav, xefik, feq, tepik
~ kirdin (pê ve) girê dan
~ xwardin ketin davan / xefikan / feqan / tepikan
gîra bicîhatî, bicihhatî (tika / daxwaz / dua)
gîran hatin girtin; (mang, xor) xeyirîn, tarî bûn; (şerbet) hatin givaştin (şerbet ji fêkî); (mast) hatin rakirin (sertûk / firû ji ser mast)
gîraw girtî, hatî girtin; xeyirî, tarîbûyî; givaştî; rakirî, bn gîran
gîrawe têkilî, tevlihevî (ya du maddeyên têkilî hev bibin û maddeyek nû peyda bikin)
gîrawê şedde, nîşaneya cotandina (kirin du ya) tîpên dengdar di zimanê erebî de
gîregîr pitpit, gazin, gilî (t ne bi zimanek zelal)
gîrfan berîk, kûrik, cêb, bêrîk
~î baxel berîka paxilê / paşilê
gîrfanbir berîkdiz, kesa/ê ji tiştan berîkan didize
gîrî bn gîr
gîrkar kesa/ê bi dijwarî razî dibe, zû razî nabe
gîro girtî; girêdayî; rêgirtî, rêlêgirtî; (bi nesaxiyekê / nexweşiyekê) ketî
gîrobend nûjen, nû, jinûve
gîrodar serdest; serwer
gîrode bn gîro
gîrsan bn helgîrsan
gîrsanewe 1. (li hewa) vegirtin, ne hêlan / hiştin tiştek têt xwarê bikeve erdê 2. dadan, nişîn, niştin, ji hewa hatin û "rûniştin" erdê, bn firroke
gîrûgirift asteng, dijwarî, pirsgirêk, zehmetî, gîrûgirift, arîşe, kêşe, astengî
gîsk gîsk, bizina / nêriyê ciwan ku êdî ne kar / kehr e lê hê mezin jî nebûye ku jê re bizin / nêrî bêt gotin
gîşe gidîş, giyayê (t genim yan cehê dirûyî) li ser hev hatiye komkirin
gîv gij, qij, pirç / porr / pûrt / mû dema ne rast û rêk û hilû ye
gîy... bn giy...
gîz dengê "vizeziz" yan "gizegiz"
gîzandin vizandin, dengê "viz" (ji xwe); derxistin; gizandin, dengê "viz" (ji xwe)
goçan gopal
go (1) gog, hol, top, tepik
go (2): ~ kirdin xebitîn, şol kirin, livîn, lebitîn, hatin û çûn: Le sermana demim kar naka Ji ber sarmayê devê min nagerre
gobend, gobeng qerqeşe, şerrenîx, tevlihevî, geremol, qerebalix
goc goc, ji destên xwe şel û seqet yan jî ne jêhatî / zîrek
gocî gocî, şelî û seqetiya yan nejêhatiya / nezîrekiya destan
goçan gopal, çogan, bostan; kaşok
gogird kifrît, nifik, derbik, kirgot
gokar (tişta / makîneya) dixebite (û ne xirabe ye)
gol (1) gol (di hin lîstikan de)
gol (2) se, kûçik (yê nêr, dijw. dêl)
gol (3): gurc û ~ çist û çeleng
gole cax, şifşe, bist, bistik, şîş
golk, golik golik, çêla / gayê berşîr
gom lîç, avgirk, gerr(a avê), gerrik, golik
gomelte gidîş, kom, tiştên li ser hev berhevkirî
gone awa, şêwe, reng
gonye tûr, kîs, telîs, tûrik, kîsik, telîsk
gopîne, gopke bişkuv, bişkuj, bûtik, xunçe, pindik
~ kirdin bişkuvîn, bişkujîn, bûtik / xunçe / pindik dan
gor (1) gorr, mezar, qebr, mezel, ziyaret, zêd, cihê kesên mirî tê ve hatine binaxkirin
gor (2) guherr, guhorr, guherrîn
gorhelken gorrkol, kesa/ê gorran dikole / çêdike
goristan gorristan, cihê gorran
goran kesên zaravaya / zimanê wan yê dayikanî kurdiya goranî ye (goranî (2))
goran guherrîn, guhorrîn, hatin guherrandin / guhartin, bedil bûn, têvel bûn, wek xwe / berê neman
gorandin guherrandin, guhorrandin, guhartin, bedil kirin, têvel kirin, wek xwe / berê nehêlan
gorandinewe veguherrandin, veguhartin
goranî (1) stran, kilam
goranî (2) goranî, zaravayek zimanê kurdî ye
gorankar guherrbar, guhorrbar, tişta diguherre yan dikare biguherre
gorankarî guherrandin, guhartin
gorepan com, gom, meydan
gorewî gore
gorîn eynî, heman, her ew
gorîn guherrandin, guhartin, guhorrandin, bedil kirin, têvel kirin, wek xwe / berê nehêlan
gorînewe (ve)guhastin, (ve)guhezandin, bi hev guherrandin,dan bi hev
gosale golik, têjika çêlan
goş: ~ kirdin mezin kirin, xwedî kirin (t zarok ji alî dayikê ve)
goşe (1) goşe, kuj, kujî; kunc, qunc, kuncik, quncik
goşe (2) balguh, balîfk, balgî; palgeh, palpişt
goşedar goşedar, kujîdar, bigoşe, bikujî
goşegîr terkemirov, tenêperest, kesa/ê nayê nav mirovan
goşegîrî terkemirovî, tenêperestî
goşenîga goşenîga, ruxsar, awayê / cihê lênerînê / jêdîtinê
goşt goşt
~ girtin goşt girtin, qelew bûn, zexm bûn
~î kal goştê xav
goştaw goştav, avika goştî
goştin zexm, qelew, têrgoşt
goşpare xilmiş, selix, birîna sivik
goştxor goştxwer
got (1) neliv, bêliv; şel, felc, şat, axûz, şil, şel û seqet; qerrimî, qerrimandî
~ bûn wa lê hatin ku nikare bilive / bixebite; şel / felc bûn; qerrimîn
~ kirdin wa kirin ku kesek / tiştek nelive / nexebite; şel / felc kirin; qerrimandin
got (2) qeliq, hej; lerz, recf
~ lê dan qeliqandin, hejandin; lerizandin, recifandin
gotal ref, koma firrindeyan
gotre birr, celeb, kom, tev
gotin [-lê-] gotin, bêjîn, bêjan
govar, gowar kovar, magazîn
goyîj goyîj, goyîşk, fêkieyek e (bi îngilîzî "hawthorn" û bi tirkî "aliç" tê gotin)
goze cerr, cêrr
gozer cerrçêker
gozele cerrik, cêrrik
gudle beşa / pişka ser eniyê ji pirça / porrê mirov
gujm 1. tundî, tûjî, şidet 2. (bejnûbala xwe) hejandin
gucer bn gecer
gul girrewî, lewitî, pîs, herrimî, gurrî, beloşîn, pîskî, larekî
gul gul, kulîlk
~ girtin gul girtin, kulîlk dan, pişkivîn
gulac kapsûl, kîsik
gulale (gula) nîsanî, (gula) bûkûzava
gulan 2yem meha ya salnameya kurdî; di salnameya zayînî de meha 5em ya her salê
gulaw gulav, ava (ji) gulan
gulawî 1. gulavî, ji ava gulan 2. gulavî, birrek hirmiyan e
gulawpijên gulavreşînk, lêreşandina ava gulan
gulbang (peyva/ banga) bixêrhatin(ê); daxwaz, tika, rica
gulbaran gulbaran, gul bi serê kesekî / tiştekî de barandin / weşandin
gulbedem terr, hêşîn (fêkî, keske)
gulbijêr, gulçin bijare, gulbijêrk, yên herî baş / xweş / jêhatî û hwd
guldan guldank, amana gulan dikin tê de yan tê de şên dikin
guldar guldar, dara / giyayê gulan dide
gulebax sorgul
guleberoje gulberoj
guleçawêşe beybûn
gulendam gulbejn, gulendam, kesa bejnûbala wê wa lihevhatî û bedew e ku jê re "gul" dikare bêt gotin; navek keçan e
gulî gulî, ji gulan, ji rengê gulan
gulgulî gulgulî, cil û bergên wêneyên gulan li ser
gulle gulle, berik, fîşek
gullebaran gullebaran, gullereşan
gullepirêj gullereşînk, tifeka makîneyî
gulme tibab, parçe, parçeyek mezin
gulmêx sing, mîx, arêx, spîn
gulreng gulreng, ji rengê gulan; gulreng, wek gulan bedew û delal
gulrêzan gulbaran, gul bi serê kesekî / tiştekî de barandin / weşandin
gulşen gulşen, gulistan, gulrez, rezê / baxçeyê gulan
gulunke gulîfank, rîşelok, mengule
gulzar gulistan, gulrez, rezê / baxçeyê gulan
gulî girrew, girrewîtî, pîsî, herrimîtî
gum wenda, hinda, berze, rêwenda, nediyar; jidestdayî, wendakirî
guman şik, guman, dudilî, dilwasî
gumanbar berşik, gumanbar, kesa/ê / tişta guman jê tên birin
gumanî bişik, dudil, dilwas, dilwaswas
gumanreş bişik, dudil, dilwas, dilwaswas
gumete: ~ dan xwe hilavêtin, xwe hilavêtin
gumirk gumirk
gumî wendayî, hindayî, berzeyî, rêwendayî, nediyarî; jidestdan, wendakirin
gumnaw bênav, nenas, kesa/ê jêhatîtiyên wê/wî nayên nasîn yan ecibandin
gumra, gumrê xirrayî, xirrhayî, kesa/ê ji ser rêya rast (ya olî û dînî / sincî û exlaqî) çûye, li ser nemaye, heretîk; bêbext, bêwijdan
gumraker xapînok, xapîner, lêbok, cambaz
gun gun, hêlik, ritil, (kîr û) gun
gunah gune, guneh, xirabî, tawan
gunahbar gune(h)bar, tawanbar, kesa/ê gunehek yan çend guneh kirine
gunahkar, gunahker gunehkar, gunehker, tawankar, kesa/ê gunehan / xirabiyan / tawanan dike
gunahkarî, gunahkerî gunehkarî, gunehkerî, tawankarî, kirina gunehan / xirabiyan / tawanan
guncan (bi) kêr hatin, guncîn, lê hatin
guncandin (bi) kêr anîn, lê anîn, guncandin, wa kirin ku (tiştek) kêrî (tiştekî) bêt
guncaw bikêr, bikêrhatî, guncav, lêhatî, kêrhatî, minasib
gund gund
gundarî gundarî, derbajar, dernavend, deverên ne bajar in
gundore gundor, petêx, talik, kalik
guntule birrek tiriyê zer e
gur gurr; lez, bizav; hêz, şiyan
~ pê dan gurr kirin; lezandin, bizivandin, lez danê
gurbe 1. nêrepisîk, nêrekitik, pisîkên / kitikên nêr 2. pindiloşk, (kur) pito, bito; (kiç) pitê, bitê, kesa/ê kurt û qelewok
gurbiz zexm, qayim, bihêz
gurc gurc, leşsivik, destsivik; çist, çeleng; lezgîn, bilez, bibez, pît, hêl: ~ û gol çist û çeleng
gurçîle gurçik, gurçîlk
gurçû berçêlk, sersîng, bersînga firrindeyan
gurd wêrek, biste, mêr, dilêr, dilşêr, pelewan, bisteh
gure qelebalix, geremol, qerebalix
gureşe lêxurrîn, gef, tehdîd: hereşe û gureşe gef û gurr
gureşekar gefker, gefxwer, tehdîdker; bive, xeter
gureûbire heytûhot, deng û pêjn, qerebalix, dengê bilind û zêde
gurêz xwejêkirin, xwejêdûrkirin, hevzaxwejêkirin, xwetêkilnekirin
gurg gur, gurg
gurgangaz xayîn, hevalê dijminan
gurîs werîs, wêrîs, benek stûr e (t ji mûyê bizinan têt çêkirin)
gurp, gurpe, gurpegurp (dengê) gurm, gurmegurm, dengê lêdana dil ya dil
gurz 1. gurz 2. kaşok 2. gurz, biserdegirtin, êriş
gurze (1) gurzik, destik, qevd (nim. yê gulan)
gurze gurze, prîzma
gurzehon werîs, bizîng, ben, hebl
gurzetîşk tîroj, tîrêj
gustax wêrek, biste, bêtirs, netirs, mêr
gustaxî wêrekî, bisteyî, bêtirsî, netirsî, mêranî
guş ben, benik, dezî
guşa, guşad xirş, pûç, vala, xalî, bênaverok
guşar givaş, guvaş, şidan
guşîn givaştin, guvaştin, şidandin, givişandin
guşran givişîn, guvişîn, şidîn, hatin guvaştin / şidandin
guşraw givaştî, guvaştî, şidandî, givişandî
guşrawe derkişandî, jêkişandî, jêderanî
guwan guhan (memikên lawiran)
guwar kewê ferx
guware guhar, guhark
guwastinewe raguhezandin, guhastin, veguhastin, guhezandin, ji cihekî birin yek dî
guwê guh
~ lê girtin guh dan, guhdarî kirin
guwêçke guh
guzare giringî, watedarî, pûte, pûtedarî, ferî, muhîmî
guzaredar watedar, giring, pûtedar, fer, muhîm
guzareyî razber, abstrakt
guzer 1. kunc, qunc, kuncik, quncik, qulaç 2. buhur, rê
guzeran meşîn, bi rê ve çûn (t mecazî); debar(e), îdare (ya jiyanê), qîm
~ kirdin debare kirin, îdare(ya jiyanê) kirin, qîma xwe (bi tiştekî) anîn
guzerandin meşandin, bi rê birin (t mecazî); debare kirin, îdare(ya jiyanê) kirin, qîma xwe (bi tiştekî) anîn, (jiyana xwe) borandin
guzerga, guzerge rê, rêgeh
guzeryu (rêya) vekirî / bêasteng
gû gû, pîsatî
~ kirdin rîtin, gû kirin
gûboq (qewze) kevz
gûp gep, alek
gûpin gepîn, gepqelew
gûran dirûvîn, dirist bûn, şikil girtin
gûwawî pîs, gûyî, herrimî, qirêj, lewitî
gw… bn giw…
[biguherîne] Ferhenga soranî - kurmancî
[biguherîne] Daner: Husein Muhammed
|
[[Wiktionary: -kura|Aa]] | Bb | Cc | Çç | Dd | Ee | Êê | Ff | Gg | Hh | Ii | Îî | Jj | Kk | Ll | Mm | Nn | Oo | Pp | Qq |Rr | Ss | Şş | Tt | Uu | Ûû | Vv | Ww | Xx | Yy | Zz |

