Wiktionary:Portala komê

Ji Wiktionary

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Ferhenga wênedar ya kurdî-kurdî bû 45 000 rûpel

Ev demek e çend zimanhezên kurd li ser ferhengek kurdî-kurdî-biyanî ya elektronîkî dixebitin. Niha hejmara rûpelên wê ji 45 000 derbas bûye.

Ev ferheng, ku bi navê Wîkîferheng têt nasîn, projeyek navneteweyî û bi hemû zimanên dinyayê ye.

Di ferhenga kurdî de her peyva kurdî bi kurdî têt ravekirin. Herwiha etîmolojî û peyvên têkildar û yên ji wê peyvê hatine çêkirin jî di heman pê re tên diyarkirin.

Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne û nimûneyan hatine xemilandin daku têgihiştin hêsantir be.

Li dawiyê jî wergerra peyva kurdî bi gelek zimanan têt dan.

Ferheng bi kurmancî ye lê tê de peyvên bi zaravayên din jî yên kurdî cih digirin. Alfabeya serekî ya ferhengê kurdiya latînî ye lê kurdiya bi alfabeya aramî anku erebî jî cih digire.

Tişta herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwendevan bi xwe dikarin peyvan lê zêde bikin. Lê birêveberên malperrê nahêlin ku tiştên bêwate tê de cih bigirin loma ferheng pak û bijûn dimîne.

Her roj bi dehan rûpelên nû li ferhengê zêde dibin.


[biguherîne] Lîsteya wergerrê

[biguherîne] Wergerr

[biguherîne] Alfabeya ermenî

Wiktionary:Alfabeya ermenî

[biguherîne] Statîstîk

Ziman Hejmara peyvan
kurdî 24464
inglîzî 3163
tirkî 822
frensî 727
holendî 726
elmanî 690
erebî 173
farisî 168