Wîkîferheng:Rêveber

Ji Wiktionary
(Ji Wîkîferheng:Koordînator hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
< Alîkarî < Birêveberî < Rêveber

Karê rêveberan (admînan) [biguherîne]

Kî dikare bibe rêveber? [biguherîne]

  • Berendam divê ji sê-çar mehan di Wîkîpediyayê de bi awayekî aktîv xebatan bike.
  • Divê rêzikên bingehîn ên Wîkîpediyayê zanibe û karibe wa bi kar bîne.
  • Ne tenê ew kesê ku zehf gotar nivisandine, ew kesê ku zehf sererastkirin pêk anîne jî, dikare bibe rêveber.

Mafên rêveberan çi ne? [biguherîne]

Jêbirina rûpelan [biguherîne]

  • Rêveber dikarin wêne û gotaran jê bibin.
  • Ew pelên ku rêveber jê dibe, bi temamî jê nayin birin, lê belê ew pel ji aliyê bikarhênerên din ve nayên dîtin û li cihekî tên tomarkirin.

Veçêkirina rûpelên jêbirî [biguherîne]

  • Kesê ku karê rêvebertiyê dike, dikare rûpêlên jêbirî dîsa çêke.

Parastina rûpelan [biguherîne]

  • Rêveber dikare rûpelên tim û tim vandalîzekirî biparêze. Ev rûpelên ku ji aliyê rêveber ve tên parastin, dikarin tenê bi destê rêveberan werin guhertin.

Astengkirin [biguherîne]

  • Rêveber dikare bikarhêner an jî IP'yên ku rûpelan pirî car vandalîze dikin, asteng bike.

Jêstandina mafên rêveberan [biguherîne]

  • Ev rêveberê ku demeke dirêj (weke salekî) ne çalak be, wê mafên wî yên rêvebertiyê jê werin standin.

Tevlîbûn [biguherîne]

  • Heger tu dixwazî bibî rêveber (Admîn) an jî burokrat, tu dikarî navê xwe li vir binivisînî û bibî berendam. Piştî şîrove, nîqaş û dengdanan wê biryar were dayîn û tuyê were agahdarkirin.
  • Her kes dikare dengê xwe bide.

Lîsteya admînistratoran [biguherîne]

Rêveber (Admîn) Destpêkirin Rewş
30 avrêl 2005
Çalak e
4 rêbendan 2011
Çalak e

      Çalak e       Ne çalak e

Rêveberên berê [biguherîne]

Rêveberên berê Destpêkirin Dawîbûn Sedema bidawîbûnê
5 Sep 2004 5 avrêl 2013 Biryara xebatkaran
30 avrêl 2005 5 avrêl 2013 Biryara xebatkaran

Çavkanî [biguherîne]