kel

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr 1[biguhêre]

kel, k-ya req

  1. gelek germ, zêde germ, wisan germ ku dikele
  2. kejel xezal , ask
  3. nêrî fehl, fel, beranê kelê, beranê ku ji bo tovandina mihan hatiye gihandin

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Geh şubhetê 'abidan bi daxwaz
    Herlehze digel kela girînê
    Evrengehe wî digote Zînê
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Dijmane[biguhêre]

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Rengdêr 2[biguhêre]

kel

  1. bêxwê yan kêmxwê, bosî, bêsû, bêsî

Bi alfayetên din[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

kel , k-ya req

  1. agir, şewat, enerjî
    (bi taybetî "agirê" dilî)
    kela dilê min

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

kel

kel , k-ya nerm

  1. birc, sûr, kele, keleh, kelhe, qela, qele, qeleh, qelhe,
    avahiyên mezin yên berê:
    Kela Dimdimê, kela Amedê, kela Hewlêrê

Hevmane[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha din ya kurmancî kelek (dîwarê dûr bûstanan/zeviyan), pehlewî kelek ji akadî [Peyv?] *keleku. Peyva erebî قلعة‎ (qel'et) jî ji akadî ye.

Werger[biguhêre]

Navdêr 3[biguhêre]

kel , k-ya nerm

  1. kelûpel, tişt, hûrûmûr

Werger[biguhêre]

Navdêr 4[biguhêre]

kel , k-ya req

  1. şeq, derz, kun, qul
  2. quz, navran, navpî, navçîm

Werger[biguhêre]

Navdêr 5[biguhêre]

kel nêr, k-ya req

  1. ser, kulox
    Kelek li gogê da.
  2. serê hût, serê rût

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *gal- (hilû, rût, bêmû, kel, keçel), hevrehên kurmancî kele, kelle, kulox, hilû, farisî کل(kel), كله(kelle), latînî calvus (> fransî chauve), rusî голый (goliy: rût), îngilîzî callow, almanî kahl, holendî kaal, çekî û holý, slovenî gol, polonî goły...

Werger[biguhêre]

Tirkî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

kel

  1. keçel
  2. gewrik
  3. keçelok, kel, gurî, serzîzok
  4. rût
    Kel tepeler.Girên rût.
  5. rût

Yetfayî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

kel

  1. av

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên av/Werger3 hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Zouyî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

kel

  1. (heywan) bizin, terş