dev

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dev dev
Îzafe devê devên
Çemandî devî devan
Nîşandera çemandî devî wan devan
Bangkirin devo devino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî devek devin
Îzafe devekî devine
Çemandî devekî devinan
Devê jinekê (1)
Di Wîkîpediyaya kurmancî de gotarek li ser devê mirov heye.

dev nêr

  1. (anatomî) Kuna li leşî ya ku mirov tê re diaxive û dixwe.
  2. ber, hêl
    Li devê derî sekinîbû.
    dev da çolê û çû.Wî berê xwe da çolê û çû.
  3. (erdnîgarî) Dawiya çemekî ku av jê diherike nav deryayekê yan aveke din a mezin.
    Devê çem cihekî xweş e ji bo çûna seyranê.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-îranî *zefen- / *zefer-, hevreha kurmancî difin, avestayî zefen, farisiya kevin defen, belûçî دف(def) / دپ(dep), pehlewî dehan, farisî دهن(dehen) / دهان(dehan, dev), دم(dem, hilm, henase, bêhn, nefes), soranî ده‌م(dem, dev). A kurmancî kurdî ye û resentire ji peyva (dehen) hatiye ko herfa H a farisî dibe V di kurdî de, binêre van peyvan: (kulav) ko ji peyva (kolah) a farisî hatiye herweha (kevn) ko ji peyva (Kohen) hatiye. Peyva Soranî ji peyva (dêm) hatiye ko maneya Navçavan dide.

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2[biguhêre]

dev nêr

  1. Guhartoyeke dehf.

Daçek[biguhêre]

dev

  1. (Badînî) ba, bal, cem, nik
    ji devji ba, ji cem, ji nik
    li devli ba, li cem, li nik

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Tirkî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

dev

  1. dêw, hefrîd
  2. hût, hefrît, neheng, heydeh
  3. hût
    Dev gibi bir adam.Zilamekî mîna dêwekî.
  4. mezin
    Dev bir yazar.Nivîskarekî zehf mezin.