cîran

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî cîran cîran cîran
Îzafe cîrana cîranê cîranên
Çemandî cîranê cîranî cîranan
Nîşandera çemandî cîranê cîranî wan cîranan
Bangkirin cîranê cîrano cîranino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî cîranek cîranek cîranin
Îzafe cîraneke cîranekî cîranine
Çemandî cîranekê cîranekî cîraninan

cîran

  1. Kesên malên wan nêzî hev; kesên li nêzîkî hev dijîn.
    Hevmane: dirawse, cînar, hevsa, hemsa, hevsî, hemsî
    Em û ew cîran in.Mala me û ya wan nêzî hev e.
  2. Welatên hevsinor, dewletên ku tixûb bi hev re heye.
    Hevmane: dirawse, cînar
    Rûsya bi axa xwe mezintirîn welatê cîhanê ye û bi çardeh dewletan re cîran e.
    Ereb, faris, ermenî û aşûrî cîranên me ne û yên herî kevin in, lê mixabin di bareya wêjeya wan de tiştekî nizanim ko bikaribim ya me û yên wan bidim ber hev.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî جيران(cîran) ku forma pirjimar ya peyva جار(car, cîran) e ku ji lêkera جار(care, li nêzîk bûn) e. "Cînar" jî bi metatezê ji "cîran" peyda bûye. Îdiayên ku dibêjin "cîran/cînar" ji peyva " hatiye bêbingeh in: "Cî" (cih) di kurdî de maneya war/mekan/mesken bide jî, "-ran" yan "-nar" di peyva "cîran/cînar" de ti maneyan nade.peyva 'ran' bi wateya rex yan tenişt dide.

Di kurmancî de dirawsê ya soranî nayê bikaranîn. Di hin ferhengan de mirov hevsî jî dibîne ku li ber همسایه(hemsayê) ya farisî hatiye çêkirin lê di axivîna gel de nehatiye tesbîtkirin.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Zazakî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

cîran

  1. cîran