Pêvek:soranî-kurmancî/p

Ji Wîkîferhengê
Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî


P p[biguhêre]

pa...[biguhêre]

pa I 1) pî, pê, ling ) (pîvaneka dirêjahiyê) pî, qedem, fût 3) pêpik (yên tiştek xwe li ser digire) 4) gav, pêngav

pa II bn pak

pabend girêdayî, bendî, sinorkirî, hefsarkirî

pabûc xufik (hin pêlavên / solên nerm in bo nav malê, ne bo gerrîna li derê)

pacvan pacvan, pacvevan, wergêrr, terciman, kesa/ê pavce dike

pacve pacve, paçve, werger, tercume, veguhastina peyamekê ji zimanekî li zimanek dî bêyî ku naveroka bingehîn ya peyamê biguherre (t bi devkî, ne bi nivîskî)

pacvekiraw pacvekirî, tercimekirî, wergerrandî

pacvezan bn pacvan

pacwe bn pacve

paç tevir, kuling, qezme (alavek e bi destik e û serikê wî asin yan pola / pîla ye bo sistkirina axê û şkandina beran / keviran tê bikaranîn)

paçekole tevirk, tevir, tevirên biçûk

paçkar tevirkar, kesa/ê bi tevirî / teviran kar dike

paçkarî tevirkarî, karê bi teviran

paçe pêk, sim (piyên bizin û mihan): serûpê serûpêk, ser û piyên biraştî / kelandî / qelandî yên bizinan û / yan mihan

paçîn bn dapaçîn û helpaçîn

paçnaw bernav, paçnav, şanenav, navê hunermendî, pseudonîm

paçulke tevirk, tevirên biçûk

paçve bn pacve

paçwe bn pacve

padar livok, meşok, gerrok, seyar, pîdar, tişta digerre yan dikare li ser pêpikên / xirxalên / tekerên / tayreyên wê bêt gerrandin

padaşt xelat, padaşt, diyariya kesek ji ber biserketina xwe werdigire

padşa bn paşa

padişa bn paşa

page derazînk, derçik, şêmik, şîpane, astane, bilindgehka li ber deriyan / dergehan

pagire êşek werimînê / perçivînê ye ku navê wê yê dermannasî elephantiasis e

pagîr êşgirtî, êşewî; bela-bi-serî-hatî

paje belge, nîşane, delîl, govahî

pajne bn panî

pak paqij, bijûn, pak, pakij, xawên; sade, petî, puxte

            ~ le pak beraber, wekhev, ne ji hev kêmtir yan zêdetir

pakemî bn mandûyetî

pakepake bn petate

paket pakêt, paket

pakij bn pak

pakîze pakîze, paqij û bijûn, kesa/ê tiştên xwe pîs nake û li wan bisexbêr e; navek keçan e

pako:

            ~ dan 1) (giya) piçandin, birrîn 2) telaftin, nehêlan, nehiştin

pakotir giyayek e tê xwarin

pakure 1) livok, gerrok, meşok 2) cûnek kirmikan / kurmikan e

pakûpûk felîteyî, pûçkarî, xerckirina / pûçkirina zêde

pal 1) tenişt, pal, alî, rex, bal 2) pal, def, dehf, han 3) beten (ya giran / çiyayan)

palan bn kurtan

palawge sefandingeh, palavgeh, cihê sefandinê (t sefandina neftê)

palawte sefandî, sefînkkirî, lisefînkirî, palaftî

palawtin sefandin, sefînk kirin, li sefînkê kirin, paqij kirin, pak kirin, palaftin; (siyaset) kirin berendam an kandîdat

palax gamêş, ga

paldamên, paldêm dang, damen, daw

pale bn kirêkar

paleheng zincîr

palewan pelewan, fêris, çeleng, leheng, gernas, egîd, qehreman; wêrek, biste, cesûr

palêw sefînk, palêfk, alava sefandinê / palaftinê

palêwke bn palêw

palêwraw sefandî, sefînkkirî, lisefînkirî, palaftî

palpişt palgeh, balguh, balîfk, balgeh (t yên dana ber pişta xwe)

palto, paltaw saqo, qapût

pamal dewisandî, pêlêkirî, di-bin-piyan-ve-mayî

pamêze hiriya / mûyê / pûrtê bi piyên sewalan ve

pan pan, pehn, berfire

panayî bn panî

pandan pandan, pênûsa/ qelema hibrî / ximavî

panî panî, pehnî

panze pazde, pazdeh (15)

paqlawe beqlawe

papa 1) bapîr, kal, babê babê yan babê diya kesekî 2) Pop (serdarê Dêra Katolîk)

papaçîne bn peyje

papecane pêlavk, solik (cûnek pêlavên / solên bi qeytan yên zarokan in)

papence bn peyje

papî bn zîrewan; çawdêr

papor papor, keştî, gemî, amrazek mezin e bo gerrîna li ser avê

paporewan paporvan, keştîvan, gemîvan, serdara/ê paporekê

papoş hevalkiras, derpiyên jinan / keçan yên kurdî yên fire

papûz çîp, teşik, teşk, lûlaq, ling (beşa piyê / lingê mirovan ya ji çokan jêrde)

paqlawe peqlawe, beqlawe (şirîniyek e)

paqulax bn sim

par par, sala borî / çûyî, sala berî îsal / vê salê

paranewe lava, liyan, dia, dua, tika, rica

parastin parastin, efşandin, pawandin, qefandin, evşandin, nehêlan / nehiştin ku ziyan / zerer bigihiyê

paraw şil; terr

parawî şilî; terrî

parçe parçe, pirt, par, parî, beş, pişk, piç, ker, qed

parçefiroş çîtfiroş, qumaşfiroş, parçefiroş

parçulke pirtik, zerre, gend, molekûl

pare I 1) pare, dirav, pere 2) pere, bandor, hênc, tesîr, giranî

pare II parçe, pirt, ker, qed

paredar zengîn, maldar, dewlemend, paredar

paremol maldar lê çepel

parepîs çepel, çirûk, tema', nemerd

pareyî parçeyî, pirtî, kerî, qedî

parên nêregolikên yeksalî yên gamêşan

parêz parêz, diyet, perhîz

parêzer parêzer, avokat, mihamî

parêzerî parêzerî, avokatî, karûbarê parêzeran

parêzga 1) parêzgeh, wîlayet 2) stargeh

parêzgar 1) parêzgar, walî 2) sexbêr, bidîqet, dûrbîn

parêzgarî 1) parêzgarî, walîtî 2) sexbêrî, dîqet, dûrbînî

parêzge bn parêzga

parêzraw parastî, hatî parastin

pargîn co, cok, kend (ya avê t li dor kûnekî bo verêtina avê)

parîne parkî, ya / yê par, tişta/ê têkildarî sala par

paro bêr, bêrik, merr, merrik

pars pars, parsekî, xwestokî, xwestin, xwastin, xêr xwastin

parsek parsek, xwastok, xwestok

parseng terazû, hevseng, parseng, balans

parşêw paşîv, xwarina berî bûna nivêja spêdeyê daku mirov roja bêt birojî be

part kom, deste, grob; partî

parû 1) parî, pirta / parçeya nanî 2) balolk, parçenanek lihevbadayî

parwênk bn pargîn

pas 1) otobûs 2) rêdan, destûr; pas, di hin lîstikan de lêdana gogê bo lîstikvanek taxima xwe 3) çavdêrî,  zêrevanî

pasar sivande, pasar, sivde, sivîng, sivîrnek, sonder, selende, sîvande, sivêrnek

pasaw poşmanî, lêborînxwestin

pasewan çavdêr, zêrevan, pasvan

pasewanî çavdêrî, zêrevanî, pasvanî

pasîn bîranîn / bîrewerî (a kesek mirî)

pasqal tirranek, tinazok, galteker, henekçî, qerfok, qeşmer

pasqalî tirrrane, tinazî, galte, qerf, henek, qeşmerî

pasux bersiv, cewab, cab, wellam; bertek, reaksiyon

pasuxgir bertekgir, reaktîf

paş paş; paşî; pişt

paşa paşa, padişa, key, qral, melik, serok, pêşewam rêber, rêveber

paşan paşî, dûre, peyre, dûvre, paşê, piştî hingê, piştî wê gavê

paşayetî paşatî, karûbarên paşayan

paşayî cûnek tiriyê zer e

paşbîn sexbêr, hişyar, bidîqet

paşbînî sexbêrî, hişyarî, dîqet

paşebere zarrokê dawîn yê jinekê

paşekişe paşvekişîn:

            ~ kirdin paşve kişîn, xwe / tiştek paşve kişandin

paşel bn paşil

paşgez poşman, peşîman

paşguhê paşguhî: ~ dan paş guhê xwe ve avêtin, guh nedanê, pûte pê nekirin, giring nehesibandin, giringî nedanê, bo xwe nekirin xem

paşil paşil, paxil

paşîn paşîn, dawîn, ya taliyê

paşkewtû paşvemayî, pêşneketî, ne nûjen / modern

paşko pêvek, zêdek, paşko, îlawe

paşmanan bn maman

paşmawe bermayî, paşmayî, tiştên jê zêde mane

paşmerge zarroka/ê piştî mirina bavê xwe welidiye

paşmîr malmezin, esilzade

paşnîwero danê êvarê, piştî nîvro

paşwezîr cîgirê wezîrî, wezîrê duyem

-pat -bare, car; -qat: dupat kirdin dubare kirin, dîsan gotin / pêşkêş kirin

patal 1) kincirr (cilûmil û tiştên dî yên mîna wan kevn / perritî / bêkêr) 2) bêkêr, goc, nezan, cahil, nekêrhatî, kesa/ê nizane tiştan bike / karê xwe bi cih bîne

patîle qazan, qoşxan

patrî E patrî, akû, pîl, akûmûlator, baterî

pawecê bicih, qayim, qewî

pawemang jina li meha nehê ji avisiya / ducaniya / hemletiya xwe

pawere bn derpê

pawmûrî cûnek stiranên kurdî ye

paxend paxend, safîr, yaqûtê şîn, şînê esmanî, şînê vekirî

paxêl erebe, erebane, amraza raguhastinê / barhilgirtinê ya bi dû hesp radikişînin

paxwa dexlê li bênderê yê hê nehatiye hilavêtin,  dexl û kaya li nav hev ji berî ku bêt libadan

pay bn bo

payan dawî, dûmahî, talî

payder payder, ew cihê bisîkletan yê mirov bi piyên xwe digerrîne daku bisîklet bimeşe / bi rê ve biçe

paydost 1) paydost, paydoz, dawîanîna li kar / paletiyê li dawiya rojê 2) sulh, lihevhatin

paye paye, pile, ast, derece, pozîsyon

payeberz payebilind, bihagiran, giring

payedar xweragir, qayim, berdewam; payedar, kêncdar, bibandor, tesîrker; xweser, serbixwe, serwer, sûveran

payepest payenizm, bihakêm, ne-giring

payewîst payexwaz, kesa/ê armanca wê / wî xwe gihandina payeyekê / pozîsyonekê ye

payiz payiz, peyîz, demsala piştî havînê û berî zivistanê

payize 1) payizî, peyîzî, têkildarî payizê 2) cûnek tiriyê zer e ku payiza dereng digihe

payizerêz sirrê-lêdayî, berhemên çandinê yên ku sarmaya payizê ziyan gihandiyeyê

payîn jêrîn, ya li jêr / xwarê / nizm

paytext paytext, serbajar, bajarê dezgehên serekî yên hikûmî (perleman, wezaret û hwd) lê ne

pazde pazdeh, pazde, 15

pazdehem, pazdehemîn pazdehem, pazdeyem, ya / yê 15ê

 


pe...[biguhêre]

peçe (1) kotan, tan û çeperên pez û bizin tê ve tên parastin daku gur û dirrindeyên dî nekevinê

peçe (2) kevînk, serpoş, rûpoş, dersok

peçete paç, pate, paçe, parçeyek qumaş / cil

peçinîn tehemil kirin, li ber xwe dan, xwe ragirtin (tevî kul û xeman), peçinîn

peçve tercume, peçve, werger

~ kirdin tercume kirin, peçve kirin, wergerandin

peh, peha pey!, hew! cevêca! mala minê! Peh ke naşîrîn e! Pey pa tehl e!

pejare xem, kovan, kul, derd, keser

pejarebar xemgîn, kovandar, derdgiran, keserkûr

pejîwan poşman, peşêman

pejm bn xurî

pejmirde 1) çilmisî, beyî, rengavêtî, hişkbûyî 2) dilsar, mirrîto, bêmad, bêxulk, mirrîtok, bême'd

pek xurtî, xweragirî; hinêr, hêz, taqet, şiyan, karîn

~ kewtin lawaz bûn, qels bûn, ji taqet ketin

~ xistin lawaz kirin, qels kirin, ji taqet kirin / xistin

pekxer asteng, dijwarî

pel I 1) lep; dest; mil 2) çeq, çiqil; şax; lêvik, kujî

pel II nizm, ne kûr (aman, t sênîk)

pel berik, fîşek, moşek

pelamar êriş, pelamar, çûneser, lêdan, hicûm, hêriş, êrîş, hêrîş, hurcûm

pelamarder êrişker, pelamarker, lêder

pelas codelîk, codelînk, berrik, nalîk, nalînk, nivînkek tenik e bo rûniştina li ser

pelasmasî kûsî, kûsel, req (t yên avî), bb kîsel, reqe

pelaş pûş, pelaş, pûşûpelaş, giyayê hişkbûyî û ketî

pelçim belçûn, pelçim, belçim, belçik, belçîn, belçîm, pelên / belgên daran yên pehn / mezin

pele lez, bizav, lezûbizav, ecele, zûkatî

pele 1) lewt, leke, teqme, pîsatî, tiştê ketiye ser tiştek paqij û rengek pîs dayiyê 2) parçe, pirt, pirtik 3) yekem barana payizê ya têra kêlandina zeviyan dike

~ dan (yekem baran werzê payizê) barîn

pelefirtê bn peleqaje

pelefirtkê bn peleqaje

peleke perr, berperr: Destî bigate pelekey hewr, le destim dernakewê Biçe ber perrên esmanan jî ji destê min dernakeve

pelekutê gerrîna bi alîkariya dest û lepan di nav tarîtiyê de

pelemur, pelemûr bn xolemêş

pelepel lezûbizav

pelepelawî bn pelepele

pele-pele 1) lewitî, lekeyî, teqmeyî, pîs 2) parçe-parçe, pirt-pirt

pelepîtke çeqeçeq, çeqçeqandin (ya tilan)

peleqaje qajewaj, qîjewîj

pelerîxole rîvîka kor

pelesîse êşek e mêwên tirî digire

pelewur bn balinde

pelgir kêlbetan

pelk bisk, ew parçe ji pirçê ya hilû û ya jin bi ser gep û alekên xwe de berdidin

pelk I perdeya çavan

pelk II cûnek spîndaran e

pelkerengîne kesekesor, keskûala, bûka baranê

pelkezêrîne bn pelkerengîne

pelman werimîn, perçivîn, pif bûn, avis bûn

pelmandin werimandin, perçivandin, pif kirin, avis kirin

pelmaw werimî, perçivî, pifbûyî, werimiyayî, perçiviyayî, avisbûyî

pelmênraw werimandî, perçivandî, pifkirî, aviskirî

pelp bihane, hêcet, hincet; haşatî, dijberî, red

pelpgir çirrîk, serhişk, xweragir

pelpîne pelpîne, perpîne, pêrpîne, perpînek, pirpir (bot. Portulaca olereacea, giyayek pelpan yê xwerbar e)

pelupiçirkê paldan, defdan, handan

pelupirûzkê bn pelupiçirkê

pelupo I destûpî

pelupo II çilû, komek çeqên daran yên pel pê ve (yên t bo xwarina sewalan tên birrîn)

pelx 1) golikê gayên avî, golikên gamêşên avî 2) berazok, coneberaz, berazê negihiştî

pemandin bn awsandin

pemetome bn pemûwane

pemeyî pembeyî, pîvazî, rengê pembeyî / pîvazî

pemû pembû, pembî

pemûdane bn pemûdawe

pemûwane tovpembû, tovê pembû

pemûzar pembûstan, zevîpembû, zeviya pembû

pemyan bn awsan

pena pena, stare, veşêrgeh, stargeh, spartgeh:

~ be Xwa Hêvî Xwedê ye! Hewar Xwedê! Ya star!

~ birdin (xwe) spartin, gihandin, xwe avêtin ber

penaber penaber, penahind, penahende, mihacir, koçber, kesa/ê ji tirsa zilmê xwe spartiye cihekî (t welatek biyanî)

penaberî penaberî, penahindî, penahendeyî, mihacirî, koçberî

penaga penageh, stargeh, veşêrgeh, cihê penayê / starê / parastinê / veşartinê

penagirtû vederbûyî, vederkirî, dûrxistî

penahêner penaxwaz, kesa/ê daxwaza penayê / starê ji cihekî yan aliyekî dike

penahênerî penaxwazî

penaman veşartî; nediyar, nexwiya, neaşkira, neberçav

penamekî efsûnî, sosret, seyr, nezelal

penaxwaz bn penahêner

penca pêncî, pêncih (50, L)

pencahem pênciyem, ya / yê pênciyê / pênciyan

pencahemîn bn pencahem

pencayî 50 filisê iraqî (= nîv dînar)

pence 1) (il, emust) til, tilî, tibl, tipl, tibil; pêcî, bêcî; pence 2) (parû) parî, pirtek / parçeyek biçûk ya nanî

pencegewre beranek, tila beranî, stûrtirîn û kurttirîn tila destê mirovî

pençer pencer, vala, hewajiberçûyî, xalî (t tekel / tayreyên peqiyayî / kunbûyî / qulbûyî)

pencere pencere, pace, şibak

pencetûte tilqeleqûçk, tila qelepûçê, ziravtirîn tila destê mirovî

pençik pirt, pirtik, parçe, parçok, parî, parîk

pend I 1) pend, peng, şîret, nesîhet, ders, hişyarî, nimûne, mînak 2) lêb, lêhb, lihb, cambazî, fêl, hîle, dekûdolab

~î pêşînan pendên pêşiyan, gotinên pêşiyan, gotinên mezinan, şîretên bavûkalan, nesîhetên babûbapîran

~ pê dan lêb lê kirin, hîle lê kirin

~ wergirtin pend wergirtin, şîret wergirtin, ders wergirtin, jê fêr bûn, jê hîn bûn, jê elimîn

pend II bn peng

pendemûs xew, nivistin, raketin, razan

~î merg: Pendemûsî merg bikey! Wey tu rakevî û ranebî! Wey tu binivî û şiyar nebî!

penêr bn penîr

peng I peng, gerrik, gerra / çala avê, ava rawestandî

peng II bn pend

pengaw pengav, gerra / çala avê

pengir bizot, pizot, pel, pirtikên kumirrê yan darî yên bûne agir

pengirkêş bizotlivînk, bizotkêşk, amûra bizot pê tên livandin

penhan veşartî; nehînî; nediyar, nexwiya, neaşkira; nezelal

penhanî vertinî; nehînîtî; nediyarî, nexwiyayî, neaşkirayî; nezelalî

penîr penîr, pênîr, penêr

penîroke giyayek xwerbar e

penman werimîn, perçivîn, pif bûn, bn awsan

penmandin werimandin, perçivandin, pif kirin, bn awsandin

penmêndraw werimandî, perçivandî, pifkirî

penmîn bn penman

penmîw werimî, perçivî, pifbûyî

pepe zz pepe, nan

pepirk sosretî, ecêbî; leylan, sawêr, tarmayî

pepkole balol, balolk, parçeyek nanî ya ku hin pêxwarin di nav re ye û bi taybetî zarrok di dest xwe digirin û bi rê ve dixwin

pepole bn pepkole

pepû, pepûk pepûk, kund

pepûle pelatînk, pelîtank, balatîf, pelpelîtank, belatînk, belîtank, belbelatînk, pirrpirrok, firrfirrok

~ helhênan (terşûtewal ji ber germî û tîniyê) êşewî bûn

per I perr, perr û bask, pûrt, pûrtik; perr, pel, kaxez, weraqe

per II al, alî, hêl, rex, la

perandin (jê / lê) borîn, derbas bûn; guh nedan (tiştekî); (êş) vegirtin, jê girtin

perandinewe borandin, derbas kirin, buhurandin, (di ser yan di ber tiştekî / derekê re) birin

peragende pelate, belawela, pirr belav

peraw pirtûk, kitêb; namilke, danezanî, daxwiyanî; lênivîsk, tênivîsk, defter

perawêz kujî, goşe, qerax, kinar, kenar, rex; jêrnivîs, jêrenot

perawêzî kujîkî, kinarî, qeraxî, rexkî, marjînal, perîferal

perco sosretî, seyrî, ecêbî

perçem I ala, beydax, beyrax

perçem II pirç, porr, mûyên seran

perçî kincirrok, perritiyok, perîşan, riswa, rezîl, jar, hejar

perdawtin bn helperdawtin

perdax perdax, peyale, qedeh, perdax, perdaq, piyale, pêk

~ kirdin / dan hesûn, sûn, hilû kirin

perde perde, çît

perdêj derfet, delîv, îmkan, şens

pere belav, zêde, pêşve

~ pê dan belav kirin, pêşde birin, zêde kirin

~ girtin / sendin belav / zêde bûn, pêş ketin

peresendû pêşketî; belavbûyî, zêdebûyî

peresên pêşkev, tişta dikare (bi asanî) pêş bikeve, baştir bibe; zêdeber, tişta dikare (bi asanî) zêde bibe; belavber, tişta dikare (bi asanî) belav bibe

pere pel, perr, kaxez; pel, pelg, belg (yê daran / gulan), perr, bask (yê aşê avê); (~y dil) perdeya dilî

pereke perrik, perr û baskên masiyan

perende firrinde, perrende, balinde, çivîk, çûçik, teyr

peresendin peresandin, belav kirin, pêşde birin, zêde kirin, kemilandin

peresendû kemilandî, peresandî, pêşdebirî

peresêlke hacîreşk, dûmeqesk, hachacik, meqesok, qerrneqûçk, qirrneqûçk (zoo. Hirundo)

perenêşk giyayek derman e

perewaze aware, derbider, mişext, derkirî, derxistî, sergumkirî, sirgûnî

perewazî awareyî, derbiderî, mişextî, sirgûn

perêşan perîşan, hejar, jar, reben, belengaz, feqîr, bêhal, bêçare

perêz 1) pirêz, pirêze, perêz, firêz, firêze, firîz, firîze, firîzî, zeviya lê qopikên dexlûdanî yên piştî dirûnê di nav axê re mane û serikên wan derdikevin, zevî piştî dirûnê dema reh û qopikên giyayî lê mane 2) stargeh, veşartgeh

~ bûn sitirîn, jê xilas bûn, jê hatin parastin, jê dûr bûn

perêzî parêzî, bergirî, berhelistî, îmmûnîte

pergene navçe, qeza, nahiye

pergir serhişk, rêhişk, dijwar, tund, tûj, bêqam, dûr, ekstrem

pergirî serhişkî, rêhişkî, dijwarîparêzî, tundîparêz, tûjîparêzî, ekstremîzm, fanatîzm

perhêz bn parêz

-perist -perest, -perist, kesa/ê tiştekî / kesekî diperêse: Xwaperist, Şeytanperist, pareperist

peristga perestgeh, îbadetgeh, pîrozgeh, peristgeh, cihê peristinê / îbadetkirinê (nimûne: mizgeft, dêr, kinîşte)

peristin perestin, peristin, îbadet kirin

peristişt bn peristkarî

peristiştga, peristiştge bn peristga

peristîş bn peristkarî

peristkar perestkar, îbadetkar, kesa/ê tiştekî / kesekî diperêse, kesa/ê îbadetî dike

peristkarî perestkarî, perestîş, îbadet, perestin

peristyar perestyar, kesa/ê ji perestinê / îbadetî hez dike

periş, perişt ceh, xirpok, şilêr, wilêr

perî perî, horî, zeriyên an keçên spehî yên li biheştê yan di çîrokan de

perîendam perîendam, perîşib, perîsa, (bi spehîtiya / delaliya bejnûbala xwe) mîna periyan, pirr bedew

perînewe borîn, buhurîn, derbas bûn (t di ser tiştekî / derekê re)

perîruxsar rûperî, ji rûyê / serûçavên / dêmê xwe ve mîna periyan spehî

perîrû bn perîruxsar

perîsa perîsa, perîşib, mîna periyan (spehî / delal)

perîstan perîstan, dinyaya / welatê / warê periyan

perîza perîza, keça periyan

perîzade bn perîza

perj dem, wext, gav, delîv, delîve, derfet, kat, zeman

perjan gihiştin, delîv hebûn, dem hebûn: Naperjêm biçim Nagihim biçim. Min dem nîne biçim.

perjewendî bn berjewendî

perjîn tan, çeper, kotan, dîwar, navbirr

perk xirş, bêber, bêfêkî, bêfêqî, rût

permûn bn rapermûn

pero pate, paç, paçe, paçik, perro, pertal, perrok, gelveşîn, kevnik, kerkon, qerpal, parçek çît / qumaş e bo paqijkirinê

perok kotî, vegir (êşa ji kesekî yan heywanekî dikare yek din bigire û wî jî nesax bike)

peroş kelecanî, heyecanî, coşî, coşdarî, perroş

perpût hincirî, betilî, westayî, bêçarebûyî

persiv bn welam

persîw persîv, persim, serma, satircem, nisaxiya ji sarmayê

perş pelate, pijale, belav, belawela, berbelav

pert pirt, pirt-pirt, hûr-hûr; pelate, belav, berbelav, bela-wela

pertew tîrêj, tîroj, tîşk

pertewaze bn perewaze

pertûk pirtûk, kitêb, kîtab, pertûk

pertûkfiroş pirtûkfiroş, kesa/ê pirtûkan difiroşe

pertûkxane pirtûkxane, xaniyê pirtûkan, dikana pirtûkan yan cihê pirtûk bi emanet tên dan

perwa bn tirs

perwane 1) pank, perrwane 2) pirrpirrok, zirrzirrok (bi cil û kincên jinan ve) 2) şevpirrînk, pelatînkê şevane, perrwane

perwaz firr, firrîn

perwer perwer, parêzer, çavdêr, matîjêker, hîndekar, fêrker

perwerde perwerde, hînkirî, fêrkirî, matîjêkirî; perwerde, hînkarî, fêrkarî, sereguhî, matîjêkirin, hîndekarî, perwerî, talîm

perwerdeyî perwerdeyî, têkildarî perwerdeyê

Perwerdigar Yezdan, Afirîner; Felek, Qeder

perwerdiyar perwerdeker, hînker, fêrker, sereguhîker, matîjêker; dayen

perwerî bn perwerde

Perwîn 1) Pêvir, Perwîn, Pêrû, Pleyad, komek heft stêrên geş e 2) navek keçan e

perx bn pelx

pesa:

~ pê dan vekolîn, lêkolîn li ser kirin, tûjandin, çavdêrî lê kirin

pesadan vekolîn, lêkolîn, çavdêrî, tûjandin, ezmûn

pesader vekoler, lêkoler, çavdêr

pesaport pasaport

pesarde varê, veder, avarê, derî rê, dûrî rê / navendê

~ kirdin betal kirin, îptal kirin

pesardin bn helpesardin

pesen bn pesend

pesend 1) pejir, pesind, qebûl 2) pesn, meth, methe

~ dan pesinandin, pesn(ê kesekî / tiştekî) dan, meth(ên kesekî / tiştekî) kirin

~ kirdin pejirandin, qebûl kirin, pesind kirin

pesendkiraw pejirandî, pesindkirî; pesndayî

pesendniwên, pesendnuwên hejî, hêja, berkeftî, hejî / hêjayî pesnan / methan

pesêw kunc, qunc, qulaç, kuncik, quncik

pesind bn pesend

pesmende komkirî, berhevkirî, civandî, cemandî, lêkdayî

pespende berşik, berguman, şikbar, nezelal, neaverû

pespesekole tevnpîrk, tevnepîr

pest xemgîn, kovandar, keserkûr, dilbikul; sil, xeyidî; enirrî; mirrîto, bêmad; aciz; bênteng

pesta bn pesa

pestanewe givaştin, şidandin, weraftin, kotekî lê kirin, zext lê kirin, zor lê kirin

pestawtin bn pestanewe

pestek çoxik, qutik, êlek, çekbend, suxme (cilek e bi pirranî bi ser gumlekan lê di bin saqoyan / qapûtan / çakêtan ve mirov li xwe dike, bi gelemperî bêhuçik e)

pestemal desmal, kefîk; xawlî; xawlîk

pestêwraw bn pestrawe

pestin bn pestanewe

pesto fişar, zor, zext, kotekî, pesto, werafte, givaşte, tewjim

pestrawe givaştî, weraftî, şidandî

peşe pêşû, pêşî, pêşîk

peşebend kulle, pêşûbend, perdeya bo parastina ji pêşûyan

peşêw mat, matmayî, ecêbgirtî, heyirî

peşêwan heyirîn, hêbitîn, mat man, mat bûn, ecêbgirtî man

peşêwandin heyirandin, mat kirin, ecêbgirtî kirin

peşêwaw bn peşêw

peşêwî mat, heyr, hêbet, ecêbî

peşîman poşman, jovan, peşêman, pojman, peşîman, biheşêman, heşêman, (kesa/ê dibêje: xwezî min filan tişta kirî nekiriba yan ya nekirî kiriba)

peşîmanî poşmanî, jovanî, peşêmanî

peşk dilop, çip

peşm n hirî

peşmîn r hirî, (tiştên, t cilên) ji hiriyê (hatine çêkirin

peşok nearam, nerehet, bêhedan, aciz, tengav

peşokan aciz bûn, nerehet bûn, tengav bûn

peşokandin aciz kirin, nerehet kirin; mejîreş kirin, gêj kirin; bela xwe jê venekirin

peşokaw bn peşok

peştemal xawlî, xawlîk

peşûş ruhn, nerm, avî

pet bizîng; werîs; hefsar; nîr; zincîr

peta persîv, serma, nesaxiya ji sarmayê

petate petat, pitat, potates, kartof

pete fatûre, raçîte

peterî delodîn, tirredîn, hepledîn, kuşlale

petirme petrome, patrome, petirme, mutribe, transplant, zeliqandina çeqek darekê li darek ji cûnek cuda daku cûnek nû yê daran jê çêbibe

petî pak, paqij, xwerû, bijûn, petî; (nan) tisî, tursî; (mirov) rûs, rût; (pî) xwas

kurdîy ~ kurdiya petî, kurdiya pak, kurdiya bê peyvên biyanî

nanî ~ nanê tisî / tursî

pê~ pêxwas, bêpêlav

peto bênvendan, bênvekirin, pişû, îsterehet

petrok parî, pirt, pirtik

petû lihêf, lêf, betenî

petyare bn peterî

pex ko, koh, serikqut, qut, neseriktûj, netûj

pexş belav, pelate, weşan; pexşan, nesir, wêjeya spehî ya ne helbestkî

~ kirdin weşandin, belav kirin

pexşan 1) berdayî (t pirça / porrê jinan) 2) pexşan, nesir, prosa, wêjeya spehî ya ne helbestkî (çîrok, roman û ymw)

pexşe I daxwiyanî, danezanî, belavok, namilke

pexşe II mêş

pexşekûre pêşû, pêşî, pêşîk

pexşkar weşangêr, çapker, belavker

pey I 1) pey, dû, dûv 2) rêç, rêçik, pey, rê, şop

~ girtin li pey çûn, li dû(v) çûn, dan pey / dû(v)

pey II haydarî, hayjêbûn, biserhilbûn, pêhesîn

~ birdin bi ser hil bûn, pê hesîn, jê haydar bûn, hay jê bûn

pey III reh, demar, temar

pey IV:

~ kirdin pîl kirin; qusandin; kurr kirin; darotin; kezaxtin; birrîn

pey V bin, kûratî

peya bn peyda

peyam peyam, mesaj; nûçe, dengûbas, rapor, buletîn, xeber, ragihandin

peyamber peyamber, pêxember; peyamber, peyamîner, qasid, êlçî

peyamnêr nûçegihîn, peyamhinêr, peyamşîn, raporter

peyar peya, peyar, ya/yê bi piyan / lingan dimeşe

peyda 1) peyda, diyar, xwiya, aşkira 2) rast, jidil, heyî, resen, ne xeyalî: tirsêkî peyda

peydawîst bn pêdawîst

peyîn zibil, zivil, rîx, sergîn, peyîn, terş, keşkûr, sêklot, çêrt, guhûr, kuşpil, bişkul, pişkul, kerme, sergo, gû, qelax, zirîç, pîsatiya heywanan

peyje pêstirk, pêpeling, pêlegan, pêpelûk, nerdewan, silim: (alava mirov pê hildikeve ser banan yan cihê gavan / pêngavan yê li dîwar çêkirî daku mirov piyên xwe dane ser û pê ve hewa bikeve)

peyk 1) xulam, xizmetkar 2) peyamber, qasid 2) satelît

peykan serikrim, serikê rimê, parçeya herî tûj ya rimê

peykar I çavlêker, peymeş, peyçû, peyker, kesa/ê li pey / dûv kesek din / tiştekî diçe / dike / dimeşe

peykar II têkoşîn, berxwedan, dijrabûn, dijberî

peykawer sîxur, cesûs

peyker peykel, heykel, peyker, pût, senem

peykertaş peykeltiraş, heykelçêker, pûtkar

peykul giyayek e

peyman peyman, lihevkirin, eqd; hevbendî, destbendî, piştevanî; (belên) soz

peymanbest hevpeyman, kesên / aliyên hevparî peymanekê

peymander sozder, kesa/ê sozekê dide

peymanga bn peymange

peymange peymangeh, enstîtû, dezgehek taybet bo pêşxistina armancekê

peymanşkên peymanşkên, kesa/ê yan aliyê dijî peymanê dilebite

peyrew 1) rêzname, rêzikname, rêçikname, peyrew 2) rêz; ferman 3) peyrew, peymeş, mirûd, kesa/ê dide pey kesekî / rêbazekê

peyrewî peyrewî, peymeşî, mirûdî, mirîdî, çûna li pey / dûv kesekî yan rêbazekê

peytûke çist, leşsivik, zîrek bo livînê

peyv peyv, bêje, gotin, qese, wişe, kelîme

peyvçîn peyvçîn, axiftina bi peyvên birêkûpêk

peyvdar berdevk, peyvdar, niwêner, nûner

peyvdarî peyvdarî, berdevkî, niwênerî, nûnerî

peywar peywar, konseptî, îmajî

peywarî peywarî, konsept, îmaj

peywend 1) têkil, têkildar, pêve, peywend, girêdayî, eleqedar, pevgirêdayî 2) patrome, petirme, mitirbe, têkilkirina du daran

peywendî têkilî, têkildarî, peywendî, pêwendî, eleqe

peywendîdar têkildar, eleqedar, pêwendîdar, peywendîdar

peywendyar têkilyar, peywendyar, relevant

peywendyarî têkilyarî, peywendyarî, relevans

peywest I bn peywend

peyxane rehxane, demargeh, newron

pez bn mer

pezîşk bn pizîşk

pezmende paşmende, pare yan malê nehatî mezaftin an mesrefkirin û bo pêşerojê hatiye parastin


pê...[biguhêre]

pê (navdêr) 1) pî, pê, ling, nig 2) pêpik, piyê tiştekî (wek cihê tifek li ser tê bicihkirin)

~ girtin (zarrok xwe li ser piyên xwe) girtin, fêrî meşîna bi piyan / lingan bûn

~ lê xistin lê negirtin, lê borîn; guh nedanê, paşguh kirin

~ nan pê lê kirin, pê lê nan, bi piyan / lingan dewisandin

~ rakêşan 1) piyên xwe dirêj kirin 2) piştrast bûn, jixwerazî bûn

pê (daçek) pê, bi ...

~ ragîran jê hatin, pê çêbûn, karîn, şiyan

pêbecê bicih, bicihbûyî, bicihkirî, neliv, xurt, mukum

pêbedûca, pêbedûcar kare, binducarî (di matematîkê de jimarek car ew jimar bi xwe ku jimara bingehîn tê nivîsîn û jimar 2 hûrik li hindavî wê tê danîn)

pêbekinge firrindeyek kûvî ye dişibe werdekan

pêbend pîbend, pêbend, benê yan zincîra pî / ling pê tên girêdan

pêbesêca, pêbesêcar kabik, binsêcarî (di matematîkê de jimarek car ew jimar bi xwe ku jimara bingehîn tê nivîsîn û jimar 3 hûrik li hindavî wê tê danîn)

pêbest pîbest, lingbest, pê,best, nigbest, benên yan zincîrên pî / ling pê tên girêdan

pêbetal (pêlav / sol) fire yan mezin

pêbijîw jiyar, abor, debar, îdare

pêç 1) pêç, pêçan, pêçandin, badan, alandin 2) çep, çepûçûrr, xwarovîç, cihê rêyek lê xwehr dibe, cihê rê lê ber bi aliyek din ve diçe

~ kirdinewe (li dor xwe) zivirrîn

~ lê dan xapandin, xirrandin, lêb lê kirin, hîle lê kirin, fêl lê kirin, dekûdolab lê kirin

~ piya dan 1) xîfîn, xwe xîfandin, ji dizîkî ve çûn, bazdan, xwe xilas kirin 2) badan, li hev alandin

~ piya hatin (zik) êşîn

~ xwardin serobin bûn, bin çûn serî û ser çûn binî (yê tiştekî)

pêçan pêçan, pêçandin

pêçanewe vepêçan, vepêçandin

pêçawpêç tevlihev, serobin, têkil, têkel, hemereng

pêçek 1) pêçek, tişta/ê tiştek pê tê pêçan, tişta/ê tiştek di nav re tê pêçan 2) çakêt, saqo, qapût

pêçekulû 1) patove, pirtên gir yên berfê 2) guliyên pembû

pêçelpaç nelihev, nelirê, nakok, hevnegir

pêçen

~ kirdin pêçan, badan, alandin, hildan, vedan

pêçewane 1) vajî, berevajî, berovajî, dij, ters, zid, eks 2) dijwate, dijmane, antonîm

be ~yî berevajî, dijî, qet ne wek tişta/ê din

pêçke 1. pêpik, piyê kursiyekê, maseyekê û hwd 2) pêk, serûpêk, simên yan piyên pezî û terşî (t dema bo xwarinê hatine kelandin)

pêçoleke navê giyayekî ye

pêçpêçoke pêçpêçok, badbadok, têkalandî, tiştên çendîn caran li hev hatiye pêçandin / badan / alandin

pêçran pêçîn, hatin pêçandin / pêçan

pêçraw pêçayî, pêçandî

pêçûpena 1) zivirrok, badbadok 2) xap, lêb, hîle, lihb

peçûpilûç çepûçûrr, xwarovîç (rêyên ne yekser ber bi pêş diçin lê çendîn car bi vî û wî alî ve dizivirrin)

pêda bn piya

pêdawîst jênagerr, bingehîn, pêdivî, pêwîst, lazim, divê, gerek

pêdawîstî pêdivî, hewcedarî, tiştên bêyî wan jiyan yan tiştek din nabe

pêdeşt kinara deştekê; binê girekî / çiyayekî

pêdize bn pêdizkê

pêdizkê:

~ li paş man xwe şirr kirin, xwe gîro kirin, veman, (bi dilxwaziya xwe) li paş man

pêge pêgeh, pêge, bingeh

pêgîr şîrr, gîrok, şirroke, kesa/ê zû karê divê bike nake

pêgîrî şirrî, gîrokî, şirroketî

pêh bn peh

pêk I pêk, bi yek, pev, bi hev

pêk II qedeh, perdaq, peyale, piyale, îskan, fincan

pêka pêkve, pevre, bi hev ve, bi hev re

pêkbendî kombend, komele, yeketî, civat

pêkel: têkel û pêkel tevlihev, têkil, têkel

pêkewe pev re, bi hev re, pêk ve, tev de, pêk re, vêk re, li gel hev, li gelêk

~ nan xistin hev, pêkve nan, bi hev re zeliqandin, pev re girê dan

pêkhat pêkhat, kompozîsyon, hemî tiştên tiştek jê çêbûne

pêkhate avanî, binesazî, pêkhate

pêk hatin 1) pêk hatin, qewimîn, peyda bûn, çêbûn 2) pêk hatin, li hev kirin

pêkhatû pêkhatî, lihevhatî, lihevkirî

pêkhên pêkîn, pêkhên, pêkhîn, afirende, produktîv, kreatîv, dînamîk

pêk hênan pêk anîn, saz kirin, damezirandin

pêkêner pêkîner, afirîner, damezrîner, daner, çêker, sazimankar

pêkra pev re, pêk re, bi hev re, li gel hev, li gelêk, pêk ra, pêk ve, pev ra, bi hev ra, pêk va, vêkra, tev de, tev bi hev re

pêkure 1) leşkerê piyade, bn piyade 2) navê kirmikekî ye

pêlaw pêlav, sol

pêlawdirû pêlavçêker, solçêker, pêlavdirû, soldirû, kesa/ê pêlavan ango solan saz dike

pêl kêlî, bîsk, dem, gav, pêl

pêleqe pên, pêhn, pehîn, derbeya bi piyî / lingî

pêlû qepaxa çavî

pêm bi min; bi baweriya min: ji min re

Pêm wa niye ke Bi (baweriya) min ne wisan e ku

       Pêm xoş e Min pê xweş e, Li xweşiya min tê, Ez jê hez dikim

pêmal dewisandî, pêlêkirî, di-bin-piyan-ve-mayî

pêman bi me; bi baweriya me; ji me re

pêmere cûnek merran / bêran e

pêmirîşke navê giyayekî ye

pêmiz diravê / pareyê bo beşdarbûnê / tevlîbûnê / pişikdarbûnê

pêmûre cûnek bazinên piyan e

pênase 1) pênase, diyarker, xwiyaker 2) taybetmend, têvelker, cudaker

pênasraw rengdêr, adjektîv, hevalnav, bn awelnaw

pênaw armanc, daxwaz

le pênaw bo, ji bo, (ji) bo xatira/ê (tiştekê/î yan kesekê/î)

pênc pênc, jimare 5 anku V: pênc çawgey dil her pênc hest, her pênc sehek (bîstin, dîtin, tamkirin, bênkirin û pêhesîn)

pêncehem bn pêncem

pêncehemîn bn pêncem

pêncem pêncem, pêncemîn, ya / yê pêncê, ya / yê pêncan, di rêzê de li cihê jimare pênc

pêncemîn bn pêncem

pêncga pêncgeh, awazek e bi pênc seviyeyên dengî

pêncgoşe pêncgoşe, pênckuje, pênckujî, pêncrex, pênckunc, pêncqunc, pêncal, pêncla, pêncalî, pênctenişt, pênckêlek, pentagon

pêncgoşeyî pêncgoşeyî, pênckujeyî, pênckujî, pêncrexî, pênckuncî, pêncquncî, pêncalî, pênclayî, pêncteniştî, pênckêlekî, pentagonî

pênchoşe her pênc hest, her pênc sehek (bîstin, dîtin, tamkirin, bênkirin û pêhesîn)

pêncsed pêncsed, pênsed (500)

pêncsûçe bn pêncgoşe

pêncşeme bn pêncşemme

pêncşemû bn pêncşemme

pêncşemme pêncşem, pêncşemb, pêncşembî, pênşem, pênşem, roja piştî çarşemê û berî înê / eynê

pêncşemmû bn pêncşemme

pêncxiştekî pêncpîvk, pentametrî (helbest)

pêncyek, pênc-yek pêncek, pênc-yek, pêncêk, yek ji pêncê, yek ji pêncan, 1/5, 20 %

pêngav, pêngaw bn hengaw

pênûs pênivîsk, pênûs, qelem, alava pênivîsînê

pênûsî rênivîs, vekitandin, diktasyon, karê kesek dibêje û yek din dinivîse

pêpan pîpan, lingpan, nigpan, pîpehn, lingpehn, nigpehn

pêpetî pêxwas, lingxwas, nigxwas, piyê / lingê bêpêlav yan bêgore

pêpilîkane bn pêpîlke

pêpîlke pêpelûk, nêrdewan, derence, derece, pêstirk, cihên mirov gavên xwe datîniyê yên ku her yek ji ya din bilindtir yan nizmtir e daku taku mirov pê ve digihe serî yan binî

pêplîkane bn pêpîlke

pêr bn pêre

pêrar pêrar, sala berî par, du sal berî îsal, du sal berî vê salê, bb besirpêrar

pêreke bn pêrê

pêrew 1) peyrew, mirîd, kesên li dû kesekê/î yan rêbazekê dimeşin 2) rêzname, rêzikname, rêçikname, peyrew

pêrewa hêja, hejî, mafdar

pêrewke zarroka/ê bi ser piyan dikeve, zarrokê fêrî meşîna bi lingan dibe

pêrê pêr, roja berî do, roja berî duhî, du roj berî îro, du roj berî vê rojê, bb besirpêrê

pêrê rêpî, rêling, rênig, rêpê, rêya mirov bi piyan / lingan pê ve dimeşe (ne rêya tirimpêlan)

pêrist têdek, pêrist, indeks, naverrok, lîsteya mijaran / babetan

Pêrû Perû, welatek e li Amerîkaya Başûr

Pêrû Perwîn, Perrwîn, Pleyad (komek stêran e)

pêsayî pîsatî

pêsîr bn baxel

pêspêr pêspêr, emanetker, kesa/ê tiştekî dispêre kesekî ango bi emanet didiyê

pêspêraw pêspartî, emanetwergirtî, kesa/ê tiştek emanetî wê / wî hatiye kirin

pêst pîşt, post, çerm, kevl

~ xoş kirdin xwe dan tavê, xwe dan ber tavê, leşê xwe li ber tavê qemirandin

pêsûk newest, nebetil, nekerrix, bêwestan, kesa/ê naweste / nabetile / nakerrixe

pêsûkî newestîn, nebetilîn, nekerrixîn, bêwestanî

pêş pêş, berî (dijwateya paş)

pêşanî enî, anî, navçav

pêşaw destavxane, avdestxane, avrêjk, tiwalet, 'edeb

pêşbar pêşbar, barê pêşîn

pêşbend pêşbend, pêşbendik, pêşgir, pêşqertaf, pêşxurde, xurdepêş, prefîks, peyvikên dikevin serê hin peyvan û peyvên nû jê çêdikin (wek "ra-" dikeve pêşiya "kirin" û peyva "rakirin" jê peyda dibe), bb paşbend

pêşbirkê pêşbazî, pêşbirk, berêkanî, rikberî, hevrikî, milmilanê, misabeqe, sîbaq

pêşbîn pêşbîn, kesa/ê dikare bibêje ka dê çi û çawan biqewime berî ku ew tişt biqewime; kesa/ê texmîn dike ka dê çi û çawan biqewime berî ku biqewime; dûrbîn, kesa/ê bîra demek dirêj ya li pêş xwe dike yan planan bo datîne

pêşbînî pêşbînî, texmînkirina rûdan û qewaman berî ku peyda bibin; dûrbînî, plandanîna bo demek dirêj ya bêt

pêşbîr pêşbîr, bendewar, kesa/ê bîra tiştekê/î dike anku li tiştekê/î difikire berî ku ew tişt biqewime

pêşbîrî plan, nexşe, bîrkirina tiştan berî biqewimin

pêşçaw 1) berçav, pêşçav, diyar, eşkere, xuya 2) dîmen, xuyang, diyark, dîtek, pêşnima, menzer

pêşdest ya / yê pêşîn, serekî, destpêkî

pêşe berik, parçeya req ya di nav hin fêkiyan re (wek xox, mijmij, hilûk)

pêşekî 1) pêşîn, berî ku tiştek bibe 2) destpêk, ser 3) pêşgotin

pêşem pêşem, pêşemîn, pêşîn, yekem, pirr giring, serekî, sereke

pêşemê pêşemî, pêşemînî, priyorîte, berî yên din, ji yên din giringtir

pêşeng pêşeng, serkêş, serok, rêber, birêveber, rênîşander

pêşengname 1) pêşengname, şîretname, fermanname 2) hosîname, wesiyetname

pêşeser 1) enî, anî, parçeya leşî ya di ser herdu çavan re û li jêr porrî / pirçê 2) pêşpirç, pêşporr, mûyê serî yê li ser eniyê

pêşewa pêşewa, rêber, serok, birêveber, rênîşander

pêşewayî pêşewatî, pêşewayî, rêberî, serokatî, birêveberî, rênîşanderî

pêşewe pêşve, pêşde, pêşda, pêşva, ber bi pêşve, ber bi pêşde, berev pêş, bo pêş

pêşêl (cihê bi meşê) dewisandî

~ kirdin bi meşê dewisandin

pêşga pêşber, pêşgeh, hizûr, li pêş kesekê/î yan bi amadebûna kesekê/î anku kesek jî li wir amade

pêşgir pêşgir, bergirî, rêgir, kesa/ê yan tişta/ê nahêle tiştek bêt kirin yan biqewime

pêşgirî pêşgirî, bergirî, rêgirî, nehêlan / nehêştin tiştek bêt kirin yan biqewime

pêşgirtin pêşgirtin, pêşî li kesekê/î yan tiştekê/î girtin, rê kesekê/î yan tiştekê/î girtin, rê nedan kesekê/î yan tiştekê/î, nehêlan / nehêştin tiştek bêt kirin

pêşil pêsîr, koş, dang

pêşiyaw hêja, hejî, jêhatî, berkeftî, mafdar

pêşîn berê; carekê berê, ji mêj ve

pêşînan pêşî, pêşiyên kesekê, mezin, bavkal, babûbapîr, bavûkal, babûkal: pendî pêşînan gotinên pêşiyan, gotinên mezinan

pêşîne pêşîn, deyn yan diravê pêşî tê dan û paşî li demek derengtir kesa/ê bikirr tiştê berkirr / berfiroş werdigire

pêşkeş pêşkêş, raber, rapêş, dan, nîşandan; diyarî, xelat

pêşkewtin pêşveçûn, pêşketin, pêşveçûn, baştirbûn

pêşkewtû pêşketî, pêşveçûyî, pêşdeçûyî, pêşdaçûyî, baştirbûyî; pêşvero, nûxwaz, nûyar, nûhez

pêşmaman berdestiya pîlikê, alîkara jina alîkariya jinek din dike daku zarroka/ê wê biwelide

pêşmerge pêşmerge, çekdarên kurd, gerîla

pêşniwêj pêşnivêj, pêşnimêj, pêşnivêjker, pêşnimêjker, mela, mele, kesê li pêşiya komekê nivêjê dike

pêşniwêjî pêşnivêjî, pêşnivêjkerî, melatî, meletî

pêşniyar pêşniyaz, pêşniyar, pêşniya, girîmankarî, ji hinekan re gotin werin em filan tiştî bikin yan filan tiştî bi filan awayî bikin

pêşrew pêşrew, pêşmeş, piyoner, avangard, kesa/ê tiştek nûjen yan nedîtî dike û yên din li pey wê / wî dikin

pêşrewkar birêveber, serperiştkar, midûr, manajer, rêveber

pêşrewkarî birêvberî, serperiştkarî, midûrî, manajerî, rêveberî

pêştir 1) pêştir 2) berê; berî (niha)

pêşû (ya / yê) berê, (ya / yê) berî ya / yê niha

pêşûle pêşû, pêşî, pêşîk

pêşwaz bn pêşwazî

pêşwazî pêşwazî, bixêrhatinlêkirin

pêşxane pêşxane, pêşgeh, pêşwazîgeh, pêşwazîxane, resepsiyon, bendegeh, cihê lêrawestîna li benda tiştekê/î

pêşxizmet pêşxizmetkar, pêşxulam, xizmetkara/ê serekî, xulamê serekî, xidama serekî, qewraşa serekî, cariyeya serekî

pêşzemîne bingeh, esas, destpêk

pêşzewîne bn pêşzemîne

pêt I (be to) I bi te; bi baweriya te; ji te re

pêt II (bilêse) pêt, çirîsk, çirûsk, agir

pêtan bi we; bi baweriya we; ji we re

pêw pîv, pîvan

pêwar nediyar, veşartî

pêwan I pîvan, pîvîn, pîvandin

pêwan II rûber, aqar, ber, berfirehî

pêwar nediyar, nexuya, ne-eşkere, veşartî, dizîkî, neberçav

pêwdan pîvank, amûra pêpîvanê

pê we pê ve, bi ... ve, pê va, pê ... va; pê re, bi ... re, pê ra, bi ... ra, li gel, digel

~ nan (pal / def) pê radan / pê ranan / lê dan

pêwend bn pêbend, pêbest

pêwediraw 1) pêvedayî, kesa/ê marî yan candarek din yê zîlikjehrî jara xwe avêtiyê 2) girtî, qepat, daêxistî, qifilandî, qilifkirî

pêwîst pêdivî, hewce, lazim, gerek, pêwîst

pêwîstî pêdivîtî, pêdivî, hewcedarî, lazimî, gerekî, pêwîstî

pêwîstkar 1) hewcedar, pêdivî 2) pêspartî, desthilatdar

pêwraw pîvayî, pîvandî, hatî pîvan / pîvandin

pêwwer pîver, kesa/ê dipîve; pîvyar, kesa/ê pîvanan / krîteran datîne; zevîpîv, erdpîv

pêxawus bn pêpetî

pêxef nivîn, bn niwîn

pêxember peyamber, pêxember, nebî, resûl, pêximber, peyxamber,

pêxemer bn pêxember

pêxesû berbûk, kesa/ê di dawetê ango zemawendê de alîkariya bûkê dike

pêxor pêxwarin, tişta/ê bi nanî tê xwarin (t mast, penîr, jajî û hwd)

pêxoy 1) gidîş, genimê yan cehê hatiye dirûn û berhevkirin lê hê nehatiye bênderkirin 2) kom, berhev, li-ser-hev

pêxust (rêya pirr) dewisandî, bikarînayî

pêxuste xirabbikaranîn, bikaranîn bi awayek nedadane

pêxwas bn pêpetî

pêy bi wê/wî; bi baweriya wê/wî; jê re, ji wê/wî re

Pêy wa niye ke Bi (baweriya) wê / wî ne wisan e ku

Pêy xoş niye Ew pê ne xweş e, Li xweşiya wê/wî nayê, Ew jê hez nake

pêz çirrî, çirrîkî

pêzdar çirr, çirrîk, tişta/ê zû-zû ji hev venabe yan zû bi tiştekî ve dizeliqe

pi...[biguhêre]

piç piç, piçek, hindik, kêm

piçênraw piçandî, qetandî, jêkirî, birrî

piçiran piçîn, piçiyan, qetîn, qetiyan, hatin piçandin, hatin qetandin, hatin jêkirin

piçirandin piçandin, qetandin, jê kirin, birrîn, qed kirin

piçiranewe vepiçîn, vepiçiyan, veqetîn, veqetiyan, hatin vepiçandin, hatin veqetandin, dîsa piçîn, dubare hatin piçandin

piçiraw piçiyayî, qetiyayî, veqetiyayî

piçkole piçek, hindik, kêm; biçûk, piçûk, hûr, hûrik

picr_ok piçok, qetok, vepiçok, veqetok, tişta/ê ku bi asanî dipiçe anku tê piçandin

piçran bn piçiran

piçrandin bn piçirandin

piçûk biçûk, piçûk, hûr, hûrik; bindest, jêrdest, tepeser, xwelîbiser, xwelîser

piçûk biçûkî, piçûkî, hûrî, hûrikî; bindestî, jêrdestî, tepeserî, xwelîbiserî, xwelîserî

pif pif, fû, hewayek bihêz ji devê xwe berdan tiştekî (bi taybetî agirekî daku geştir bibe yan jî bitemire anku vemire) yan jî tiştek (bo nimûne pifdank anku balon) bi hewayî tijî kirin

pif dan pif dan, tiştek (bo nimûne pifdank anku balon) bi hewayî dagirtin

pif kirdin pif kirin, pif kirinê (bi taybetî agirekî daku geştir bibe yan jî bitemire anku vemire)

pifdiraw pifdayî, nepixandî, bi hewayî tijîkirî

pife (bi zimanê zarokan) xwarin, zad

pifel pifok, nerm û pif

pij I gulî, sinbil; pirça hespan

pijal perûk, porrê çêkirok

pijan 1. xwîn jê hatin (bi taybetî ji difinê/pozê) 2. pijikîn, pelate bûn, bela-wela bûn, belave bûn, belav bûn

pijandin 1. xwîn jê anîn (bi taybetî ji difinê/pozê) 2. pijikandin, pelate kirin, bela-wela kirin, belave kirin, belav kirin

pijbên bn piştên

pije bn pijan

-pijê- rayê lêkera pijan

-pijên- rayê lêkera pijandin

pijgal peywir, erk, vatinî, kar

pijim bn pijm

pijk derqefank, qepax

pijm, pijme, pijmehûr bêhnişk, bêhnijîn

pijmên birnût

pijmîn bêhnijîn

pijû bn pizû

pil I til, tilî, tibl

pil II pil, pirt, parçe, parî

pil kirdin pirtikandin, ker kirin, parçe kirin

pil III lerzik, recifk

pil dan lerizîn, recifîn

pil pirzik, girmik

pilan bn êsqan

pilar 1. tinazî, tirane, tehn, tiwanc 2. çelak, darê dirêj bo weşandina mêweyên daran

pilaw girar, pîlav, pilaf, xwarina hişk (wek birinc, savar, maş)

pile 1. pile, derece 2. gihanek, qonax, merhele, pile

pilekan pêlekan, pêlik, derence, nêrdewan

pileyke gav, pêngav; qat, tebeq, çîn

piling piling, leopard

pilingîne postê pilingan, çermê pilingan, kurkê pilingan

pilingyan alizîn, alihan, aliyan, (porr/pirç) qijavij bûn

pilîsirg bn pilûsgird

pilîşandinewe herrişandin, dewisandin, bi dewisandinê ruxandin

pilîşanewe herrişîn, dewisîn, ji ber dewisandinê ruxîn

pilîşawe herrişiyayî, dewisiyayî

-pilîşê- rayê lêkera pilîşanewe

-pilîşên- rayê lêkera pilîşandinewe

pilk bn pûr

pilmijyaw, pilmijyag çilmisî, beyî, (gulûgiyayên) zerbûyî/hişkbûyî

piloxan bn dapiloxan

piloxandin bn dapiloxandin

pilpile pirrpirrok, asinkên/hesinkên zêrîn yan zîvîn yên ku jin wek xişt û gewher li xwe dikin

pilusk borî, lûlî (bi taybetî yên sivandeyan)

pilûç xwehr, xwar, tewandî, çemandî, tewiyayî, çemiyayî, veçemandî, veçemiyayî

pilûre koma hingan, koma mêşên hingiv(înî)

pilûsgird harîreşk, dûmeqesk, hechecîk

pin pin, pinî, xal, nuqte, leke, teqme

pinc gêç

pindir nûkirî

pinêwz winda, hinda, berze, wenda, nediyar, nexwiya

pingir bn pengir

pinkpink pinpinî, xalxalî

pinok pinîk, xalik, pina biçûk, leke, teqme

pintik piçek, hindik

pintî pîs, bêmerêz, kesa/ê ku cilên maqûl li xwe nekirine

pir I tijî, tije, mişt, dagirtî

pir II nişk, tavil, lez

le pir ji nişkê ve, tavilê, di cih de, zû

pir dan xwe avêtin, bi lez xwe gihandinê

pir III

pir û pûç / pirrûpûç pûç, bêwec, hîç

pir û peşêw / pirûpeşêw bêserûber, serûbinkirî, tarûmar

pir û pît / pirûpît tevlihev

pirûpîrêjin pîrejin, xaltîk

pirawpir di ber lêvan re, bi temamî tijî

pirbeha bihagiran, giranbiha, bihadar, biqîmet, qedirgiran

pirbepêst li qayde, tam li gorê, bi temamî bikêrhatî

pirçek biçek, çekkirî, bisîleh, sîlehdar, çekdar, sîlehkirî

pirbedem bi dengekî bilind

pirbedes(t) mistek, kulmek, tijî destekî

pirbedil ji dil, cidî; bi dilxweşî

pirç pirç, porr, mûyên serê jinan; kezî; pûrt, mû

pirçin têrmû, mûdar, pirçîn

pird pir, cisir, koprî, rêya di ser avekê re

pirdeşeqam pirerê, pirekuçe, pira di ser rêyekê/kuçeyekê re derbas dibe

pirdij bêhnvedan, vehesîn, pişû, wuçan

pirdoke pirk, pirik, pira biçûk, rêka di ser avekê re

pirg tûk, sertûk, qeymax

pirgoşt têrgoşt, qelew

pirince bn firçe

pirîşk çirîsk, çirûsk

pirj pelate, belave, bela-bela, pijikiyayî

pirjan pijikîn, pelate bûn, bela-wela bûn, belav bûn

pirjandin pijikandin, pelate kirin, bela-wela kirin, belav kirin

pirkarî lez, lezûbez, keftûleft

pirmandin firrfirr, firfir (dengê bilind yê difinê/pozê)

pirme firrfirr, firfir (dengê bilind yê difinê/pozê)

pirmûhûr firrfirr, firfir (dengê bilind yê difinê/pozê)

pirmêşk jîr, aqilmend, kone

pirnol kincirr, cilên kevn û perritî

pirpire bn pelpîne

pirpol (mirova/ê) pîs, necis, heram, kirêt, neşirîn

pirpole dewîn, xwarineke ruhn (biav) e

pirs pirs, pirsiyar, pisyar, sual, siwal

pirsa pirsa, pirsok, pirsker, mereqdar, kesa/ê ku pirr dipirse

pirsane xêr (bi taybetî xwarina ku ji feqîran re tê dan)

pirsaw pirsgirêk, kêşe, arîşe, pirs, problem, mişkîle

pirse behî, tazî, şînî, reşgirêdan, merasima bin-axkirina miriyekî û serdana mirovên wî

pirsekar behîçin, tazîker, şînîker, reşgirêder, kesên ku diçin merasima bin-axkirina miriyekî û serdana mirovên wî

pirsiyar pirs, pirsiyar, pisyar, sual, siwal

pirsiyarker pirsker, pirsiyarker, pisyarker, sualker, siwalker

pirsîn pirsîn, pirs kirin, pirsiyar kirin, pisyar kirin

pirskar pirskerî, pirskarî, pirrpirsîn

pirstîjî lêkolîn, vekolîn, lêpirsîn

pirsûd bifeyde, mifadar, sûddar

pirsyar bn pirsiyar

pirş pelate, belave, bela-bela, pijikiyayî

pirş û bilaw, pirşûbilaw bela-wela, pelate, belave, pijikî, pijikandî, tarûmar

pirşe çirîsk, çirûsk

pirşing tîroj, tîrêj, tav

pirt pirt, parçe, perçe

pirtal pirtal, pertal, perok, eşya, caw, çil, parçe, mita

pirtbêjî bn pirtwêjî

pirteqal pirteqal, porteqal, mêweyeke miz (tirş) e û lêzimî mandarîn û lîmonan e

pirtûpela pelate, belave, bela-wela

pirtaw çargavî (beza hespan)

pirtwêjî tewtew, axivîna bêmane

pirusk movik, hestiyê piştê

piruskan pirtikîn, şkestin, hûr-hûr bûn

piruskandin pirtikandin, şkandin, hûr-hûr kirin

piruskaw pirtikî, şkestî, hûr-hûrbûyî

piruzkan bn piruskan

piruzkandin bn piruskandin

piruzkaw bn piruskaw

pirûkan pijikîn, perritîn

pirûkan pijikandin, perritandin

pirûkaw pijikî, perritî

pirûşe daketina bi dengê nizm (mîna barîna berfê)

pirwandin derbeyekî lezgîn û sivik lê dan

pirxan, pirxandin pixîn, pixandin, pixepix kirin, di xewê de dengekî bilind yê nefeskêşanê ji xwe anîn

pirxe, pirxepirx pixepix, dengê pixînê, dengê bilind yê nefeskêşana di xewê de

pirxin pixok, pixepixker, kesa/ê ku di xewê de dengekî bilind yê nefeskêşanê ji xwe tîne

piryaske buxçik, pêçek, mêdek

pirze zever, xurtî, hêz, taqet, hinêr; nefes, hilm

pirzol parçe, pirt, perçe, pişk

pirzole pirtik, parçik, pişk, parçeyên biçûk

pirûzan bn helpirûzan

pirûzandin bn helpirûzandin

pirûzaw bn helpirûzaw

pirûze bêhna tiştên şewitî/sotî/kizirî

pis nîvlal, bi nîvî lal, ne rewanbêj

pisan piçîn, qed bûn, qetîn, veqetîn, jê vebûn

pisandin piçandin, qetandin, veqetandin, jê kirin, jê birrîn

pisat navend, merkez

pisaw piçiyayî, piçandî, qetiyayî, qetandî, veqetandî, veqetiyayî, jêkirî

-pisê- rayê lêkera pisan

-pisên- rayê lêkera pisandin

pisil bn pisl

pisk I bn pişîle

pisk II bn bisk

pisk III bn pis

piskandin bn rapiskandin

piske, piskepisk çîwçîw, çirpçirp: dengê çivîk û firindeyên din; dengê ku nêçîrvan pê ajelên nêçîrê bi bal xwe ve dikişîne

-piskên- rayê lêkera piskandin

pisl biharatek e, giyayek bêhnxweş e û di xwarinan de tê bikaranîn

pispan pîne, pinî, parçeya ku bo cilên diriyayî tê bikaranîn daku ew hê zêdetir bên bikaranîn

pispor pispor, şareza, karzan, ekspert, zana, zanyar

pisûle pisûle, belgename, peymanname

piş, pişe, pişpiş pişopişo, pişpiş, dengê gazîkirina pisîkan/kitikan/pişîkan

pişêw tevlihev, kaotîk, anarşîk

pişêwî tevlihevî, kaos, anarşî

pişîle pisîk, pişîk, kitik

pişîlesûre, pişîlesûrê lîstikek zarokan e

pişîleşor şûştina sivik, veşûştin

pişîpişî lîstikek zarokan e

pişk 1. pişk, beş, par, parçe 2. pişk, loto, şans, talhûnesîb 3. pişk, darê ku pê meşk tê girtin/girêdan

pişkinîn vekolîn, lê kolîn, lêkolîn kirin, teftîş kirin, saxtî kirin, kontrol kirin

pişkinyar vekoler, lêkoler, saxtîker, kontrolker, ezmûnker

pişko ember, eskil, pengir

pişkul bn pişqil

pişkûtin pişkivîn, bişkivîn, kulîlk dan

pişkûtû pişkivî, bişkivî, guldayî

pişqil kuşpil, libên gûyê bizinan

pişpişoke, pişpişuke qamir, qeram, berdû, qurr, qamîş, qesîl, giyayekî pirrsalî ye

pişt I 1. pişt 2. (newe) nifş, pişt, cêl 3. (piştîwanî) piştgirî, piştevanî, pişt, palpişt

pişt be Xwa bi alîkariya Xwedê, bi ewnehiya Xwedê, bi anihiya Xwedê, baweriya bi Xwedê wek alîkar

pişt girtin pişta kesekî girtin, piştgirî li kesekî kirin, destek û alîkarî dan kesekî

pişt lê danewe/kirdinewe pişt danê, pal danê, xwe spartinê

pişt pê bestin bawerî pê hebûn, pişta xwe danê

pişt tê kirdin pişt danê, paşguh kirin, di pişt guhê xwe re avêtin, pûte pê nekirin

pişt II bn piş

piştawpişt 1. paşve, ber bi paş 2. ji nifşekî bo yê din, ji babûkalan bo zarok û neviyan

pişte paşî, beşa dawiyê ya tiştekî

piştek 1. piştek, pal, pişt, palpişt 2. piştek, hiriya ku bo bedewiyê bi pişta mihan/bizinan vet ê hiştin

piştemele avjeniya li ser piştê, melevaniya li ser piştê, piştmelevanî

piştemile, piştemilê neçarî, mecbûrî

piştestûr piştrast, jixwebawer

pişteware piştî, barê ku kesek li ser pişta xwe hildigire

piştewe ji piştê ve, ji paş ve; (li) pişt tiştekî

piştewêl berevajî, hêla dijber

pişteywan bn piştheywan

piştên kemer, şal

piştêne ben, werîs

piştgerm bizever, bitaqet, piştgerm, enerjetîk, dilgerm, xwîngerm

piştgermî zever, taqet, enerjî, piştgermî, dilgermî, xwîngermî

piştheywan paşeywan, pişteywan, odeya li pişt eywanê

piştî palpişt, balguhê piştê, balîfê piştê

piştîne paşxane

piştîr gov, axur, xaniyê dewar û sewal tê ve dijîn

piştîwan piştgir, piştevan, alîkar, destekder

piştîwanî piştgirî, piştevanî, alîkarî, destek

piştkol şifşeyên derî, asinên zirav yên derî

piştkûr piştqoz, piştxûz, piştxwehr, piştxwar

piştmale 1. (noker) xulam, reşek 2. (dirawsê) cîran

piştmaze piştmazik, fîle, goştê bêhestî

piştmêr(d) bn piştîwan

piştmil patik, paşstu, pişta stu

piştqayîm piştrast, piştqayîm, jixwebawer

piştsard dilsar, xwînsar, ne mereqdar, ne xwîngerm

pişû, pişûdan bêhnvedan, nefeskêşan; bêhnvedan, vehesîn, bêhnvekirin; betlane, tatîl

pişû dan bêhna xwe vekirin, bêhna xwe vedan, vehesîn

pişûge gihanek, qonax, merhele

pit req, piç, hindik, piçek

pitew req, qayîm, zexm, pêt, pihêt, xurt

pitewî qayîmî, zexmî, pêtî, pihêtî, xurtî

pitêk hindik, piçek

pitir pirrtir, pitir, pêtir, bêtir, bêhtir, zêdetir, gelektir, zehftir, mişetir

pitke hindik, piçek

pite bn pirte

pizdan pizdan, pizdank, cihê ku ajelên newelidî tê de di zikê maka xwe de

pizg bn pizû

pizînk bizîng, werîs, benê ku bizin pê tên girêdan daku nerevin

pizîsk bn pirîşk

pizîşk bijîşk, nojdar, hekîm, doktor, doxtor, textor

pizor hinav, rîvî, rîvîk

pizû I dezî, ben, doxîn

pizû II êşeke sewalgir e


pî...[biguhêre]

pîçk navê giyayekî ye ¨ pîk çekûç, keçûç; mîrkut, mîrqut

pîke bistî, sap, bask, bistîk, dava stûr ya riwekan ya ku çeq pê ve çêdibin

pîkebire navê kurmikekî ye êrişî riwekên genimî û cehî dike

pîlan plan, nexşe, pîlan

pîl pîl, baterî, pûl

pîlan 1) plan, pîlan, nexşe, pêşkarî, bername, polîtîka 2) lêb, fêl, fen, xap, plan, komplo, hîle, lêhb, lihb, cembazî

~ gêran lêb kirin, xapandin, komplo gêrran, hîle kirin, plan gêrran

pîlangêr lêbok, fêlbaz, hîleker, cembaz, xapînok, xapîner, xapkar, plangêrr, pîlangêrr

pîlankar plankar, plandaner, nexşedaner, pêşkar, polîtîkadaner, birryarder, rayedar

pîlankarî plankarî, plandanerî, nexşedanerî, pêşkarî, polîtîkadanerî, birryarderî, rayedarî

pîlansaz 1) plandaner, plansaz, nexşedaner 2) fêlbaz, hîlebaz, cembaz, xapîner, lêbok, xapînok, rûvî, rovî

pîlansazî 1) plandanerî, plansazî, nexşedanerî 2) fêlbazî, hîlebazî, cembazî, xapînerî, lêbokî, xapînokî, rûvîtî, rovîtî

pîlk til, tilî, tibil, bêçî, pêçî

pîlke segvanî, hedefgirtina baş (bi taybetî dema hedefa xwe li derekê digire û fîşekekê berdidiyê)

pîne pîne, pinî, pate, parçeya çîtî / qumaşî ya li cilek dirriyayî tê dan

pîneçêtî bn pînesazî

pîneçî bn pînesaz

pîneçîtî bn pînesazî

pînedoz bn pînesaz

pînedozî bn pînesazî

pînesaz 1) pîneker, pînesaz, pîneçî, pînevan, pinîker, pinîsaz, pinîdir, pinîvan, kesa/ê pîneyan / piniyan li cilan dide 2) soldir, pêlavdirû, kesa/ê pêlavên / solên kevn pîne / pinî dike

pînesazî 1) pînekerî, pînesazî, pîneçîtî, pînevanî, pinîkerî, pinîsazî, pinîdirî, pinîvanî, pînelêdan, pinîlêdan 2) soldirî(tî), pêlavdirûtî, pêlavdirûtî

pîneûpero kincirr, perritî, pijikî, pîne-pîne, pinî-pinî, her der pînekirî / pinîkirî, hezarpîneyî, hezarpinî

pînok xilmaş, di xew çûn

pîp bermîl; den, bîdon

pîr 1) pîr, kal, êxtiyar, salmend, ne ciwan, ne genc 2) pîr, ne teze (riwek) 3) pîr, rêberê yan rûspiyê derwêşan yan êzidiyan

~î fertût pîrekal, pirr pîr

pîran 1) bêhişî, gêjî, hayjixweneyî 2) xem, kul, derd, keser

pîrandin firre-firr (kirin), pirre-pirr (kirin) (deng di difina xwe re deranîn)

pîre firre-firr (dengê bilind di difinê)

pîrebab bn pîrepintik

pîrek pîr û çilmisî

pîrekiç pîrekeç, pîreqîz, pîrekiç, kesa pîr bûye lê şû nekiriye

pîrelok (dara) pûtikî, (dara) kêvnare û rizî

pîremêrd, pîrepiyaw pîremêr, kal, êxtiyar, salmend, jîmezin, temenmezin, sere

Pîremêrd bernavê helbestvan Hacî Tewfîq

pîrepîr bn pîre

pîreza pîreza, zarroka/ê ji dêbavên pîr re çêbûye

pîrêjin pîrejin, jina pîr

pîrêtî bn pîrî

pîrî pîrî, kalî, pîrîtî, kalîtî, rewş û karê pîran

pîroz pîroz, tiberrk, miqeddes, mibarek

pîrozane pîrozane, diyariya hemberî diyariya pîrozkirinê tê dan

pîrozbayî pîrozbahî, pîrozkirin

pîroze feyroz, fîroz, fêrozî, keskeşîn, tirkiwaz

pîrozemenî pîrozemenî, tiştên pîroz

pîrozeyî fîrozî, feyrozî, fêrozî, keskeşînî, ji rengê keskeşîn, tirkiwazî

pîrozî pîrozî, tiberrkî, miqeddesî, mibarekî

pîrpintik (peyvek neşirîn yan qerfî ye bo) zarroka/ê mîna pîran tev digerre, zarroka/ê kar yan gotinên pîran dike

pîrxenîle navê avikekê yan şorbeyekê ye

pîs pîs, qirêj, gemarî, genî, ne pak, ne paqij, ne temîz, ne bijûn; xirab, ne baş; dilreş, zikreş; dijwar, xedar; meriqî (hêk)

~ û poxil pîs û bêmerêz

pîsar xwîna mehikan, xwîna nêzî her mehê carekê bin jinan de tê

pîsaw ava pîs; avgenî, ava genî

pîsayî pîsatî, destav, gû (û mîz)

pîsî pîsî, qirêjî, gemarîtî, genîtî, nepakî, nepaqijî, netemîzî, nebijûnî, pîsîtî; pîsatî, gû (û mîz)

pîske bêşerm, parsek, xwazok, gerrok

pîskele riswa, rezîl, rezîl û riswa

pîş niyeta xirab, nêta bed, mebesta nexêr

~ kirdin mirrîto xuya bûn, bêmad diyar bûn, bêgêwl bûn

pîşan I pêşkêş, raber, araste, rapêş, pêşan

~ dan pêşkêş kirin, raber kirin, araste kirin, rapêş kirin, nîşan dan

pîşan II 1) patin, pehtin, pêjîn, pêjan 2) ji ber germayê dil borîn, nerehet bûn

pîşanga pêşangeh, fuar, cihê tiştek lê tê nîşandan yan berçavkirin

pîşe pîşe, kar, meslek, mihne, mijûlî, şol, şuxl

pîşega kargeh, şolgeh, şuxlgeh, cihê kar lê tê kirin

pîşeger bn pîşesaz

pîşesaz pîşesaz, karsaz, sin'etkar, industriyalîst

pîşesazî pîşesazî, karsazî, sin'etkarî, industrî

pîşeşagird pîşeşagird, berdestiyê hosteyekî, kesa/ê xwe fêrî pîşeyekê dike

pîşxorewe enirrî, hêrs, xeyidî

pît I tîp, herf, pît, kitek ji alfabeyê

pît II 1) piç, pirt, piçek, kêm 2) tila qeleqîçê, tiliya ji hemiyan biçûktir

pît III mişeyî, boşî, zêdehî, bereket

pîtak alîkarî, harîkarî, yarmetî; hevkarî

~î nawmal hûrûmûr

pîtbire

pîtik pûrt, pût, mû; rêv, mûyên dorberî kîrî yan quzî

pîte I kakil, navok

pîte II avik yan şorbeyek e

pîtke bn pelepîtke

pîw bez, qelewî, rûn, don

pîwîn têrbez, bezdar, bibez

pîwaz bn piyaz

Pîwur bn Perwîn

pîyag bn piyag bn piyano

pîyale bn piyale

pîyan bn piyan

pîyano

pîyase bn piyase

pîyaz bn piyaz

pîzoke pirzik, kirmişk, bizûk, zilp, rîşik

plan plan, pîlan, tedbîr, bername

po[biguhêre]

poç 1. pirç, porr 2. çeq, çiqil, gulî

poçe gupik, bilindtirîn dera li serê çiyayekî

poçne pirç, pûrt

poçtîj pîramîd (jeometrî)

podre spiyav, spîav, potra

poke kinkin, giriyê bi dengê nizm

poker poker, lîstikek qumarê ya bi kartan e

pol I pol, sinif, sef, koma xwendekaran ya ku dersekê dixwîne 2. ref, revde, birr, celeb, koma firrindeyan ya ku bi hev re difirre 3. kom, mefreze, tugay

pol II ember, pişko, eskil

pola pola, polat, pîla, stîl (kanzayek e)

polan reşemeh, reşemî, meha 12 ji salnameya kurdî (21.2. ta 20.3. zayînî)

polandin refandin, sinifandin, li gor refên/sinifên/sefên wan rêz kirin, kom kirin

polayî, polayîn polayî, polatî, pola, polat, pîlayî, stîlî, stîl, ji pola/pîla/polat/stîl

pole refandin, sinifandin

polîs polîs, şitre, şurte, pasevan, pasdar, cerdevan, zêrevan, heres

polke kelî, kelîk, kelînok, kelînuhk

polû bn pişko

-poq- rayê lêkera poqîn

poqîn bn derpoqîn

por porr, firrindeyek e (Francolinus)

portikan, portkan rizîn

portikandin, portkandin rizandin

portikaw, portkaw rizî, riziyayî

-portikê- rayê lêkera portikan

-portikên- rayê lêkera portikandin

porxiz mirîto, bêmad, bêmehd, ne rûgeş

porxizî mirîtokî, bêmadî, bêmehdî, ne rûgeşî

pos genî, rizî

posan genî bûn, rizîn

posandin genî kirin, rizandin

-posê- rayê lêkera posan

-posên- rayê lêkera posandin

posîn bn posan

post post, pîst, çerm (bi taybetî yê ajelên mirî ku weke çewal/tûrik tên bikaranîn)

post kendin gurûn, post jê vekirin

poste poste, namegêrrî, peyamberî, berîde

posteçî postevan, postegêrr, posteçî, peyamber, namegêrr

postexane postexane, avahiyê posteyê, bingehê şandin û gihandina nameyan

poşîn 1. niximandin, nixamtin, veşartin 2. cil lê kirin, cil li xwe kirin

poşraw niximandî, nixamtî, veşartî

poşte bi-cil, cil-lêkir, cil-li-ber

poşte le xo kirdin cil li xwe kirin, cil kirin ber xwe

poşte lê kirdin cil lê kirin, cil kirin ber

postkende hûrkolayî, bi hûrgilî lê kolîn yan plan kirin

postnişîn serderwêş, serekê komeke derwêşan

potelak serpoş, kefî, egale, kevînk

potîn potîn, cezmeyên kurt

pox pûç, xirş, bikêmasî, biqusûr, binuqsan

poxe gamêş, ga

poxil, poxl pîs, herrimî, pûç

poxilewat, poxlewat kêmasî, qusûr, nuqsan, êb

poylane diyarî bo bûkê yan dayika nû

poyle nexşên li ser desmalên serê jinan

poyşî bn mêşûle

poz I poz, sextekarî, reftara derew

poz II devûlêv, devûlixav

poze I, pozebend lixav, amûrê ku devê ajelan pê tê girêdan

poze II girik, girên biçûk

pozişt poşmanî, daxwazkirina lêborînê

pozişt hênanewe poşman bûn, daxwaza lêborînê kirin


pu...[biguhêre]

pul bn pare, diraf

pungal bn nawerast

punge pûng, giyayekî xwerbar yê avî ye

pusle pusle, qîblename, kompas

puşt bn hîz

puwan rizîn, genî bûn

puwar rizî, riziyayî; pêtû (darên rizî)

puwartk pêtû, darên riziyayî

puwaw rizî, riziyayî; pêtû (darên rizî)

puwaz 1. amûrêk ku dar pê tên kelaştin 2. dagirtina/tijîkirina didanan

puwazk piwazk, prîzma

puwazkî lar piwazka xwehr, prîzmaya xwar

puwazkî siyane piwazka sêtikî, prîzmaya sêgoşeyî

puwazkî westaw piwazka rêk, prîzmaya rawestayî

puxt pak, paqij, bijûn, xawên

puxte kakil, navik, dil, tiştê giring di tiştekî de

puxteyî pakî, paqijî, bijûnî, xawênî

propaganda, propagende propaganda

proje proje, bername, plan


pû...[biguhêre]

pûç pûç, xirş, bêkêr, bêwec, xirab

pûçek xirş, xalî, vala, bêwec, bêkêr, pûç

pûçel bn pûç

pûk 1. pidû, pidî, berdidan, berdiran 2. bn pûç

pûkandinewe qurmiçandin, çilmisandin, qermiçandin

pûkanewe qurmiçîn, çilmisîn, qermiçîn

pûl 1. pûl, pîl, mohra postexaneyê 2. pare, dirav, pere 3. kabik, lib, zar 4. mil, masûlke

pûr met, xwişka babê kesekî; xalet, xaltî, xwişka dayika kesekî

pûre I meta...; xaleta...: pûre Eyşê meta/xaleta Eyşê, Eyşê-xalet, Eyşê-met

pûre II bn pilûre

pûrê! metê!; xaletê; xaltiyê! (gazîkirina wan kesan)

pûrza kuzen: kurmet; kurxalet; keçxalet, keçmet

pûş pûş, giyayê hişkbûyî, giyayê hişkirî

pûş dane des(t) xapandin, hîle lê kirin

pûş û pelaş pûçûmûç, hîçûpûç

pûşane bihayê çerîna sewalên kesekî li erdê kesekî din

pûşbekinge zencere, zeleqûnk, pûskebeq, moza zêrrîn (ajelek firrok yê mîna kuliyan e)

pûşelan mêrg, çîmen, çayir, giyastan, pûşistan

pûşên mêrg, çîmen, çayir, giyastan, pûşistan

pûşîn I pûşîn, pûşî, ji pûş

pûşîn II benê zirav yê ku serpoş/laçin/kevînk/kefî pê tê girêdan daku ji serê jinê nekeve

pûşîne zembîl, pûşik, zembîlên ji pûşî çêkirî/vehûnandî

pûşke ka, pûş

pûşper pûşper, pûşber, hezîran, xezîran, meha 6

pût 1. pûş, giyayê hişkbûyî, giyayê hişkirî 2. pûç 3. pîvanek e


Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî