Pêvek:soranî-kurmancî/j

Ji Wîkîferhengê
Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî

J j[biguhêre]

Soranî سۆرانی Kurmancî
jaj ژاژ jaj, giyayek e têkilî nav penîrê vexewixandî dikin û jajî jê çêdikin
jajik ژاژک benîşt, qajik, ilk, jajik, qaçik, cûtek
jakan ژاکان (cil) qirmiçîn, qermiçîn, qurmiçîn; (gul) çilmisîn
jakandin ژاکاندن (cil) qirmiçandin, qermiçandin, qurmiçandin; (gul) çilmisandin
jakaw ژاکاو (cil) qirmiçî, qermiçî, qurmiçî; (gul) çilmisî
jalle ژاڵە jale, kerkujk, darek yan deviyek jehrî ya her-şên e bi gulên geş yên spî yan pembe (pîvazî) yan sor
jan ژان jan, êş, azar, ezyet
jandar ژاندار jandar, bijan
janeser ژانەسەر janeser, serêşî, êşîna serî
janesik ژانەسک zikêşî, êşîna zikî
jar ژار jar, jehr, jehrî, zehr
jaraw ژاراو jarav, jehrav, ava jehrî
jarawî ژاراوی jarawî, jehrawî, bijar, bijehr, jehrkirî
jarber ژاربەر jarber, jehrber, antîtoksîn
jark ژارک (gulûgiyayên) pirrsalî, gulûgiyayê di salekê de namirin lê zivistanê di bin berfê ve dimînin û dîsan biharê jiyana xwe didomînin
jarqende ژارقەندە jarqende, jehrqende, nîkotîn
jarûjeng ژارووژەنگ rikmane, dijberî, kerb, kîn
jawejaw ژاوەژاو dengûdor, qerebalix, geremol, dengên bilind û tevlihev
jek ژەک (şîrê) terrezak, şîrê yekem yê piştî zana sewalan. Ji şîrê terrezak ne mast lê firû wiha çêdibe: şîrê terrezak têt germkirin û bêyî bêt hêvênkirin dihêlin ta bicemide û piştî cemidî têt xwarin.
jem ژەم 1) xwarin, zad (t ya danek / demek diyar, wek: taşt / firavîn / şîv) 2) xizmet; alîkarî 3) bicîkirin; bicîanîn
jemk ژەمک mastê dew jê çêdikin
-jen -ژەن -jen, paşdankek e bo çêkirina peyvên nû bi wateya "ya / yê lê dide": defjen defjen, kesa/ê li amûra muzîkê defê dide, deholljen deholjen, kesa/ê li deholê dide
jendin ژەندن 1) jenandin 2) şilqandin 3) hejandin; qeliqandin, livandin, lebitandin
jeng ژەنگ jeng, zeng, jengarî
jengar (1) ژەنگار (١) jengar, jengdar, zengar, zengdar, jengî, bijeng, tişta bandora jengê lê bûye
jengar (2) ژەنگار (٢) birrek hejîran e
jengallî ژەنگاڵی şînî tarî, şînî xwerû
jengawî ژەنگاوی jenggirtî, jengawî, tişta di bin jengê ve maye
jengdar ژەنگدار bn jengar
jengin ژەنگن bn jengawî
jenîn ژەنین bn jendin
jeqnebût ژەقنەبووت ziqnebût, darek bi fêkiyê jehrewî ye. Herwa wek peyvek tal yan nifrîn yan dijûn têt bikaranîn û wateya wê nêzî "quzilqurt" û "jehremar" e
jêr ژێر bin; jêr
jêrberan ژێربەران derazînk, bilindeka li ber deriyan
jêrçepoke ژێرچەپۆکە serşorr, ruhkole, neazad, neserbilind
jêrdest ژێردەست bindest, neazad, neserbixwe, kesa/ê / welatê û hwd yê di bin destê hinên dî ve
jêrdestî ژێردەستی bindestî, rewşa yên bindest tê de dijîn
jêrewe ژێرەوە jêrve, berev jêr, ber bi aliyê jêrî / binî ve
jêrewenan ژێرەوەنان ji bin ve rakirin, ji bin ve pûç kirin, ji reh û rîş ve hilkişandin, ji qop hilkêşan
jêrîn ژێرین bn jêrû
jêrkenare ژێرکەنارە jêrenot, binnivîsk, nîşeyên / ravekên / şiroveyên li binê her rûpelî yan li dawiya nivîsarê bi tîpên hûr tên danîn
jêrpê ژێرپێ binpêk, kursîka mirov rûniştî piyên datîne ser daku xwîn li piyên bilindkirî bigerre
jêrpiyalle ژێرپیاڵە binkask, binpiyalok, sênîkoka piyaleyekê / fincanek datîne tê de daku cihê kefçikê têkvedanê û belkî şekira kabik hebe û belkî ji ber germiya çayê û germbûna piyaleyê baştir e mirov li şûna piyaleyê dest biavêje wê sênîkokê ku jê re binkask tê gotin
jêrser ژێرسەر balguh, balîf, balîfk, binserk
jêrtîp ژێرتیپ bintîp, kontrol, dîsîplîn
jêrû ژێروو jêrî, jêrîn, binî; başûr
jêrûzeber ژێرووزەبەر serobin, tevlihev
jêrzemîn ژێرزەمین binerd, binax
jêrzemînî ژێرزەمینی binerdî, binaxî
jilêwandin ژلێواندن şarandin, lê sor kirin, kiş kirin, kişkişandin
jilêwe ژلێوە kiş, kişkirin, şarandin, lêsorkirin, kişkişandin
jimar ژمار jimar, hejmar; hesab
jimardin ژماردن jimartin, hejmartin, hijmartin
jimare ژمارە jimar, hijmar, hejmar, nimre, reqem
jimaregir ژمارەگر jimaregir, hesabgir, kesa/ê karê jimartina / hesabkirina lêçûn û dahateyan dike
jimaregirî ژمارەگری jimaregirî, hesabgirî, jimartina / hesabkirina lêçûn û dahateyan
jimareyî ژمارەیی jimareyî, jimarî, tiştê bi jimaran / hejmaran e
jimarkar ژمارکار jimarkar, makîneya hesabkirinê
jimarko ژمارکۆ hiljimar, statîstîk, jimarko
jimaryar ژماریار bn jimaregir
jimêre ژمێرە jimêre, di matematîkê de beşa jimare û jimartina wan
jin ژن jin, pîrek, kabanî, kevanî, jinik
jinane ژنانە jinane, mîna jinan; ya / yê / yên jinan
jinanî ژنانی jinanî, jinok, serjin, jinik, nemêr, nezelam
jin-be-jin ژن-بە-ژن pêguhorkanê, jin-bi-jin (t dema zavayek xwişka xwe dide birayê jina xwe û wa du malbat li hev tên bêyî ku next / qelen ji hev bistînin)
jineşa ژنەشا şabanû, jina şah / padişah / qral / melik
jinewtin ژنەوتن bn bîstin
jinêtî ژنێتی jinî, jinîtî, jinbûn
jinxuşk, jinxwişk ژنخوشک، ژنخوشک diş, xwişka jina kesekî
jiwan ژوان bn juwan
jiyan ژیان jiyan, heyat; jîn
jiyanewe ژیانەوە vejîn, vejiiyan, dîsan sax / jîndar bûn, dîsan geş bûn
jiyandin ژیاندن jiyandin, wa parastin ku sax bimîne; bi hestekê / di rewşekê de jiyan
jiyandinewe ژیاندنەوە vejandin, vejiyandin, dîsan jîndar / geş / sax kirin
jiyanî ژیانی jiyanî, hindî jiyanê giring
jiyar ژیار jiyar, bingehîn, pirr giring / fer / mihim
jiyarî ژیاری jiyarî, debara / îdareya jiyanê
ژی bn jiyan
jîhatin ژیھاتن pêşketin, peresîn, firajî
jîjk ژیژک bn jîşk
jîlemo ژیلەمۆ xwelî (t ya germ / sor)
jîn ژین bn jiyan
jîname ژینامە jînname, jiyanname, jînenîgar, bîbliyografî, çîrokjiyan, çîroka jiyana kesekê/î
jîndar ژیندار jîndar, sax, nemirî; saxlem
jîndarî ژینداری jîndarî, saxî, nemirinî; saxlemî, tenduristî
jîr ژیر 1) jîr, ya / yê dikare / dişê (zû yan bi asanî) tê bigihe / fam bike 2) aşt, tena, rehet, tebitî, vehewayî (t zarok dema nagirî)
jîrane ژیرانە 1) jîrane, bi jîrî, wek jîran 2) aştane, tenayane, wek yên aşt / tena
jîrbêj ژیربێژ jîrgo, (mirova/ê) bi mantiqî / lojîkî karên xwe dike
jîrbêjane ژیربێژانە jîrgoyane, wek jîrgoyan
jîrbêjî ژیربێژی jîrgoyî, mantiq, lojîk
jîrî ژیری 1) jîrî, hêza / şiyana têgihîna / famkirinê (t zû yan bi asanî)
jîrkele ژیرکەلە aşt, tena, rehet, tebitî, vehewayî (t zarok dema nagirî)
jîşk ژیشک jûjî, jûje, jîjo
jîwar ژیوار jîwar, pozîsyon, rewşa / pileya mirovek di jiyana xwe de tê de
jîy... ژیی... bn jiy...
jor ژۆر bn jûr
juwan ژووان jivan, soz, randevû, hevdîtin, dîdar
juwanga ژووانگا jivangeh, hevgeh, cihê hevgînê, cihê gihiştina hev
jûr (1) ژوور (١) ode, mezel, hode, çavî, jore
jûr (2) ژوور (٢) jor, serî, silal; bakur; super
jûran ژووران demsala nivistina / raketina / razana li hindirr, dijw. heywanan
jûrewe ژوورەوە hindirr, jor, jorve, hundurr
jûroçke ژوورۆچکە çavî, hucre, odek, odeya biçûk
Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî