Pêvek:Biwêjname

Ji Wîkîferhengê

Hin biwêjên herêma Botan[biguhêre]

Hin biwêjên ko li herêma Botan tên bi kar anîn û cî û sedema bikaranîna wan biwêjan li jêr e. Bi hêvîya ko sûd jê were wergirtin.


  • Afirê berîn e.
— Ji bo wê dera ko kar lê nabe, ji aliyê aborî ve rewşa wê nebaş de gotin.
  • Agir berda heriyê.
— Ango fitne kir, fitne dada, fitne germ kir.
  • Agir kete bin lingê wî de.
— Yanê hedar û seqara wî/wê nehat.
  • Agir û pêht ji devê wî dibare.
— Ji bo wî kesê ko gelek hêrsbûyî de tê gotin.
  • Anîn ser milê xwe.
— Ji bo kesên ko ew tişta li nefsa wî giran jî were qebûl dike tê gotin.
  • Aqilê te ev e, yê zarokên te dê çawa bin.
— Di der barê wî kesê ko bi “kêmaqilê” tê sûcdarkirin tê gotin.
  • Aqilê wî ji kîsê xelkê ye.
— Yanê işê xwe li gorî dîtin û ramanên xelkê pêk tîne.
  • Ava serê wî dikele.
— Ji bo wan kesên ko bi hal û hereketên xwe dibin sedema xetereyê tê gotin.
  • Ava Tofanê jî rabe û bide bin, gozeka wî şil nabe.
— Ji bo kesên xemsar tê gotin.
  • Ava wan di cûyekê de naçe.
— Ji bo wan herdu kesên ko ramanên wana ji hev cûda ne û bi hev û din re derbas nakin tê gotin.
  • Av di neqeba wan de naçe.
— Ji bo kesên ko neqeba wan gelek xweş e tê gotin.
  • Avê daye kuna rovî.
— Ji bo wî kesê ko zerareke mezin ya wî çêbûye û ketiye delaveke teng de û tengezariya wî di rûyê wî de xuya dike tê gotin
  • Avê lê venaxwe.
— Yanê wê hema wê biryara xwe bi cih bêne û înfaz bike
  • Avê li destê wî/wê nake.
— Yanê dema yek muqayeseya di neqeba du tişt, yan jî mirovande bike û qîmet û hêjahiya yek ji wan li ser ya/yê din destnîşan bike ev biwêj tê gotin.
  • Avika rûyê wî teqiyane.
— Ji bo wî kesê bêar bûye tê gotin; ew qas ko êdî nizane ka fihêtî çi ye.
  • Av lê germ dibe.
— Der barê wan kesên ko di civakê de navê wan hene, kar bi wana diqedin û heyîna wan ji mirovan re bikêre de tê gotin.
  • Babê min radibe ew ranabe.
— Der barê kesên ko êdî hêviya jiyanê di wan de nemaye û mirina wan nêzîk bûye tê bikaranîn.
  • Bab û bira ye.
— Ji bo kesên fedakar yan jî der barê wan aletên ko hewceya yekî bi awayekî baş bi cî tînin tê gotin.
  • Ba jê re nîne.
— Der barê wî kesê ko li ser tu esasî ranaweste û her tim raman û helwesta wî tête guhertin tê bikaranîn
  • Ban û bangerek in.
— Ji bo kesên li hev xweş û bêş in de tê gotin.
  • Bawer nake hem ûya wî ye/yê wî ye.
— Ji bo jin û mêrên gelek ji hevûdin hez dikin tê gotin.
  • Baya sar li ser de neyê.
— Ev biwêja duayê ye ko ji yekî re tê kirin da ew ji bela û teşqeleyan bi dûr be.
  • Bayê tu anî, bagerê tu anî!!!
— Dema dostekî mirovî yan jî xizmekî wî yê ko demeke dirêj netîtibe were cem wî wê demê ev biwêj tê bikaranîn.
  • Bayê xirê de.
— Yanê di demeke gelek kurt de.
  • Be’de xerabûl Besra
— Ev biwêj ji zimanê Erebî hatiye ketiye nav çanda me de. Yanê piştî karesateke mezin….
  • Behr û biratî.
— Yanê ji bo rewşa wekhewiyê û neheqî li kesê neyê kirin tê bikaranîn.
  • Belê, min ev çavê reş û belek ji te re kil kirî ye.(!)
— Yanê dema yek tiştekî xumalî ji xwe re dikirit yan jî çêdikit, vêca yekî din lê dibe xwedî, yan jî dixwazit wê tiştê jê bistînit, wê gavê ev gotin tê bi kar anîn. Yanê ev tişta ko min kiriye ne ji bo te ye.
  • Beng benga wî/wê ye.
— Ji bo xort û qîzên ciwan ên gehîştine dema xwe ya herî bedew tê gotin.
  • Berda erdê.
— Der barê wî kesê ji bo kirina tiştekî xwe amade dike, an jî sozê dide, piştre jî dev jê berdide tê gotin.
  • Berka feqîran qetiya
— Yanê demsala zivistanê ji bo xizanan tengiyeke mezin e.
  • Ber mirinê re kir, da ber tayê re here.
— Ew kesê zerareke biçûk qebûl nake çaxê zerareke ji wê mezintir dibîne wê demê wê zerara biçûk qebûl dike.
  • Beqê req hilgirt.
— Dema mirov yekî, yan jî tiştekî ji xwe mezintir, yan jî girantir dane ser milê xwe û wî bibe derekê ev biwêj tê bikaranîn.
  • Bere qajikê xwe jî dicû.
— Yanê ev tişta dike jê re gelek hêsan tê.
  • Berriya ji qalikê xwe der e.
— Ji bo wan kesên ko eslê xwe winda dikin de tê gotin.
  • Bêjinga bêxweyî ye.
— Ji bo wê aleta ko tim digere û nayê zanîn ka li kû derê ye tê gotin.
  • Bê me’ne.
— Dema yek di axftina xwe de gotineke welê bi kar bêne ko ji wê gotinê maneyeke din jê derbikeve, wê demê ev biwêj tê gotin.
  • Bênder li erdê ye.
— Ji bo wî malê li erdê hatiye danîn, hêj nehatiye rakirin û parvekirin tê gotin.
  • Bê nan û xwê.
— Ji bo wan kesên qenciyê nizanin tê gotin.
  • Bê ser û çav.
— Ji bo wî kesê ko ji qenciyê fêm nake, muqabeleya qenciyê nade û qenciyê zû ji bîr dike tê gotin.
  • Bê ser û şûn çû.
— Ji bo wî kesê ko miri ye, yan jî winda bûye û pey xwe re şopa xwe nehiştî ye tê gotin.
  • Bibe baran, erdê şil nake.
— Ev “gotin”dikare bi du texlîtan were ravekirin. Yek : Ji bo wî mirovî ko ew qas derfetên wî jî hene lê cardîn qenciyê nake. Dudo: Ji bo wî mirovê ko ne ew mêrê ko bikaribe xirabiyê bike tê gotin.
  • Bibe fitîl û di kepiyê wî de derbikeve.
— Ev cureke nifrîn e. Yanê bila cezaya kirina xwe bikişêne.
  • Bibe goştê berazî.
— Dema yek bixwaze bibêje ko ewî ji wê tişta ko bûye mijara gotinê sûd wernegirtiye ev biwêj tê bikaranîn.
  • Bibe tav nade xelkê.
— Ji bo wan kesên ko qenciya wan nagihîje kesî tê gotin.
  • Biçe ser şêt(çem) wê şêt biçike.
— Ev biwêj ji bo kesên gelek bê şans tê bikaranîn.
  • Bike gustîl biêxe tiliya xwe de.
— Ango vê meseleyê ji bîr meke, aqil jê wergirê, ibretê jê bigre.
  • Bi kêrî daseke tûj û werîsekî dirêj tê.
— Ji bo wî kesê ko ji bilî karê çiyê tiştekî nezanibe tê gotin.
  • Bi kêrî kula reş nayê.
— Der barê kesên ko bi kêrî tiştekî nayê tê gotin.
  • Bi kuçekê du kêl êxist.
— Ji bo wî kesê ko bi libatekê tenê çend encamên bi kêr bi dest dixe tê gotin.
  • Bi kulmê neçe dirêşkê.
— Ew xeterya ber çav be xwe neavêjiyê.
  • Bila ew neh jî li ser wan dehan be.
— Dema yek ji xwe ketibe zerarekê û îca zerarekî din jî bikeve ser de tê gotin.???
  • Bila here meqberê heke yek wekî wî nebe, bila vegere bê ve.
— Bi giştî dema yeke xebera mirina yekî ko jê hez nake tê bi wê munasebetê tê gotin.
  • Bila se goştê wî bixwin.
— Yanê li ba min tu qîmeta wê nîne.
  • Bilûla li ber ga ye.
— Dema yek zana li ber yekî rûnit û şîretan lê bike; bes ew kes tu qîmetê nede wan şîretan, hingê ev gotin tê bikaranîn.
  • Bi mezinan re mezin e, bi kiçikan re kiçik e.
— Ji bo wan mirovên kamil tê gotin ko ew kesana gava bi mirovan re diaxivin çand, zanîn û temenê wan datînin ber çavan û li wê gorê diaxivin.
  • Bi minê minê dernakevit ji ber hukmê jinê.
— Ji bo kesên ko di bin hukmê jinên xwe de ne tê gotin.
  • Binçeng lê/pê rast kir.
— Yanê têrê dilê xwe xwar.
  • Binê hawina kun kir.
— Dema yek demeke dirêj li kesekî yan jî li tiştekî bigere û pirs û pirsiyar bike û di vê rê de gelek zehmetiyan bibîne tê gotin.
  • Binê wê da tavê.
— Yanê tişta ko firaxê de heye hemû xilas kir.
  • Bi qasî giraniya xwe zêr tîne /himberê xwe zêr tîne.
— Ji bo kesên gelek bi qedir tê bikaranîn.
  • Bire serê minarê.
— Yanê rezîl û ruswa kir; her tiştên wî yên veşarî eşkere kir.
  • Birîna wî birîna kêçê ye.
— Ji bo kesê ne temakar be û bi tiştên hindik jî qayil dibe tê gotin.
  • Bi ser û çavê xwe ve da.
— Dema tişteke bi lezzet were xwarin û tameke xweş jê were bihîstin tê gotin.
  • Bi tirsa xwe re derket.
— Yanê yek ji çi bitirse bi giştî ew kes bi heman tişte re rû bir û dimîne.
  • Bizmarê xwe di felekê de quta ye.
— Ji bo wan kesên ko gehîştine meqseda xwe û her tişta wan wek xwestina wan bi cih hatiye tê gotin.
  • Bîst li te dikeve.
— Yanê kirina vî karî dikeve ser te.
  • Bîst, te bihîst.
— Ev biwêj bi giştî di hejmara pîvana kirîn û firotina dexlî de dihate gotin. Ango dema yê dexil dipîva digot, yek, dudo, sisê… û hinga ev hejmar digehîşte bîstê bi dengê bilind digot “Bîst, te bihîst.”
  • Bû av û di erdê de çû.
— Ji bo wî kesê ko seba gotinekê yan jî hemberî helwestekê de gelek fihêtkar û şermezar bûyî tê gotin.
  • Bû bangerîtkê Hotiya.
— Di derbarê kesê ehmeq de tê gotin
(Meseloka vê heye)
  • Bû birê marî.
— Ji bo wî kesî xizanî ser de hatiye û tiştekî wî nemaye de tê gotin.
  • Bû çêleka Siloyê Mitrib.
— Yekî mitrib hebû, navê wî Silo bû. Yekî gundî rojekê çêlekek dayê. Bes ev çêleka ko daye wî pir bû. Êdî nediza û ne jî goşt li ser mabû. Mamê Silo nedizanî ka çi ji çêla xwe bikira. Di dawiya dawî da biryar girt ko çêleka xwe bibe bajêr bifiroşe. Dema çû bajêr, bikirek ê çêlekê hate pêşiya Silo û emrê çêlekê jê pirsî. Silo got wele ez nizanim, eve tu û eve devê çêlekê, ka lê binêre. Dema mêrik lê nêrî got: hû hû didan di devê çêleka te de nemane, wê gelkî pîr bûyî. Ew çû yekî dî hat. Ew jî eynî welê. Heta bû nîvro bîst kesan li devê çêlekê nêrî. Êdî welê çêbû dema yek hatiba ba Silo û behsa tiştekî din jî kiriba çêleka Silo hema devê xwe vedikir.
  • Bû çêleka Xendê.
— Di derbarê kesê ko ji ber nexweşiyê nikare zêde bigere, hema li her derê dirûne û xwe dirêj dike de tê gotin.
  • Bû çiçikê diya wî.
— Ji bo wî kesê ko tim û tim bi tiştekî ve mijûl dibe û bi carekê xwe jê qut nake de tê gotin.
  • Bû dizê sola xwe.
— Gava yek hewl dide ko tiştekî bibêje yekî, yan jî tiştekî bi wî bide kirin, lê belê bi bertekek/reaksîyonek dijwar re rû bir û bimîne û juvan bibe û bi şûn de gavê biavêje, wê demê ev biwêj tê bikaranîn.
  • Bû dîk.
— Ji bo wî kesê ko li ber baranê yan jî ji ber aveke din zêde şilbûyî tê gotin.
  • Bû ‘Elo kamêşa
— Der barê kesên ko gelek çixareyê dikêşin tê gotin.
  • Bû fitîl.
— Ji bo wî kesê ko gelek ecizbûyî tê gotin.
  • Bû fîta Hesin-Hewêrî.
— Tê gotin rojek ji rojên zivistanêbû. Hesin-Hewêrî ko mezinê hewêriya bû, li koçka xwe rûniştîbû û li derûdora hin kes civiyabûn û sohbet dikirin. Devre hewa gelik sarbû. Hesin ji kesên civatê re holê got:
– Yê îşev herre devre bisekinit hetanî ez sê fîtan bidim ez ê keça xwe li mahr kim. Dema ev gotin ji devê Hesin derket, xortekî xeşîm ko ji xizaniya hêviya wî ya zewacê nebû hema rabû ser xwe got: “Ezbenî ezê herim derve bisekinim heta tu sê fîtan bidî û derket derve li ber wê seqemê sekinî. Demek di ser de derbas bû Hesin got: “Fît”. Xortî got: “Eve fîtek, ma dudo” Hinek di ser de derbas bû dîsa dengê fîtekê hatê got: “Eve e du fît, ma yek.” Û li benda fîta sisêyê sekinî. Bû derengê şevê dengê fîta sêyem nehat. Kesên di koçkê de bûn hêdî hêdî rabûn çûne mala xwe û hêjan xorte me derve de sekinîbû. Di dawiyê de Hesin rabû ko ew jî biçit razê. Yê xort gazî kirê: “Ezbenî tef îta sisêyê neda.” Hesinî di bersivê de holê gotê:
– Lawo! Fît fît amin e; kengê fîta min bêt ezê hingê bidim. Dibe sibe be, dibe salek dî be; mimkine ko ez qet jî nedim.
Îca ev gotin dema yekî xeşîm li hêviya soze yekî sekinîbe û di dawiyê de jî encamek erênî bi dest nexe tê gotin.
  • Bû girara gavanan.
— Yanê her tişt têkilî hev bû.
  • Bûne goşt û neynûk.
— Ji pêwendiyên gelik zêde yên di navbera dû kesan de tê gotin.
  • Bû Hemedê Here, Were.
— Hemedê Here Were, xelkê Cizîrê ye. Di dema xwe de li nik bazirganên Cizîrê erkedar bû. Her dem li gundên ser bi Silopya, Şirnex û Hezexê ve girêdayî de digeriya û deynên bazêrganên ko li dikandarên wan deveran bû dixwest. Ango ji ber ko her dem dihat û diçû ev leqep pê ve ma. Vêca dema yek serhev diçe derekê û tê ev biwêj jê re tê gotin.
  • Bû hestî û çerm.
— Ji bo kesên gelek ze’îfbûyî tê bikaranîn.
  • Bû heyîva di bin ewrî de.
— Ji bo wî kesê ko demeke dirêj xuya neke tê gotin.
  • Bû îbadetê Bersîs.
— Bi giştî dema yek mudeteke dirêj li ser riya dîn bimeşe û di îbadetê xwe de hestiyar be, lê dawiyê dev ji vê riya xwe berde wê demê ev biwêj ji wî kesî re tê bi kar anîn.
  • Bû qiyamet:
— Dema li derekê qerebalixeke zêde çêdibe ev biwêj tê gotin.
  • Bû kunik.
— Ji bo kesê gelek avê vedixwe tê gotin.
  • Bû kurtanê Decal.
— Ji bo wê tişta ko çêkirina wê dom dike, bi carekê naqede tê gotin.
  • Bû lepik.
— Ji bo wê weziyeta ko mirov ji ber tirsa, yan ji ber heyecanê, yan jî ji ber hizûra yekî mezin de hîs dike tê gotin.
  • Bûn kêr û penîr.
— Bnr. Wek kêr û penîr.
  • Bû niviştiya melê!
— Dema yek ji bo çareserkirina pirsgirêkeke xwe serî li kesekî dide lê hewildana wî kesî ya di derbarê çareserkirina wê pirsgirêkê bibe sedem ko ew pirsgirêk hîn kûrtir bibe û xirabtir bibe, bi wê munasebetê ev biwêj tê gotin.
Pêkenokê vê biwêjê:
Tê gotin ko jinek serî serî li melê dide, dibêje: “Seyda ezbenî zaroka min bixwe ve dimîze. Eger ji te re zehmet nebe nivitîkî jê re çêbike, bil abes bi xwe ve bimîze. Seyda ji bo kurê wê nivîştîkî çêdike û didiyê. Jinik wê şevê niviştiyê bi kurê xwe ve dike, lê çi bibîne baş e! Kurê hem bi xwe mistiye hem jî bi xwe ve rîtî ye. Jinik radije nivîştiyê û diçe cem melê û ricaya xwe jê dike:
– Seyda! Bila xêra dê û babê te be, dîsa niviştiyê bîne ser sêra ewilî.
  • Bû paleyê pûş.
Ango tu tişt bi dest ne xistiye, keda wî hemî vala derketiye.
  • Bû pariyek nan.
— Yanê bi carekê winda bû, çû.
  • Bû roviya mêşê.
— Yanê ev iş ji hedê xwe zêde dirêj bû.
  • Bû sabûna serê te.
— Yanê bû gorî te.
  • Bû sîr û simaq./Xwe kire sîr û simaq
— Ji bo mirovê madê xwe ebûs kirî û gelek hêrsbûyî tê gotin.
  • Bû şeva reş.
— Yanê her tişt têkilî hevûdin bû, rewşeke bi fikar derkete holê.
  • Bû tajî. Ji bo kesê ko gelek zeîfbûyî tê gotin
  • Bû tûtya.
— Ji bop tiştên ko gelek kêm peyda dibin tê gotin.
  • Bû wek eloka serîherîdayî.
— Ji bo wî mirovê ko ji aliyê her kesî ve hatibe azirandin, heqaret lê hatibe kirin û hatibe lêdan tê gotin.
  • Bû weki masiya dermanxwarî.
— Ji bo wî kesê ko zêde eciz bûye û êdî nikare li cihê xwe de bisekine tê gotin.
  • Bû weylînnefs.
— Yanê her kes kete derdê xilaskirina canê xwe. Êdî kesê hay ji kesî nema.
  • Bûye cil û ketiye mil.
— Bnr. “Cila şil e, ketiye mil e.”
  • Bûye qajika devê xelkê.
— Yanê her kes li her derê behsa wê/wî dike/dikin.
  • Bûye tiringo.
— Ji bo kesê gelek serxweş bûyî de tê gotin.
ina tiştekî ji yekî bi dijwarî rica/tika dike tê gotin.
  • Erd hişk, ezman bilind.
— Yanê êdî arîkarî û hêviya arîkariyê nema ye.

Çavkanî[biguhêre]

  • Abdulkadir Bîngol, CIZÎRA BOTAN, 20/11 2009 Nefel.com