Kurdistan
Ji Wiktionary
Naverok |
Kurdî [biguherîne]
nexşeya Kurdistanê
Xwendin [biguherîne]
-
deng (pel)
Wate [biguherîne]
- welatê kurdan,
welatek bindest e li Rojhilata Navîn
û di navbera sinorên Tirkiye û Sûriye û Iraq û Îranê de hatiye parçekirin - herêma otonom ya Kurdistana Iraqê
parçeyek e ji Kurdistan ya ku li Başûrê Kurdistanê (Iraqê) ji alî kurdan ve tê birêvebirin - parêzgehek e li Rojhilata Kurdistanê
Alfabeyên din [biguherîne]
- kurdîya erebî: ﻛﺮﺩﺳﺘﺎﻥ
Herwiha [biguherîne]
Ji Wêjeyê [biguherîne]
Kurdistan
Bilind e bejn û bala te
Li ser taca te esman e
Kitanek rengsipî daye
Serê Zozan û Sîpane
Li jorê kanî û cobar
Wekû hêstir dibarin xweş
Li jêrê te dibînim ez
Bihuşt û bax û bistan e
Kirasek etlezîn kesk e
Bi rengê rojê nexşîn e
Li bejna te dibînim xweş
Bi surme şal û mîtan e
Çi rengşêrîn e yara min
Şepal û nazik û şox e
Ferat û Diclê û Xabor
Bi ser bejnê de berdane
— (Cegerxwîn, 1903 - 1984)