Gotûbêja bikarhêner:109.164.151.122

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Ji kerema xwe re ji xwe re hesabekî veke.--Bibliophile (gotûbêj) 23:12, 21 rêbendan 2015 (UTC)


Nimûneyên tirkî[biguhêre]

Hevala/ê hêja,

pir spas bo alîkariya te ji Wîkîferhengê re. Te di hin rûpelên li ser peyvên kurdî de hin hevokên tirkî wek nimûne dane. Ev ne li gor rêbaza ferhengê ye. Tenê di rûpelên li ser peyvên tirkî de mirov dikare nimûneyên bi tirkî bide, di rûpelên li ser peyvên kurdî de mirov tenê nimûneyan bi kurdî dide. Peyva serekî dikare li zimanên din jî were wergerandin lê hevokên kurdî li zimanên din nayên wergerandin.

Wek din jî te hin peyv dane ku mirov di ferheng yan nivîsan de nabîne. Ji bo peyvên nadir divê mirov çavkaniyan bibîne. Eger çavkanî neyên dan, rûpel tê jêbirin.

Eger pirsên te hebin, guman neke ku bipirse.

Bi silavên germ re --Ferhengvan (gotûbêj) 07:53, 29 rêbendan 2015 (UTC)

Peyvên te çêkirî[biguhêre]

Hevala/ê hêja,

min niha li hin peyvên din jî nêrî ku te çêkirine. Peyvên ku bi xwe di zimanê kurdî de tine bin û te yan kesekî din ji bal xwe ve çêkiribin, nabe ku di ferhengê de cih bigirin. Ferheng cihê peyvên heyî ye, ne cihê çêkirina peyvan e. Loma ji we daxwaz dikim ku hew xwe bi çêkirina peyvan ve biwestînin. Peyvên di zimanê kurdî de ne li kar bin, dê ji ferhengê werin avêtin.

Li gel silavan --Ferhengvan (gotûbêj) 08:14, 29 rêbendan 2015 (UTC)


Ev rûpela gotûbêjê ye ji bo bikarhênerên nediyarkirî ku hîn hesabekî xwe çênekirine an jî bi kar nayînin. Ji ber vê yekê divê em wan bi navnîşana IPyê ya hejmarî nîşan bikin. Navnîşaneke IPyê dikare ji aliyê gelek kesan ve were bikaranîn. Heger tu bikarhênerekî nediyarkirî bî û bawer dikî ku nirxandinên bê peywend di derheqê te de hatine kirin xêra xwe ji xwe re hesabekî veke an jî têkeve da ku tu xwe ji tevlîheviyên bi bikarhênerên din re biparêzî.