Gotûbêj:Destpêk

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê
Amar / statîstîk
Hejmara rûpelan 1.096.383
Hejmara nivîsaran 1.000.536
Hejmara dosyeyan 15
Hejmara guherandinan 6.003.675
Hejmara lênerînan
Hejmara bikarhêneran 12.387
Hejmara bikarhênerên çalak 29
Hejmara koman:bot 25
Hejmara koman:rêveber 7
Hejmara koman:burokrat 0

Silav[biguhêre]

Merheba ji we ra. Hûn çanin başin siteyve zev xweşik e. Xwatrewe Ev peyama bêîmze ya ‎80.145.4.221 (gotûbêjbeşdarî) e. 27 hezîran 2005‎

Ser çavan. Ez baş im, hûn sax bin. Hûn çawa ne ? Pêgeha we ya elektronî gelekî balkêş e. De baş em ê hev bibînin Zagroz Barakat (gotûbêj) 16:18, 22 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]

slav[biguhêre]

Roj bas Ev peyama bêîmze ya 80.145.4.221 (gotûbêjbeşdarî) e. 2 çiriya paşîn 2005‎‎

Slav Mûsayê miksî (gotûbêj) 22:07, 10 sibat 2021 (UTC)[bersiv bide]

Slav Obeid Ahmad (gotûbêj) 20:02, 25 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]

Gangleri | T 19:06, 18 January 2006 (UTC)

[biguhêre]

Hi! I'm sorry, I don't know where else I should post this:

Discussion has been started regarding a new logo for Wiktionary on meta:; your contributions, comments and opinions would be more than welcome. =] Thanks! —Nightstallion (?) 15:55, 12 pûşper 2006 (UTC)

Wiktionary on mobile phones[biguhêre]

Not sure whether this is already familiar, but thanks to the Sevenval AG a mobile phone version of Wiktionary is available online: http://ku.wiktionary.7val.com/ --Melancholie 18:05, 26 kewçêr 2008 (UTC)

Shablon[biguhêre]

Silav hevalno, hûn karin vî shablonî bixin Ferhenga azad.gelek sipas û sila û rêz ji were temama re.

Peyvekî ji bo Wikiferheng a kurdî çêkin!:
Şablonên çêkirinên peyvê
navdêr

rengdêr

lêker

peyvên din


elmanî:

2010 Fundraising Is Almost Here[biguhêre]

Hello Wikimedians, my name is Sam and I am working for the Wikimedia Foundation during the 2010 Fundraiser. My job is to be the liaison between the Kurdî community and the Foundation. This year's fundraiser is intended to be a collaborative and global effort; we recognize that banner messages which may perform well in the United States don't necessarily translate well, or appeal to international audiences.

I am currently looking for translators who are willing to contribute to this project by helping translate and localize messages into Kurdî and suggesting messages that would appeal to Kurdî readers on the Fundraising Meta Page. We've started the setup on meta for both banner submission, statistical analysis, and grouping volunteers together.
Use the talk pages on meta, talk to your local communities, talk to others, talk to us, and add your feedback to the proposed messages as well! I look forward to working with you during this year's fundraiser. If someone could translate this message I would really appreciate it so that everyone is able to understand our goals and contribute to this year's campaign.
Schapman 18:57, 20 kewçêr 2010 (UTC)

Serrûpel gelek ciwan bûye[biguhêre]

Serrûpel gelek ciwan bûye! Sipas bo we hemya.--Aza (Nîqaş) 07:10, 5 reşemî 2011 (UTC)

Rûpeleke bi rasthatinî[biguhêre]

Li kêlek yan rexên rûpelên wîkîferhengê hinek beş hene wek Destpêk, Bûyerên Rojane û Rûpeleke bi rasthatinîne. Li gor baweriya min navê Rûpeleke bi rasthatinî ne xweşe. Ger navê vî beşî wek "Rûpeleke ketober" bê guhertin dê gelek çêtir û rasttir be. Ketober li herêma Mêrdîn (Belkî li gelek ciyên din jî) gelek pir tê bikaranîn û bi îngilîzî heman wateya random, bi Tirkî jî heman wateya rastgele dide. wek li vir xuya dibe Rasthatinî wergera rasterast ya peyva Rastgele ya Tirkîye. Ji ber gu Rast=Rast, gele=hatinî. Yanî tahm û çêja Kurdî bi rastî jî jê nayê. Ketober Peyvek him sade Kurdî him jî orjînale, bi sed salane ye ku Kurd bikartînin. Yanî ji zimanekî din nehatiye dirûst kirin. --Rojhilat (Nîqaş)

Tercîhên min[biguhêre]

Silav rêveberno! ji kerema xwe sernavê pishka "tercîhên min" biguherînin û bikin "hevyazên min"! Hevyaz kirin kurdî e; wate tercîh kirin. Hevyaz wate favorît. Irecmehrbexs (gotûbêj) 19:05, 29 pûşper 2013 (UTC)

Destpêka mobîlê[biguhêre]

@Şêr:Tu dikarî dîsa vê koda bikî sûnda koda din. Spas--Ghybu (gotûbêj) 21:07, 30 rêbendan 2017 (UTC)

Min koda Destpêka Wîkîferhengê li ser Wîkîpediyayê ceriband, encam. Li wir çêbû!--Ghybu (gotûbêj) 12:01, 2 reşemî 2017 (UTC)
  • Tu dikarî vê koda bikî şûnda koda din. Dîsa jî pirsgirêkek heye, ew jî paşê serastdikim--Ghybu (gotûbêj) 12:05, 7 reşemî 2017 (UTC)
@Şêr: Vê koda biceribe. Niha baş e? xwestina te va bû?--Ghybu (gotûbêj) 18:34, 7 reşemî 2017 (UTC)

Sernava peyva hefteyê[biguhêre]

Wekî sernava peyva hefteyê nerast e? Du peyv bi hev re hatine nivîsandin tê de ji ber wê dema mirov wê ditikîne dibê ev rûpel tine. Divê were guherandin û tenê seray bixûyê. Pispor (gotûbêj) 10:43, 20 berfanbar 2018 (UTC)

@Pispor:  Çêbû--Ghybu (gotûbêj) 12:44, 20 berfanbar 2018 (UTC)

Daxwaza alîkariyê[biguhêre]

Ez wîkîferhengê nû nas dikim, dixwazim hin peyvên nû lê zêde bikim lê, êxbala kor rê û rêbazên wê nizanim. Xêra zindiyan ji min re bibin alîkar. Naxwezim ev peyv bi min re biçin gorê û bibin para devê mişk û maran. Bimînin di xweşiyê de... Meruf (gotûbêj) 10:30, 3 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Merheba birêz @Meruf:. Ji bo alîkariyê komeke me yê ser sepana "Telegram"ê heye. Ger bi me re têkiliyê deyinî em dikarin ji ser wê jî bibin alîkarî te. Maîla me: "wikiferheng@gmail.com" Li ser youtube-ê jî vîdeoyên alîkar hene. Bnr: https://www.youtube.com/watch?v=7sRNSe320nA -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:25, 19 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

"Rêbera Rastnivîsandinê" û Wîkîferheng[biguhêre]

Silav li we hemûyan hevalên delal. Bi rastî ev demeke ez li ser rastnivîsa peyvên wîkîferhengê difikirim. Ferheng ji bo gelek nivîs û nivîsaran bûye çavkaniyeke sereke û dewlemend. Lêbelê, meseleya rastnivîsandina peyvan hê jî li benda çareyekî ye. Di sala 2012an de, "Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî" derket. Amadekarê weşanê yê ferhengê Malmîsanij e. Lêbelê standarta peyvan bi komxebatekê hatiye dîyarkirin. Kesên beşdar ev in:

  • Mistefa Aydogan
  • Zana Farqînî
  • Newzad Hirorî
  • Huseyin Kartal
  • Remzî Kerîm
  • Mahmûd Lewendî
  • M. Emîn Narozî
  • Reşo Zîlan

Herwiha Komxebata Kurmancî (2019, Rêbera Rastnivîsandinê derxist ku tê de keda gelek xebatkarên hêja yên kurmancî heye. Ez dibêjim, em bînin ji bo hin peyvên ku awayê nivîsandina wan gelek in, wekî bingeh van ferhengan bigirin. Hûn çi dibêjin. Ji kerema xwe fikrên xwe bibêjin.Bibliophile (gotûbêj) 15:35, 28 avrêl 2019 (UTC)

@Ferhengvan, Ghybu, Cyrus the virus, û Mohajeer:, @Mohajeer, Ferhad Kurdi, Calak, û Hakîmo:, @Şêr, Firm Foundations Duhok, û Pispor: xêra xwe hûn jî fikrên xwe bibêjin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:57, 28 avrêl 2019 (UTC)
Silav ji hemûyan re. Nizanim min rast fêm kiriye, heval @Bibliophile: tu dibêjî mesela peyvên ku devkî çend varyasyonên wan hene, wek "duh, doh, dihê, dihû" wd. em bi yek awayekî li ferhengê zêde bikin? Mesela tenê wek "dihû"? Yan tiştek din dibêjî, ji kerema xwe mînak bidî dê pir baş be. Pispor (gotûbêj) 22:46, 28 avrêl 2019 (UTC)
Silav li we. Ez hinkî merama xwe zelaltir bikim. Niha di kurmancî de ji ber şêwezarên kurmancî û devokan gelek peyvên ku ji heman kokê tên bi dehan awayên cuda tên nivîsandin. "dihi, dihî, do, duh, doh, dihê, dihû, do" wd. Em tenê awayekê van peyvan hilbijêrin bo rûpela mezin ya ferhengê (yên din divê bête beralîkirin). Bo nimûne dibêjim, ferhenga rastnivîsandinê bo peyvên navborî aniye peyva "duh" wekî forma standart hilbijartiye û ji xwe me jî li wîkîferhengê bi vî rengî çêkiriye. Ji bo vê peyvê problem tune. Lêbelê, Ferhenga Rastnivîsandinê ji nav peyvên wekî "çêrok, çêrûng, çîrong, çîranok, çîrok û çîrrok" awayê "çîrok" wekî forma standart pêşniyaz kirine. Lêbelê, kesekê ku li ferhenga me dinêre dibîne ku awayê "çîrrok" wekî rûpela sereke hatiye hilbijartin. Dema ku meriv li ser internetê li çîrokê digere bi sed hezaran encam derdikevin, feqet "çîrrok" tenê çend rûpel derdikevin ku çavkaniya wan jî bi gelemperî wîkîferheng e. Dixwazim bibêjim ku ev platform çalaktirîn ferhenga kurdî ye û divê tenê formên standart ên ziman belav bike, ne ku formên kêmnas û herêmî.--Bibliophile (gotûbêj) 21:18, 29 avrêl 2019 (UTC)
Silav Bibliophile. Pêşniyar: Li ser Wîkîferenga frensî şablonên "kêm" "pir kêm", "fr:modèle:hapax", ... + "fr:Modèle:variante orthographique de / en:Template:alternative spelling of / en:Template:alternative form of" çêkirine.
Bo mînak, bi frensî peyva "bachi-bouzouk" çend caran "bachi-bouzouck jî tê nivîsandin. Li ser Wîkîferhenga frensî nîvîsa standarda "bachi-bouzouk" vitira ye [1]: guhertoyên din jî vitira tên çêkirin: [2] (bachi-bouzouck). Pêş peyvê (Kêm) û "Guhertoya rastnivîsa (ortografiya) peyva bachi-bouzouck" nivîsandine...--Ghybu (gotûbêj) 22:25, 29 avrêl 2019 (UTC)
Standartkirin pêwîst e û ji Wîkîferhenga me re jî divê helbet. Ya girîngtirîn rêbaza standartkirinê ye. Pêşî divê em biryar bidin ka emê rasterast çavkaniyekê bişopînin yan rêbazek xwerû bixwe bi kar bînin. Ji bo çi vebijarka duyem heye, ji ber ku heta niha ti çavkaniyên ku bikaribin sedansed ji hêla civakê ve werin qebûlkirin pêk nehatine. Îja çiqas rast e çavkaniyek tenê wek rêber were bi kar anîn? Ger ku armanc standartkirina bi rêya gelemperîbûnê be ez hay ji çavkaniyek ku vê gelkî baş dike tune me. Fikra xwe dibêjim; jixwe Rêbera Rastnivîsînê ji vê hêlê ya herî berevajî ye. Awa û peyvên herî kêmnas ku haja gelemperiya gel ji piraniya wan tune ne bi kar tînin. Ez rêbaza wan şaş dibînim, ziman malê gel e, ne bindestê teorisyenan e. Zimanasiya sedased fermanî (prescriptive) xelkê ji xwe dûr dixe, saziya ziman ya tirkî bo vê mînakek ne pir dûr e. Ji ber wê piraniya kesên ez nas dikim qet nebe "bi çavekî erênî" li rêberê nanêrin. Ji ber ku Wîkîferheng wek çavkaniyek vekirî ji hêla xelkê, ne tenê akademiyê hwd., ve bi kar tê anîn divê li gor wê bixebite. Bi kurtasî ji bo organîzekirina nivîsa peyvan rêbazek xwerû were peresandin, li gor min herî baş e. Piştî wê em dikarin sereastkirinên pêwîst bi cî bînin. Bi min bi bingeha xwe ya gelêrî Wîkîferheng bixwe dikare bibe çavkaniya standartkirinê. Ji bo vê her tiştê ji min tê ez amade me bikim. Ha ku piranî li vir bêje ev ne pêkan e, naxwe ez jî dibêm em pêşî biryara çavkaniyê bidin, tenê ji ber ku navê wê "Rêbera Rastnivîsînê" ye, çavkaniya ku rêbaza nivîsînê dide nîşan ne tenê ew e, û di mijarê de ya herî gelemper jî ne ew e. Silav û Rêz. Pispor (gotûbêj) 23:12, 29 avrêl 2019 (UTC)
Ez jî wisa bawer dikim ku divê em formên wek "bajar, çîrok, şer" bikin yên serekî û formên "bajarr, çîrrok, şerr" lînk bikin ser "bajar, çîrok, şer".
Peyvên wek "birrîn, pirr" divê bên lînkkirin ser formên "birîn (2), pir (2)".
Silavên germ --Ferhengvan (gotûbêj) 07:49, 2 gulan 2019 (UTC)[bersiv bide]
Mamoste @Ferhengvan: em jî wê dibêjin gelo em mêtodek çawan bibijêrin ji bo peyvên ku em wan wek forma rast dibijêrin. Te ji ser du - sê peyvan çûye û te gotiye divê em van peyvan ber bi "pir", "birîn" ve beralî bikin. Lê em jî vê dipirsin, em ji bo van beralîkirinan kîjan rêbazan qebûl bikin?
Di vê navberê de Cejna we hemûyan pîroz û bimbarek be.
Bi ya min em wek rêbaz kitêbên rastnivîsînê ên wek "Ji Bo Rastnivîsê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî" ya M. Malmîsanij û yên din, "Rêbera Rastnivîsînê" ya Komxebata Kurmancî, "Rêbera Rastnivîsînê" ya Mistefa Aydogan û ferhengên pêbawer ên wek "Ferhenga Kurdî - Tirkî" ya Zana Farqînî, "Ferheng"a D. Îzolî, "Ferheng / Tirkî - Kurdî, Kurdî - Tirkî" ya Zîwer Îlhan, Fewzî Karademîr, Ahmet Korkut, Nezîr Gumuş û ji bo peyvên zazakî jî "Ferhengê Kirmanckî (Zazakî) - Tirkî" ya "Grûba Xebate ya Vateyî" esas bigirin. An jî eger xebateke cidî û pêbawer yê zimanzanekî/ê din hebe ew jî dikare esas were girtin.
Lê îcar jî ev pirsgirêk heye: Eger di navbera wan çavkaniyên ku ez li jor jimartime û yên wekî van de nelihevî hebe wê gavê wê çi were kirin û kîjan bê esasgirtin? Bi ya min wê gavê jî divê em rêberên rastnivîsan piçekî li pêşiya yên din bigirin. Û eger di navbera rêberên rastnivîsan de jî nelihevî hebe, em wê çaxê ser gotûbêja rûpelê ku em bijartin sedema/ên xwe yê bijartina wê varyantê diyar bikin û ji bo bijartina wê peyvê çavkaniyên xwe jî binivîsin Bila neyê jibîrkirin ku biçavkanîbûn esaseke Wîkîferhengê ye jî. Ez wisa difikirim.
Û bi ya min divê em di vê mijarê de li Wîkîferhengê bi zimanên din jî binêrin gelo ka ew vê meseleyê çawa çareser kirine? Di vê mijarê de alîkariyê ji bikarhêner @Ghybu: û bikarhêner @Pispor: dixwazim. Em li wîkîferhenga îngilîzî bikolin ka ew çawa çareser kirine. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:00, 4 pûşper 2019 (UTC)
@Ferhengvan, Cyrus the virus, û Mohajeer:, @Ferhad Kurdi, Calak, û Bibliophile:, @Şêr, Firm Foundations Duhok, û Pispor:, @Xwende, Mesûd Hemo, û Kurdki: @Hewarwîkîferheng û Hakîmo:, @Feryad1981 û Dorame13: @Calak, Biemey, û Basam Mistefa: xêra xwe hûn jî fikrên xwe bibêjin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:00, 4 pûşper 2019 (UTC)
Silav li we hemîyan xebatkarên Kurdî; Di serî da xebata Rêbera Rastnivîsînê pîroz dikim ku ji hemî parçeyên Kurdistanê tê da hebûn. Belê gelek xebat di warê rastnivîsînê de hebûn lê ev yekem care ku gelek zimannasên kurd hevfikir bûn bo amadekirina vê xebatê. Raste belkî ji gelek alîyan ve xeletîyên wan jî hebin lê heta ku ya rasttirîn tê çêkirin, divêt em vê pejirînin û wisa dewama rêya xwe bikin. Hevalê @Pispor: dibêje ku ez û gelek kesên li derdora min vê xebatê baş nabînin. Ez jî dixwazim vê bibêjim ku Mufid Yuksel jî dixwaze ku şûna î em i bikarbînin. Ji ber vê divê ev xebat heta ku yeke rasttirîn were çêkirin, divêt em bi yekrêzî xebatên ferhengî bikin. Li serê herkesî de fikrek derkeve, ji bo standardîya zimanê me xerab e. Her wisa divêt em li ser Wîkîpedîyayê jî gotarên rastnivîsandinê amade bikin ku herkes bizane ka ev xebat bi dûçûna çi têne nivîsîn û kirin. Ez xelkê Hekarîyê me û gelek peyvên em li deverê bikartînin wek standar nayên pejirandin. Ev tiştek normal e. Ji bo zimanekê standard divêt em dest ji herêm û deverên xwe berdin. Ew komxebata dawîyê ya rastnivîsîn jî çêkirî komxebata berfirehtir ya kurdan e. Rastî min dixwast @Ferhengvan: hebe ku xebatên wî yên di derbarê ferhengê de gelek hêja ne. Ji ber van sedeman em dikarin li ser wîkîpedîyayê gotara vê komxebatê binivîsin û belav bikin. Rastî min hêj ev xebat nexwandiye heke min dê lêzêde kiriba. Slavên germ Mohajeer (gotûbêj) 20:48, 4 pûşper 2019 (UTC)

Bi rastî min hê nû dest bi "Rêbera Rastnivîsandinê" kir û biqasî ez hîn bûm ev rastnivîs tenê wekî pêşniyarekê hat amadekirin. Birêz Zana Farqînî gotibû gelek tiştên radîkal tê de tune ne. Ez ê biqedînim û fikrên xwe paşê bînim zimên. Biemey

Rêz û silav gelî xebatkarên hêja, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê mirov binere bê kîjan form zêdetir tê bikaranîn û li gor şewaza zimanê kurdî rast e. Li gor ez dibînim formek devokî, ku hew li herêmek biçûk tê bikaranîn yan formek tenê zimanzanekî bikartîne nikare bibe standard ji bo ferhenga me. Herwiha divê ew form bêne bikaranîn ku zêdetir nêzî koka peyvan in. Kurdki (gotûbêj) 08:30, 13 pûşper 2019 (UTC)
Silav li ser we hemû beşdaran be. Bi rastî nîqaşa vê meseleyê ber bi encamekê ve biçe ez dê gelekî kêfxweş bibim. Ez dixwazim çend tiştan bibêjim li ser pirsgirêkên ku ez dibînim û kêmasiyên ku li ber çavên min dikevin. Hevalên delal, beşdariya we ya li vê ferhengê gelek biqîmet e û ev keda we hêja ye. Ez berî her tiştî spasiya we dikim ku hûn bi vê ferhenga delal re serê xwe diêşînin û bo dirustkirina ziman dixebitin. Ez bi xwe carinan karên serrastkirina gotaran filan dikim û dibînim ku gotar an jî wergerên ku tên amadekirin gelek di bin tesîra standarda zimanê wîkîferhengê de dimînin. Wergêr rasterast tên li vir dinêrin û peyvê hildidin û bi kar tînin. (Carinan peyvên gelek eletewş û bêçavkanî ku ji aliyê botan ve hatine amadekirin jî tên bikaranîn) Ango wergiriya wîkîferhengê her diçe berfireh dibe û bikarhêrên wê her diçin zêde dibin. Eger standarta wîkîferhengê dirust be, her sal bi sedan nivîsên bi zimanekî têkûztir derbikevin. Ev yek karên edîtorî û redaksiyonê jî hêsantir dike. Ji bo kovarekê deh nivîs tên her yek ji wan heman peyvê bi şeklekê dinivîse û lihevkirinek çênabe bi ser de jî serê xwîneran tevlihev dibe. Ez nabêjim ku em li vir dezgehekê daynin û ziman li gorî dilê xwe standardîze bikin, tişta ku ez dibêjim kêm -û hê ne bi dilê me- be jî bila rê û rêbazek li ber me hebe û em li gorî wê sernavê hin peyvan daynin ku bi dehan guhertoyên wan hene. Jixwe ferhenga ku me li jorê behsa wê kir, 307 rûpel e û tenê peyvên binîqaş daye ber xwe: Ew peyvên ku ji yekî zêdetir formên wan ên devokî hene. Eger derfeta we hebe hûn jî li ferhenga navborî binêrin û fikrên xwe li vir bînin ziman dê gelek xweş be. Silav û hezkirin.--Bibliophile (gotûbêj) 11:11, 13 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Peyvên kêm tên zanîn, an ji bîr bûyî[biguhêre]

Gava din ez li navê çivîkekê geriyam, qarût. Ez li welat bim, çawa çavê min pê bikeve wê dinasim lê, gava dixazim bi zimanekî din bidim nasîn lal dibim dimînim. Min li hemû ferhengan nêrî Xwedê bide..! Qarût tune..! Li ser twetterê pirsî, yekî got em jê re dibêjin "qarît" Ya rast çi ye? Navê wê yê Îngilizî, Frensî, Tirkî çi ye? Meruf (gotûbêj) 10:38, 3 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Silav kesî qarûk/qarût ji bîr nekiriye. Ev nava nehatiye barkirin. Tu dikarî çêbikî. Bi tirkî jê re dibêjin bıldırcın û bi îngilîzî quail. Di ferhengê de qitbarûd heye ku heman wateyê dide. Silav û hez.--Bibliophile (gotûbêj) 12:08, 3 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Twîtter[biguhêre]

Merheba @Ghybu, Şêr, Gomada, Mohajeer, û MikaelF: Xêra xwe hûn dikarin îkon an semboleke xweş deynin li rûpela Destpêkê ji bo twîttera Wîkîferhengê. Herwiha ji bo Wîkipediyayê jî hesabeke hatiye çêkirin: https://twitter.com/Wikipedia_KU -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:36, 23 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

Çima ew beş tenê ji bo Kurdî (Kurmancî)'yê ye?[biguhêre]

Add two tabs side b side, one for Kurdish (Kurdmanji) and one for Kurdish (Sorani) Ev peyama bêîmze ya Xelef (gotûbêjbeşdarî) e.

@Xelef: Merheba birêz. Vebijêrkeke wisa jixwe heye. Li jorên rûpelan vebijêrkek bi navê "Kurdî/کوردی" heye, gava wê bitikînî, dikarî maneyên peyvan "bi latînî" an "bi erebî" peyda bikî. Bi awayê din, zehmet e ku em peyvan him bi soranî him jî bi kurmanî bidin. Lê li vir destûr heye ku peyv bi soranî jî bêne çêkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:12, 2 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Hi @Xelef: We also have an obtion like you say. There are two options, "with the Latin alphabet" and "bi latînî" (with the Arabic alphabet) above each page. You can find the version of the page written in Arabic alphabet when you click on the "bi erebî" (Arabic alphabet) option from that section. On the other hand, it is a little difficult to give words both as Kurmanji and Sorani. Also here the words, pages can be created in the Sorani dialect, there is a possibility. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:12, 2 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Terîmên polîtîk[biguhêre]

Merheba hevalên hêja @Ghybu, Şêr, Balyozxane, Guherto, Bikarhêner, Zinarê Meley, û Balyozxane:, gelo ji bo military coup em dikarin çi bibêjin ? Her wisa bi vê minasebetê gelo em dikarin projeyan li vir amade bikin ku terîmên her tiştî kom kom em çê bikin. Niha li ser wîkîpediyayê gotarê amade dikim lê divê em peyvên xwerû kurdî hilbijêrin ku bibe standard. Mohajeer (gotûbêj) 14:06, 10 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu, Şêr, Balyozxane, Guherto, Mohajeer, Zinarê Meley, û Balyozxane: Bi dîtina min, gotina "military coup" bi zimanê kurdî di nav xelkê de wek "derbeya eskerî" tê gotin, xuya ye ji ber ku li Başûr jî peyva "kudeta" ku ji îfadeya fransî ya "coup d’État" hatiye ku ew jî tê maneya "derbeya li dewletê tê kirin". Ji ber berbelaviya gotinaa "derbeya eskerî" û bi awayê din "derbeya leşkerî" mirov nikare van peyvan derî ferhengê bihêle. Wekî din "kudeta" jî ne peyveke esilkurdî ye. Herwiha em bixwe peyveke çêkin jî wê ev peyv nikare li ser Wîkîderhengê bê qeydkirin ji ber qaîdeyên me yên tevlîkirina madeyên nû. Ji xeynî wê peyva "sewre" heye ku dişibe peyva "şoreş". -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:32, 10 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ez bixwe peyva derbeya leşkerî bikartînim, lê peyva kudeta li başûr jî li rojhilat jî berbelave ji bo bikaranînê. Divê meqesa cudabûna peyvan em di navbera başûr û parçeyên din de venekin. Hevpeyv be bi fikra min çêtir e. Mohajeer (gotûbêj) 16:38, 10 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Mohajeer. "gelo em dikarin projeyan li vir amade bikin ku terîmên her tiştî kom kom em çê bikin": Projeyeke witira heye bnr. Kategorî:Lîsteya ferhengan (kurdî) (şablon: Kategorî:Şablon (nîşan)). Bo mînak min şablona {{polîtîka}} çêkir û tevlî pêş peyvên apartayd û coup d'État kir ([3] û [4]). Ew peyv bi otomatîk dikevî din nav kategoriya Kategorî:Polîtîka (kurdî).--Ghybu (gotûbêj) 02:23, 15 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
PS: {{siyaset}} an {{polîtîka}}? Kîjan çêtir e?--Ghybu (gotûbêj) 02:25, 15 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Ghybu: bi min siyaset çêtir e, çûnkî di kurdî de siyasetmedar jî heye ku bingeha xwe ji vê peyvê werdigire. Mohajeer (gotûbêj) 15:24, 15 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Pêvek û xwestin[biguhêre]

@Ghybu, Şêr, Balyozxane, Guherto, Mohajeer, Ferhengvan, û Balyozxane: Hevalên hêja merheba gelo ji bo bikarhênerên nû, em projeyan amade bikin, yê ku were vir, bila ji bo destpêkê wezîfeyên ku em didin wan bila bikin heta ku baş fêr dibin. Di destpêkê de gelek pêvek û ferheng hene ku nehatîne tomarkirin, mînak: [5], [6]. Em hemûyan wek wek formata xwestin amade bikin, mînak [7].. Li gorî van amadekirinan em ê alîkariya hevalên nû bikin ku dest bi tomarkirina peyvan bikin. Hûn çi dibêjin ? Mohajeer (gotûbêj) 18:59, 27 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Mohajeer: Bira, ew rûpelên xwestinan gelek tevlihev in, her wiha em nikarin ti kesên nû tên karê xwe bi kêfa xwe dikin, kes ji me tiştek napirse :D. Di vê navberê de tu çima tiştên wisa li ser Dîwanê nanivîsî? Gotûbêja Destpêkê ji bo niqaşên wisa ne rast in. --Balyozxane (gotûbêj) 19:39, 27 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Kir (k'ya hişk û r'ya lerzok)[biguhêre]

wesfê kes yan jî heywanên ku porê wan ê raserî enîya wan kurt e. Îshaq Baravî (gotûbêj) 19:12, 23 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

slav u rez[biguhêre]

✌️ 176.90.190.92 21:21, 30 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Kurdî[biguhêre]

Gele îdire zebeşa ra dibejin kal 46.2.7.145 21:28, 30 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Ev gotin tineye[biguhêre]

Zirto Rotê şeva (gotûbêj) 03:43, 1 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Ev gotin tineye[biguhêre]

zotik Rotê şeva (gotûbêj) 03:44, 1 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Kunde[biguhêre]

ev gotin tineye Rotê şeva (gotûbêj) 03:45, 1 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Zirzile[biguhêre]

Zirzile:Kapı kilidi takmak için zincir şeklinde aygıt, Sürgü. Korxelo (gotûbêj) 08:54, 1 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Mencik[biguhêre]

tiste kî qa buhareda cedikin (mevsim salata) Rojhat2102 (gotûbêj) 10:27, 1 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Xwerd[biguhêre]

Xwerina ku li kêleka şîva te xwerin li zebzeyen bostanî çedibe ( bostani salata) Rojhat2102 (gotûbêj) 10:29, 1 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Bi turkî pîrînç bi înglîzî rice 2A02:4E0:2D6E:41D:BB24:E44A:9753:5C1 13:02, 1 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Zirviçe / zirviçik[biguhêre]

Xwarinek ji penîr û rûn çêdibe kû herî zêde koçer dixwin 130.193.231.94 23:49, 1 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Talloz = bernav ji boy Mêr û Xortan e[biguhêre]

Mîrovên ku, tim çavên xwa ser Kîz û Jinan digerînîn. Dixwazin pir Jinan têkin kucê xwa. Ali Mazdek Kaya (gotûbêj) 06:33, 2 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Em jê re dibêjin Tolaz[bersiv bide]

Çillek : mîrovên ku qe zikê xwa têr nabin. pir Xarinan duxun. herdem çavbirçine.[biguhêre]

Mirovên ku pir Xarinan duxun, qe zik têr nabin Ali Mazdek Kaya (gotûbêj) 06:37, 2 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Gaxur: mêr e,[biguhêre]

Mêrên ku pir xarinê duxun. Ga pir gîyan duxê, lêwma Gaxur dibên. Jinên ku pir xarînê duxun, wanra jî Çilek dibejin(Manga=Çêlek ki mîna Ga pir duxê. Ali Mazdek Kaya (gotûbêj) 09:07, 2 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Ali Mazdek Kaya: Merheba, tu bi xêr hatî Wîkîferhengê. Peyvên te tevlî vir kirine balkêş in, lê min vê peyvê ji ser çavkaniyên din peyda nekir. Di Wîkîferhengê de jî krîterên tevlîkirina peyvan heye, divê peyv bi kêmanî di sê çavkaniyên cuda ên pêbawer de derbas bibin. Spas ji bo keda te.
Ji aliyê isûlê ve jî, qeydê ser cihekî din bikî wê baştir be, ji ber ku ev qism ji bo nîqaşkirina li ser formata Wîkîferhengê an mijarên giştî ye, nîqaşên li ser peyvan gelek in, ew nîqaş ne li vir bin baştir e. Ji bo qeydkirina peyvên bêçavkanî binrûpelekî dikarî biemilînî. Nimûne: "Bikarhêner:Ali Mazdek Kaya/Test1". Qewet be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:05, 2 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Amanşo[biguhêre]

amanşo (Bi turki bulaşık yıkayıcı araç ,sünger)( Bi kurdi hinek dibejin firakşo) Xezal1265 (gotûbêj) 12:58, 2 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Kelimeya kurdi[biguhêre]

Al=taraf demek 31.143.90.182 14:20, 5 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Weravtin[biguhêre]

Vekişandina avê ji ax yajî ji amûran. Nihat Noyan (gotûbêj) 11:22, 7 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Xweşkêş[biguhêre]

Amûra ku barê giran dikişîne (truck, tir) Nihat Noyan (gotûbêj) 09:14, 9 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Jiber[biguhêre]

copy Nihat Noyan (gotûbêj) 09:18, 9 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Jêgir[biguhêre]

makîneya ku jiber digire (makîneya fotokopiyê) Nihat Noyan (gotûbêj) 09:20, 9 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]