şemî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şemî şemî
Îzafe şemiya şemiyên
Çemandî şemiyê şemiyan
Nîşandera çemandî şemiyê wan şemiyan
Bangkirin şemiyê şemiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şemiyek şemiyin
Îzafe şemiyeke şemiyine
Çemandî şemiyekê şemiyinan
Li gelek deverên dinyayê roja şemiyê piraniya xelkê kar nakin û loma wan hingê dem û delîve heye ku bigerin û tiştên hewce bo xwe bikirin.

şemî

  1. ji rojên hefteyê ya piştî înê û berî yekşemê:
    roja şemiyê
    şemiya bê, şemiya bêt, şemiya were
    şemiya borî, şemiya çûyî
    şemî û yekşem (dawiya hefteyê, rojên karnekirinê bi taybetî li welatên Rojava)
    Em ê şemiyê hev bibînin.

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Binêre herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Herwiha şembî, hevreha soranî شه‌مه(şeme) û شه‌ممه(şemme), farisî شنبه‎ (şembê / şenbê), pehlewî şunbet, partî şembet... hemû ji aramî ܫܒܬܐ(şebita) ji îbranî שבת(şebbaṯ) ji akadî 𒊭𒉺𒌅 (šapattu, roja nîva mehê).

Bi rêya cihûtiyê ev peyv wek navê roja karnekirin û paydozê maneya peyva "şemî" li piraniya zimanên dinyayê belav bûye: erebî السبت‎ (es-sebt), ermenî շաբաթ (şabat'), romanî sâmbătă, rusî суббота (subbota), îtalî sabato, portugalî û spanî sábado, fransî samedi, yûnanî Σάββατο (sabbato), endonezyayî hari sabtu...

Heman peyv derengtir bi forma xwe ya erebî wek sebt jî ketiye hinek devokên kurmancî.

Bi hin zimanan "şemî" ne ji vî rehî ye lê bi wan zimanan roja pîroz ya cihûyan bi wê tê binavkirin: îngilîzî Sabbath yan Shabbath. Bi mezacî sebat / şebat maneya her dema betaliyê dide.

Paşgira -şem (-şembî) di peyvên yekşem(bî), duşem(bî), sêşem(bî)... de jî ji vê ye.

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.