çet

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çet çet
Îzafe çeta çetên
Çemandî çetê çetan
Nîşandera çemandî çetê wan çetan
Bangkirin çetê çetino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çetek çetin
Îzafe çeteke çetine
Çemandî çetekê çetinan

çet

  1. suhbetkirina li ser internetê bi rêya nivîsîna peyaman ji hev re
    • Li ser bextê dendikfiroşên bajarê Mêrdînê be, dibêjin Erebên hinek gundên ji derûdora Mêrdînê hema di înternetkafêyan de rûdinên, çaya xwe datînin ber xwe, cîxare li ser cixarê pêdixin, şewk û tora xwe davêjin behra înternetê û dest bi tirr û fisên çetê dikin heta go xanimek têkeve şewk û torra wan. Îcar go jinik ket şewkê, ê Ereb jê re xweş dike, xweş dike, xweş dike heta go Mêrdînê li ber çavê wê dike wek Parîs û Londonê, dike bihuşta rengîn lo. Ê jinika kezîkur jî dest bi lotik û zîtirkan dike û dibê: “Kilîlîlîîîîlîlîlîîî ez ketim bihuşta Xwedê“ û buxçika xwe hazir dike, li kera xwe siwar dibe û ji Fasê berê xwe dide gundên Mêrdînê. Ê helbet dîtin û kirin nabin wek hev. Heta go jinik meselê fêhm dike, hasil digihe Mûsilê û xiyarê mêrkê Ereb doxînê lê diçirvirîne. Êdî masî di şewk û torê de aliqî ye û hew kare jê bifilite. — (Lotikxane.com, 7/2009)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji îngilîzî chat (devjenkî, suhbet).

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Tirkmenî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

çet

  1. sinor, tixûb, hidûd

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên sinor hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]