çêl

Ji Wiktionary
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

1. sewalek[biguherîne]

çêlek

navdêr,

Wate[biguherîne]

  1. çêlek, çêl, mêşîn[1], mange, manga,
    sewalek mezin e mirov xwedî dikin daku şîrî bide
    dema dizê golikan dide
    nêrên wan ga ne
  2. hemû heywanên yên girs û guhandar
  3. (heqaret) jinên qelew yan xwere

Herwiha[biguherîne]

Têkildar[biguherîne]

Pûte[biguherîne]

Ji[biguherîne]

Ji proto-hindûewropî *kʷel- (binere çerîn) ku herwiha serekaniya çêl (manga) ya kurdî ye jî. K-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe "ç/s/z", "l" dibe "r".

Ihtimalen têkilî çêrîn anku çerînê: "çêlek = ya ku diçêre/diçere" wek "wêrek = yê ku diwêre". L/R bi hev diguherin. Yan jî ji çê-l-(ek) ji proto-hindûewropî, hevreha ga, bide ber go-l-ik. L/R paşpirtikeke çêkirina navên heywanan e: çêl, dêl, mel, gol-ik / gwêr / gwêreke / gûr, ker, şêr, mir- (miravî, mirîşk), nuwer (nehgon, nogin), derr (berazên mê),

Ev heywan bi kurmancî li hin deveran "çêlek" e, li hinan jî tenê "çêl" (li hin cihan jî navekî din heye, bo nimûne "manga" anku "gayên mê"). Bi soranî jî "çêl" heye lê "manga" zêdetir li kar e.

Dikim-nakim, hevrehên wê ne di zimanên lêzim û ne jî di zimanên cîran de nabînim (ji bilî hin zimanên qefqasî ku tê de peyva "çam/jam" bi maneya "çêl(ek)" heye.

Gelo eslê peyvê "çêlek" e ku paşî "-ek" jê ketiye ji ber ku hatiye texmînkirin ku ew "-ek" forma yekjimar ya nediyar e anku "çêlek = yek çêl"? Yan jî gelo eslê wê "çêl" e ku paşî "-ek" ya yekjimariya nediyar lê zêde bûye? Yan jî ew "-ek" bi analojî ji li gel peyva "golik" (ji "go-l-ik") yan jî di bin tesîra tirkî "inEK" (çêl/çêlek) de lê zêde bûye?

Gelo "çêl(ek)" jî ne hevreha "ga" be û wek "go-l-ik" ku destpêka wê bê guman ji "ga-" ye? Hingê avaniya wê dê wiha be "çê-l-(ek)".

Di pirraniya zimanên hindûewropî de hevreha peyva "ga" heye, bo nimûne farisî "gav", ermenî "kov", inglîzî "cow" (bixwîne: kaw). Lê nayê zanîn ku "g" ya hindûewropî di kurdî de bibe "ç". (Husein Muhammed di Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê de, 12/2012)

Ji Durxaneya Cellikanî:Kekê min Hsein Muhammed ! Ez binemala vê peyva çêl dizanim. Min rehê wîşeya çêle vedozî ez wê wisa vedipasim. Ev peyva kurdî "çêle" ji rîçala "za" tê.Paşbenda êle, ele di kurdî de paşbenda biçûkandinê ye. Peyv ji `Zayêle` ber bi `çêle` yê bilkewişiye û perisiye. `Za` di xwerza,biraza,mirza,di zar û zêçê de bi mebesta keç,kûr,law ,zaro,doman ,"dûnde" ,"zar", "neseb", "toxm" û "tov"` ê tê bikar anîn û wiha derdikeve hemberê me. Biçûkandina wê peyvê zayêle ye. Gava `zayêle` dicivite dibe `çêle`. sedeme vê yekê jî teraneya kurdî ye. Di xûy û teraneya kurdî de hinekî `nepixandin` û `çelwerandin` heye . Kurd carinan tiştan fire diçelwerînin. Xwediyê sewalan nemaze xwediyê mangayen dixwezin sewalên xwe rind ,ciwan bijûn binimînin. Di van tayebetiyan de a herî girîng emrê sewalan e. Ew lewma nabêjin manga dibêjin çêlek an `nûgîn` ango nû gihiştî.Xwediyê Sewalan xwestine mangayên xwe ên pîr û didan feliqî wek hê golik û çêle binimînin. Ev terane ewqes belav bûye ku hema hema eslê peyvê manga li deverinan winda bûye."Çêl" hevteşeya "dêl" û "gol"`ê ye. "Gol" ji "golik" e. Golik ji `ga` û ji paşbenda `êle` hatiye afirandin. Gava her du dizelikqin û dikelijin `gayêle` derdikeve meydanê. Ger mirov `gayêle`yê jî hê biçûktir bike bi saya `k`ê de hîgahinan gayêlek dertê. Gava `Gayêle` diquncise dibe `golik`. Dêl wek ên din ji `dê` ango ji `daye` bi aliyê paşbenda biçûkandinê a `êle` de hatiye pê. Bi "Çêl" ,"dêl","gol her sê jî di raweya ducarkî biçûkandinê de ne."Çêle" tejika biçûk,dêl bi wateya dayika biçûk, golik bi mebesta gayê biçûk tê siviyandinê .Biçûkandin ji hezkirinê derdikeve. Gava mirov ji wan hez dike,formên biçûkandinê ên wek `êle` û `k` bi kar tîne. Ji van peyvan dêl û çêl bi awayekî wek peyveke bi serê xwe,bi guhartina wateyê, bi şikla ``döl``ketiye tirkî jî .

Silav û rêz Cellikanî

Bikaranîn[biguherîne]

Lêker:

Navdêr:


Bi alfabeya erebî[biguherîne]

  • چێل

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Werger[biguherîne]



2. ajelên temenbiçûk[biguherîne]

navdêr

Wate[biguherîne]

  1. têjik, varrik, çûçelk

3. nifş[biguherîne]

navdêr, nêr

Wate[biguherîne]

  1. nifş, nesl, nijad

Ji[biguherîne]

ji ermenî ցեղ (çʿêł) ji ermeniya kevn ցելում ((çʿêlum: parve kirin, ji hev cuda kirin) ji proto-hindûewropî *sḱel- (dirrandin, perritandin, ji hev vekirin), hevreha hîtîtî işkellay- (dirrandin), rûsî щель (şêli), σκάλλω (tevir kirin). Herwiha hevreha peyva քաղեմ (kʿałem) e ku serekaniya peyva kurmancî kêlan (erd rakirin) e.

Çavkanî[biguherîne]